Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin

  • rojane
  • 10:19 22 Hezîran 2022
  • |
WAN - Malbata Atli ku li gundê Xaşkanê yê navçeya Elbakê leşkeran li wan da, diyar kir ku ji ber kurd in leşkeran tundî li wan kiriye û tiştên ku leşkeran anî serê wan jî weke zilm bi nav kir.
 
Di 20'ê hezîranê de leşkeran bi ser malbata Atli ku li mezraya Sersûl a gundê Xaşkan ê navçeya Elbakê ya Wanê dijî de girt  ji malbatê Mehmet Emîn Atli binçav kir. Dem abinçavkirina Atli leşkeran bi deqeyan gule berî hewa dan û li jinan da. Di dîmenên ku piştî serdegirtine derketin holê de hin jin ji ber tundiya leşkeran a li dijî xwe bi ser hişê xwe ve diçin. Rexmî vê rewşê jî Walîtiya Wanê bi daxuyaniyekê tundiya leşkeran parast. Malbata Atli, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û tiştên ku leşkeran bi serê wan de anî vegot.
 
 
DI DERENCÊ DE KET
 
Keça Atli Ayten Atli ku beriya demekê ji pişta xwe hatiye emeliyatkirin, diyar kir ku leşkeran saet di 06.00'an de bi ser mala wan de girtiye û li wan daye. Atli, diyar kir ku bi dengê leşkeran şiyar bûjye û li ser vê derketine derve û ev tişt got: "Li ber derê mala me min bi sedan leşker dît. Min pirsa ku çima hatine ji wan kir. Leşkeran got ku li malê bigerin. Ji ber ku min destûra lêgerînê ji wan xwest min tendan. Min bertek nîşanî vê da û ji wan re got ku emeliyatkirî me. Rexmî ku min vê got jî tenê li min dan û min di derencê de xistin. Piştî ku ketim xwarê nikaribûm rabim ser xwe. Ji ber vê lêdanê pişta min werimî û êşiya."
 
'EWLEHIYA CANÊ ME TUNEYE'
 
Atli, da zanîn ku leşker bi ser we de qêriyane û wiha axivî: "Bi deqeyan gule berî hewa dan. Rewşeke wisa bû ku em nikaribûn birevin û bi cihekî ve biçin. Gund timik di bin dorpêça leşkeran de ye. Ji ber ku em kurd bûn ev tişt anîn serê me. Wisa aşkera diyar bû ku ji bo binçavkirinê nehatibûn. Mirov diogt qê ji bo tolhildanê hatine. Bi deqeyan li min û dayika min dan. Kesê ku herî zêde li me da çawişê pispor Mehmet K. bû. Em ê giliya vî kesî bikin. Lİ vir bi awayekî zelal nîjadperestî heye. Heke wiha zextan bikin em ê neçar bimînin ku ji van deran koç bikin. Lewre ewlehiya canê me tuneye. Em gelek ditirsin ku tiştek bibe."
 
BANGA PIŞTGIRIYÊ
 
Ji bo kesên ku tiştên anîne serê wan bêceza neyên hiştin Atli bang kir ku herkes bertek nîşanî rewşê bide û ev tişt anî ziman: "Bi salan e zilmê li me dikin. Berê delîlal me tunebû lê niha delîleke me heye. Li ber derê mala me li me dan. Ji ber ku em kurd bûn li me dan. Heke ne ev be çî ye? Em edaletê dixwazin. Ji ber vê divê herkes daxilî vê mijarê bibe û li cem me be."
 
LI ERDÊ LÊDANE 
 
Hevjîna Atli Dîlber Atli jî destnîşan kir ku leşkeran bi deqeyan li wan daye û wiha got: "Leşkeran pihîn avêtin piyê min û min avêtin erdê. Piştî ku ketim erdê jî li min dan. Bi lêdanê hevjînê min li wesayîtê siwar kirin. Ji ber ku min bertek nîşanî vê rewşê da guleyan berdan. Hê jî di lingên min de şopên pihînan hene û mor bûne. Derûniya zarokên me xera bû. Zilm û heqaret li me hat kirin. Leşkerê dewletê çawa dikare wiha bike? Heq û hiqûqê nehiştin. Peywira leşkeran zilma li welatiyan e? Em vê rewşê qebûl nakin û serî li cihên pêwîst bidin. Em dixwazin ku kesên vê zilmê li me kirin li pêşberî hiqûqê hesab bidin."
 
MA / Hakan Yalçin  
 

Sernavên din

23/06/2022
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike