4 caran girtin, 15 caran binçavkirin û bi rojan îşkencekirin lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda

  • rojane
  • 09:08 26 Hezîran 2022
  • |

ŞIRNEX - Salih Temel ê 70 salî yê ji gundê Setkarê yê Elkê ku ji ber li ber valakirina gund rabûye û cerdevantî qebûl nekiriye 4 caran hatiye girtin û 15 caran hatiye binçavkirin got: "Em xwediyê vê derê ne. Em nikarin dest jê berdin. Jiyana me li vir e. Bav û kalên me li vir mane. Me bikujin jî em ji vir naçin. Heke em axa xwe bihêlin biçin wê demê şeref ji çi re ye? Divê em di her şert û mercî de xwedî li axa xwe derkevin."

Li herêmê ji ber polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê bi dehan gundên herêmê hatin valakirin. Gundên ku cerdevantî qebûl nekirin hatin şewitandin û piştre jî hatin valakirin. Ji van gundan yek jê jî gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Gund di salên 1990'an de ji ber ku cerdevantî qebûl nekiriye bi êrişan re rû bi rû maye û dawiyê hatiye valakirin. Salih Temel ê 70 salî yê ji Setkarê ji ber ku wê demê li ber valakirina gund û dorpêçkirina gund rabûye û cerdevantî qebûl nekiriye 4 caran hatiye girtin û 15 caran jî hatiye binçavkirin. Temel her cara ku hatiye binçavkirin û girtin bi awayekî giran hatiye îşkencekirin, lê dîsa jî dest ji axa xwe bernedaye.
 
4 CARAN GIRTIN 15 CARAN BINÇAVKIRIN
 
Temel diyar kir ku di wan salan de wan bi çavê xwe gelek tişt dîtine û got ku ne pêkan e wan rojan ji bîr bike. Temel wiha behsa wan rojan kir: "Beriya niha em li jor bûn. Me li wir pezê xwe xwedî dikir û me giya didirût. Me debara xwe bi sewalkariyê dikir. Lê dewletê ji me re got, 'Hûn dê ji vir derkevin.' Me qebûl nedikir û dawiyê em bi zorê ji vir derxistin. Em ji jor hatin vir û me pezê xwe, giyayê xwe û her tiştê xwe firot. Ji neçariya xwe em hatin vê derê. Me karê xwe li vir berdewam kir. Em 2 salan li vir neman, hikûmet hat vir jî û ji me re got, 'Ji vir derkevin.' Me qebûl nekir û ji gund em 7 kes binçavkirin. Piştre em hatin girtin û em birin Girtîgeha Mêrdînê. Ji wir jî em birin Girtîgeha Amedê. Em 5 mehan di girtîgehê de man û piştre em berdan. Bi girtina me re derdora gundê me dorpêç kiribûn û hemû têl kiribûn. Bêrîvanên me jî diçûn gundê Geranisê pezê xwe didotin. Ji gundiyan re digotin, 'Ji malên xwe dernekevin.' Em salekê du salan di bin dorpêçê de man. Her aliyê gund girtibûn. Ne dihiştin em biçin zeviyên xwe av bidin ne jî destûr didan ku em ji malên xwe derkevin. Em jî nêçar bûn û ji bo ku zeviyên me hişk nebin em diçûn me bêyî dewletê ew têl dianîn xwarê û me zeviyên xwe wisa bi şev av didan. Dema ku cerdevanekî didît ku me zeviyên xwe avdane serê sibehê dihatin hesab ji me dipirsîn, digotin, 'We li wir çi dikir?' Ji ber vê em  8 kes hatin girtin û em birin Girtîgeha Sêrtê. Li wir em bi rojan îşkence kirin. Li wir jî em 9 mehan di girtîgehê de man. Lê piştre em dîsa berdan. Gava em hatin me dît gund hê jî dorpêçkirî ye. Sînor bi têlan danîbûn û diviya bû ku kesek ew sînor derbas nekirina. Em gelek jê aciz bûn û me têl rakirin. Li gel rakirina têlan em careke din hatin girtin. Vê carê jî em birin girtîgeha Şirnexê. Li wir jî em 2 mehan girtî man." 
 
LI GUND HEMAN PÊKANÎN DIDOMIN
 
Bi domdarî Temel anî ziman ku sal derbas bûne lê heman tişt hê jî didomin û ev tişt anî ziman: "Pişt re em ji gundê me derxistin em birin gundê Gelajêrê. Em salekê li wir man. Piştre keyayê gund çû bi hikûmetê re axivî û jê daxwaz kir ku destûr bide da ku em biçin gundê xwe. Piştre em dîsa hatin gundê xwe. Wexta ku em vegeriyan gund tabûreke leşker hebû li gund. Tiştek ji me nehiştibûn. Avahiyên me kiribûn destşoyên xwe. Piştre me dîsa ava kir. Piştre em dîsa girtin û birin Şirnexê. Her kes berdan lê ez girtim. Li wir jî ez salekê di girtîgehê de mam. Zêdetirî 20 caran avêtin ser me. Çîroka me û dewletê jî ev bû. Nedihiştin ku em biçin giyayê xwe bidûrin. Ev saleke em diçin giyayê xwe didirûn. Weke wan salan dîsa dora me girtine û gundê me bi kamerayan temeşe dikin. Em di rewşeke gelek nexweş de bûn. Hê niha jî em nikarin bi awayekî azad derbikevin. Dema ku em derdikevin qereqol me digere û dibêje, 'Ew kî ye derketî?' Em jê re dibêjin, 'Em diçin zeviyên xwe av didin, giyayê xwe didirûn em ne kaçax in' lê ji me re dibêjin were û piştre jî ceza dibirin. "
 
7 ŞEV Û ROJAN ÎŞKENCE
 
Di berdewamê de Temel bi lêv kir ku ji bo ku dorpêça li ser gundê xwe qebûl nekiriye bi rojan hatiye îşkenceyê kirin. Temel, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez hatime vî emrê xwe heta niha li tevî hemû neyiniyan jî me gundê xwe berneda û em ê bernedin. Niyeta me ya ku em careke din dest ji gundê xwe berdin nîn e. Ew qasî ji me re gotin, 'rabin' lê belê me berneda. Li ku bûyer çêbiba dihatin bi ser gundê me digirtin. Welatê mirovî namûsa mirovî ye. Av, ax, dar her tiştekî vê derê namûsa me ye. Li ser vê axê xwîna me rijiya ye. Em heta hetayê dest ji axa xwe bernadin. Em xwediyê vê derê ne. Em nikarin dest jê berdin. Jiyana me li vir e. Bav û kalên me li vir mane. Me bikujin jî em ji vir naçin. Heke em axa xwe bihêlin biçin wê demê şeref ji çi re ye? Divê em di her şert û mercî de xwedî li axa xwe derkevin. Çi bibe bila bibe divê em axa xwe terk nekin. Em aştiyê û aramiyê dixwazin. Em tên kuştin jî lê em dibêjin aştî. Ez gelek caran jî hatim îşkencekirin. Ji 18 kesan em 7 kes îşkence kirin. Ji me xwestin ku em navên gundiyan bidin, lê min neda. Çimkî mafê tu kesî tune ye ku bêbextiyan li kesekî bike. Ez tazî kirim û hilawîstim. Ava cemidî li min dikirin û piştre ceyran didan laşê min. 7 şev û 7 rojan av dianîn li ber devê min dirijandin lê nedidan min. Min ji wan re digot, 'Hûn çi dikin bikin.' Dema ku nêzikî min dibûn tif nava çavên min dikirin û min ji wan re digot, 'lenet li we' ez ê tu caran wan efû nekim. Em û wan dikarin bi hev re bijin, lê efûkirin tune ye."
 
Temel di dawiyê de bang li kesên ku dest ji axa xwe berdidin kir û wiha got: "Çi dibe bila divê mirov li axa xwe, darên xwe û ava xwe xwedî derkeve. Divê mirov li namûsa xwe xwedî derkeve. Ava me, axa me, darên me namûsa me ne. Divê em li gundên xwe xwedî derkevin. Em biçin ku divê em kurd bimînin. Divê mirov axa xwe terk neke, ji bo axa xwe heta dawiyê têbikoşe."
 

Sernavên din

27/06/2022
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
26/06/2022
23:40 Leşkeran li parêzerên ji bo bi gundiyan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan
21:03 Leşkerên bi ser gund de girtin li 20 kesan dan û birin herêma operasyonê
20:30 Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê: Îzolasyona li Îmraliyê didome
19:52 Di hilbijartina TTB’ê de heman rêveberî hate hilbijartin
18:46 ATK’ê careke din ji bo Ozkan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne ‘ da
18:07 Bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li herêma Berwarî dar tên birîn
17:49 Li Geverê operasyon: Helîkopter gundan bombebaran dikin
17:00 Stenbol di dorpêça polîsan de ye: Gelek kes hatin binçavkirin
16:57 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
16:41 Malbata Şenyaşar: Dê hemû kes cezayê bêhiqûqiyê bikişîne
16:37 Bi moşekan li baregeha artêşa tirk a Başîkayê hate xistin
15:53 Di operasyona HSD’ê de DAIŞ’iyê ku tiliya wî di komkujiyan de hebû hate girtin
15:44 Hem nehiştin dayika xwe bibîne û hem jî nehiştin biçe merasîma cenazeyê wê
15:37 Barkêşên ku wesayît û pasaportên wan hatine desteserkirin ev meheke tên sekinandin
14:55 Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derpkirina girtiyan daxuyanî da
14:51 Li Bismilê du malbatên xwîndar li hev anîn
14:18 Li Hezexê mirina bi guman a ciwanekî
14:04 Derket holê ku leşkerê digotin ‘li nexweşxaneyê mir’ li Zapê hatiye kuştin
13:06 Qenciya qeyûm a ji bo mitînga Erdogan: Îhaleya 2 milyon û 500 hezar lîreyan a wesayîtan
12:54 Bûldan: Înkara kurdan AKP ji arenaya siyasî dûr xist
12:18 Serokê DÎKO'yê hişyar kir: Pere û zêrên xwe nedin zêringiran
11:56 Hedla Aksu bêyî ku kurê xwe bibîne wefat kir
11:27 Nûrî Mehmûd: Her cara ku Tirkiye gefan dixwe DAIŞ dikeve nava tevgerê
11:04 Kurtulan: Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî kurdan şer dikin
10:20 Erbaş ê HDP’î ji bo muxalefetê got: Ocalan ji bo pêşxistina têkoşîna demokrasiyê girîng e
09:57 Li Îmraliyê careke din hevdîtin heya 3 mehan hat qedexekirin!
09:08 4 caran girtin, 15 caran binçavkirin û bi rojan îşkencekirin lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda
09:06 Bernameya MA Muzîkê aşkere bû
09:05 Hin derdorên AKP'î hêviya xwe ji desthilatê birîn û li partiyeke din digerin
09:03 Welatiyê astengdar ê nikaribû heqê kirê bide ji xanî hat derxistin!
09:01 Îstasyonên bazê bandorê li tenduristiya gel dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022
25/06/2022
22:38 Li Girtîgeha Amedê çi diqewime?
21:18 TJA li dijî şer û kuştina jinan meşiya
20:26 Êrişên Tirkiyeyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:45 Li Kampa Holê jinek hat kuştin
18:07 Mirovên Şemiyê hatin berdan
16:44 ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir
16:36 Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê vebû
16:26 DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike
16:10 Muhammed Cîhad Cemre hat binçavkirin
16:00 Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin
15:42 ÎHD: Îşkence polîtîkayek dewletê ye
15:32 Ji bo girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk banga hestyariyê hat kirin
15:31 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin
14:53 Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir
14:29 Di doza Pinar Gultekîn de biryara bihincet aşkera bû
14:28 LaWje dê li Amed û Wanê konseran li dar bixe
14:16 Li Hezexê polîsekî xwe kuşt
14:09 Meşa 'Kurdistanê biparêze' ya li Dusseldorfê dest pê kir
14:01 Li Herêma Kurdistanê gengeşiya gazê
13:39 Şagirtên zarok ên Ma Muzîkê performansa xwe ya salê nîşan dan
13:38 Xizmên Windayan aqûbeta kedkarên tenduristiyê Ayhan û Pamûk pirsîn
12:53 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir: Hevserokên ÎHD'ê kelemçekirî hatin binçavkirin
12:08 Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!
11:46 ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê
10:48 Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin
10:43 304 afgan hatin dersînorkirin
10:14 Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran
10:13 Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe
09:06 Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan
09:05 Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin
09:02 Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:28 Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
24/06/2022
23:58 Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro
20:13 Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
16:36 Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan
15:31 TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
14:39 Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:25 Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin
14:14 Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike
13:34 Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin
13:30 Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
13:29 Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin
13:24 Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
13:05 DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran
12:54 Malbat û vasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:39 Şewata li Marmarîsê didome
11:50 Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê?
11:31 'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin'
11:19 Li Mûşê jinek hate qetilkirin
11:09 Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin