Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan

  • rojane
  • 09:07 24 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Girtî Harûn Kaya yê di Girtîgeha Kurkçulerê de nameyak şand. Kaya di nameya xwe de bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û gotiye, îdareya girtîgehê têfikek xwarin tenê dide odeyên 5 kes lê dimînin. 
 
Harûn Kaya yê di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê de nameyk ji ajansa me re şand. Kaya di nameya xwe de li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê sekiniye. Kaya bilêv kiriye ku li hemberî girtiyên siyasî pêkanînine taybet hene û ev girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in û gotiye: "Tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Abdullah Ocalan, di salên dawî de hîn bêtir berbalav bûye." 
 
SALEKE DI HUCREYÊ DE YE
 
Kaya di nameya xwe de ragihandiye ku hevalê wan Abdulkadîr Baybars zêdetirî saleke bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û îdare nahêle Baybars kesî bibîne û daxilî nava aktivîteyên civakê bibe. 
 
‘DEVÊ XWE VEKE, ZIMANÊ XWE NÎŞAN BIDE'
 
Kaya di nameya xwe de diyar kiriye ku li girtîgehê nêzî 60 girtiyên siyasî hene. Kaya bilêv kiriye ku gava girtî sewqî nexweşxaneyê tên kirin nayên dermankirin û nikarin tevli danişînan bibin. Kaya destnîşan kiriye ku pêkanînan "devê xwe veke, zimanê xwe nîşan bide" li girtiyan tê ferzkirin, lê girtî li ber vê pêkanînê radibin. Kaya aniye ziman ku ji ber ku girtî li ber vê pêkanînê radibin û qebûl nakin îdare wan nabe dadgehê û nexweşxaneyê. 
 
HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN
 
Kaya di berdewamiya nameya xwe de gotiye: "Cihê em lê dimînin ne ode ne, qefes in. Tu hêleke hiqûqî û qanûnî ya vê yekê tune ye. Ev deverên wekî qefesan wekî amûreke îşkenceya derûnî hatine çêkirin û ji bo me girtiyên siyasî hatine amadekirin. Ode bit u awayî nayên guherandin. Îdare daxwazên me di çarçoveya 'rêxistinbûyînê' de dinirxîne û vî mafê me binpê dike." 
 
EW Û DAIŞ'Î DI HEMAN KORÎDORÊ DE NE
 
Kaya di nameya xwe de destnîşan kiriye ku li girtîgehan rejîma 12'ê Îlonê tê sazûmankirin û gotiye: "Li vir jî karmend û peywirdarên ne kêmî Esat Oktay Yildiran hene. Li ku derê kesên nijadperest û faşîst hebin wan wekî akrmend tînin vira û bera me didin. Polîtîkaye êrişkariyê ya piralî tê meşandin. Îdare nahêle em û hevalên xwe yên ji heman dozê pêwendiyê bi hev re deynin, lê me dibe cihên nêzî DAIŞ'iyan. Me û DAIŞ'iyan dixe heman korîdorê û bi vî awayî di dema hevdîtinê de tîne cem hev du û dixwaze provakasyon çêbibin." 
 
TENÊ NANEKÎ DIDIN WAN
 
Kaya di nameyê de bilêv kir ku girtîgeh veguheriye rantxane û baziganxaneyê û gotiye, mehê 150 TL heqê ceryanê ji wan tê stendin. Kaya bilêv kiriye ku îstiqaqa wan 2 nanên somin bûne, lê 2 meh in îdare serê kesekî nanekî somin dide û ji wan re gotiye dikarin bi 2 lîre û nîvan nan ji kantînê bistînin. 
 
TÊFIKEK XWARIN DIDIN 5 KESAN
 
Kaya ragihandiye ku hem xwarin hem jî qalîteya xwarinê hatiye kêmkirin û gotiye, îdare têfikek xwarin tenê dide odeyeke 5 kes lê dimînin. Kaya diyar kiriye ku xwarina tê dayîn jî xirab e û got: "Girtîgeha em tê de ne bi mantiqa bazirganiyê tê îdarekirin û ked girtiyan dixwe."
 
Kaya di dawiya nameya xwe de gotiye: "Em helwesta xwe ya li hemberî van bûyeran diparêzin û dê rejîma 12'ê Îlonê ya li girtîgehan ji nû ve tê avakirin wekî berê dê li dîwarê mirovê bi rûmet û azad biqelibe." 

Sernavên din

27/06/2022
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
26/06/2022
23:40 Leşkeran li parêzerên ji bo bi gundiyan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan
21:03 Leşkerên bi ser gund de girtin li 20 kesan dan û birin herêma operasyonê
20:30 Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê: Îzolasyona li Îmraliyê didome
19:52 Di hilbijartina TTB’ê de heman rêveberî hate hilbijartin
18:46 ATK’ê careke din ji bo Ozkan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne ‘ da
18:07 Bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li herêma Berwarî dar tên birîn
17:49 Li Geverê operasyon: Helîkopter gundan bombebaran dikin
17:00 Stenbol di dorpêça polîsan de ye: Gelek kes hatin binçavkirin
16:57 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
16:41 Malbata Şenyaşar: Dê hemû kes cezayê bêhiqûqiyê bikişîne
16:37 Bi moşekan li baregeha artêşa tirk a Başîkayê hate xistin
15:53 Di operasyona HSD’ê de DAIŞ’iyê ku tiliya wî di komkujiyan de hebû hate girtin
15:44 Hem nehiştin dayika xwe bibîne û hem jî nehiştin biçe merasîma cenazeyê wê
15:37 Barkêşên ku wesayît û pasaportên wan hatine desteserkirin ev meheke tên sekinandin
14:55 Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derpkirina girtiyan daxuyanî da
14:51 Li Bismilê du malbatên xwîndar li hev anîn
14:18 Li Hezexê mirina bi guman a ciwanekî
14:04 Derket holê ku leşkerê digotin ‘li nexweşxaneyê mir’ li Zapê hatiye kuştin
13:06 Qenciya qeyûm a ji bo mitînga Erdogan: Îhaleya 2 milyon û 500 hezar lîreyan a wesayîtan
12:54 Bûldan: Înkara kurdan AKP ji arenaya siyasî dûr xist
12:18 Serokê DÎKO'yê hişyar kir: Pere û zêrên xwe nedin zêringiran
11:56 Hedla Aksu bêyî ku kurê xwe bibîne wefat kir
11:27 Nûrî Mehmûd: Her cara ku Tirkiye gefan dixwe DAIŞ dikeve nava tevgerê
11:04 Kurtulan: Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî kurdan şer dikin
10:20 Erbaş ê HDP’î ji bo muxalefetê got: Ocalan ji bo pêşxistina têkoşîna demokrasiyê girîng e
09:57 Li Îmraliyê careke din hevdîtin heya 3 mehan hat qedexekirin!
09:08 4 caran girtin, 15 caran binçavkirin û bi rojan îşkencekirin lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda
09:06 Bernameya MA Muzîkê aşkere bû
09:05 Hin derdorên AKP'î hêviya xwe ji desthilatê birîn û li partiyeke din digerin
09:03 Welatiyê astengdar ê nikaribû heqê kirê bide ji xanî hat derxistin!
09:01 Îstasyonên bazê bandorê li tenduristiya gel dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022
25/06/2022
22:38 Li Girtîgeha Amedê çi diqewime?
21:18 TJA li dijî şer û kuştina jinan meşiya
20:26 Êrişên Tirkiyeyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:45 Li Kampa Holê jinek hat kuştin
18:07 Mirovên Şemiyê hatin berdan
16:44 ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir
16:36 Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê vebû
16:26 DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike
16:10 Muhammed Cîhad Cemre hat binçavkirin
16:00 Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin
15:42 ÎHD: Îşkence polîtîkayek dewletê ye
15:32 Ji bo girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk banga hestyariyê hat kirin
15:31 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin
14:53 Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir
14:29 Di doza Pinar Gultekîn de biryara bihincet aşkera bû
14:28 LaWje dê li Amed û Wanê konseran li dar bixe
14:16 Li Hezexê polîsekî xwe kuşt
14:09 Meşa 'Kurdistanê biparêze' ya li Dusseldorfê dest pê kir
14:01 Li Herêma Kurdistanê gengeşiya gazê
13:39 Şagirtên zarok ên Ma Muzîkê performansa xwe ya salê nîşan dan
13:38 Xizmên Windayan aqûbeta kedkarên tenduristiyê Ayhan û Pamûk pirsîn
12:53 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir: Hevserokên ÎHD'ê kelemçekirî hatin binçavkirin
12:08 Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!
11:46 ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê
10:48 Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin
10:43 304 afgan hatin dersînorkirin
10:14 Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran
10:13 Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe
09:06 Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan
09:05 Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin
09:02 Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:28 Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
24/06/2022
23:58 Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro
20:13 Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
16:36 Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan
15:31 TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
14:39 Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:25 Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin
14:14 Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike
13:34 Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin
13:30 Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
13:29 Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin
13:24 Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
13:05 DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran
12:54 Malbat û vasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:39 Şewata li Marmarîsê didome
11:50 Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê?
11:31 'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin'
11:19 Li Mûşê jinek hate qetilkirin
11:09 Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin