Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin

  • rojane
  • 12:17 21 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Rojnamevan Îbrahîm Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tê ragirtin, diyar kir ku girtiyên nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û bi lêv kir ku ev yek “polîtîkaya kuştinê ye.”
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin her ku diçin giran dibin. Bi taybetî girtiyên siyasî di bin zextên îdarî û siyasî de ne. Rojnamevan Îbrahîm Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin bi nameya ku şand re binpêkirinên mafan ên diqewimin, pêkanînên keyfî û zext ragihandin. 
 
Karakaş, diyar kir ku êrişên psîkolojîk û fîzîkî re rûbirû dimînin û da zanîn ku daxwazên wan ên qanûnî ji aliyê îdareya girtîgehê ve tên redkirin û serlêdanên li saziyên têkildar dikin jî bêbersiv tên hiştin. Karakaş, bi lêv kir ku bi vê rewşê li girtîgehan pêkanînên keyfî zêde dibin û polîtîkayên tecrîdê zêdetir dibin û anî ziman ku hemû daxwazên wan ji aliyê midur û dozgerê girtîgehê ve tên paşguhkirin.  
 
‘BÊRÛMETÎ TÊ FERZKIRIN’
 
Karakaş, ragihand ku daxwazên girtiyên nexweş ên giran ên sewqê ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi hinceta “lêgerîna nava dev” demekî dirêje nayên kirin. Karakaş, bi lêv kir ku bi ferzkirina van pêkanînan mafê  tedawîbûnê yên girtiyan jî ji dest tê girtin û wiha got: “Tevî ku nexweşiyên me yên kronîk hene û mecbûr in bên dermankirin jî 10 meh in kes ji me ji vî mafê xwe sûd newergirtî ye, em nikarin biçin nexweşxaneyan. Di rewşên lezgîn de jî ev pêkanîna bêrûmetî li me tê ferzkirin.”
 
Karakaş, diyar kir ku dema wan dibin Edliyeyê jî “lêgerîna dev” li wan ferz dikin û da zanîn ku mafên wan ên hiqûqî tên xespkirin, mafên wan ên parastinê tê astengkirin û wiha got: “Şertên darizandineke adil nînin.”
 
‘POLÎTÎKAYÊN KUŞTINÊ DI DEWRÊ DE NE’
 
Karakaş, bi lêv kir ku ji ber pêkanîna “lêgerîna nava dev” dermankirina girtiyan belavî demê bûye, “polîtîkaya kuştinê” xistine meriyetê û diyar kir ku nexweşî her ku diçe zêde dibin. Karakaş, ragihand ku ji tiştekî neyînî ku li girtîgehê biqewime îdareya girtîgehê berpirsyar e. 
 
AKTÎVÎTEYÊN CIVAKÊ TÊN ASTENGKIRIN
 
Karakaş, vegot ku bi hinceta bergiriyên pandemiyê nêzî du sal in ji mafên weke sohbet, qûrs, spor û her wekî din nikarin sûdê bigirin û destnîşan kir ku ev yek jî ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi awayekî keyfî tê ragihandin. 
 
MEXDURIYETA MALBATAN
 
Karakaş, diyar kir ku daxwazên guhertina odeyan ên qanûnî yên girtiyan tên astengkirin, ode bên guhertin jî îdareya girtîgehê diyar dike û wiha berdewam kir: “Saetên hevdîtinê yên odeya ku tê guhertin jî li ber çav nayê girtin û ev yek Jî malbatên bi kîlometreyan dûr tên mexdûr dike. Daxwaznameyên têkildarî mijarê tên nivîsîn jî ji aliyê lijneya îdare û çavdêriyê ve bê hincet tên redkirin.”
 
NEXWEŞIYÊN HENE
 
Karakaş, ragihand ku ji ber girtî demekî dirêje li girtîgehê dimînin nexweşiyên çavan, astim, KOAH, xweyîbûn, ji tîrêjên rojê sûd negirtin derketine holê, bêyî daxwaza wan li odeyên ku cihê hewadarkirinê bi têlan hatine girtin, bicihkirine û diyar kir ku ev ode psîkolojî û tenduristiya mirovan xerab dike. 
 
DAÎŞ’Î, GIRTÎ Û MALBATAN BI HEV RE DERDIXÎNIN HEVDÎTINÊ
 
Karakaş, bi bîr xist ku îdareya girtîgehê ji ewlehiya malbat û girtiyan berpirsyar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me bi DAIŞ’î, komen nijadperest û heman kesan re li heman cihî derdixînin hevdîtinê. Ewlehiya canê me jî ya malbatan jî dikeve xetereyê. Em ji aliyê îdareya girtîgehê bi zanebûn li van odeyan tên bi cih kirin.”
 
PROVOKASYON
 
Karakaş, anî ziman ku hinek gardiyan bi êrişên devkî û fîzîkî hewl didin provokasyonan bikin û wiha pê de çû: “Rêveçûna bi yek rêzî, silavnedayînê ferz dikin û digihe asta ku bi awayekî fîzîkî êriş bikin. Dîsa di bin navê ‘lêgerîna odeyan’ de gelek caran ji aliyê komeke personelan ve provokasyon tên kirin. Em vê diyar bikin heke em bi hestiyar tevnegerin dibe ku kuştin jî çêbibe.”
 
NANÊ KU NADIN DIFIROŞIN
 
Karakaş, anî ziman ku ji ber qeyrana aborî û zeman nikarin tiştekî ji kantînê bigirin û ji vê rewşê bi taybetî girtiyên nexweş jê bandor dibin. Karakaş, bi lêv kir ku ji ber qeyranê xwarin hatine kêmkirin û nanê ji bo sê dana dihat û gramaja wî kêm e hebek tê dayîn û nanê nadin girtiyan, li kantînê tê firotin. 
 
Karakaş, da zanîn ku piştî zemên hatine kirin bihayê ceyranê jî 2 qet bûye û têkildarî vê rewşê wiha got: “Fatûrayên ceyranê li gorî ticaretxaneyan tên birîn ne li gorî malan. Ev yek jî ji aliyê aboriyê ve zirareke aboriyê ya mezin dide me.”
 
‘LÊGERÎNA TAZÎ TÊ FERZKIRIN’ 
 
Karakaş, ragihand ku pêkanîna “lêgerîna tazî a li girtîgehan” ku Wezareta Dadê got nîne, bi darê zorê li wan tê ferzkirin û heke qebûl nekin derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê tê destpêkirin û anî ziman ku di demên dawî de bi taybetî li jinên tên serdanê tê ferzkirin. Karakaş, da zanîn ku 3 kesên di lîsteya wan a serdanê de di çarçoveya “lêpirsîna ewlehiyê” de bi gotina “bixetere” ye bêyî vîna wan ji lîsteyê tên derxistin û bi vê yekê re nikarin ji mafê xwe yê hevdîtinê sûdê bigirin. 
 
HEWLDAN BÊ ENCAM DIMÎNIN 
 
Karakaş, bi lêv kir ku têkildarî pirsgirêkên heyî û binpêkirinên mafan de bi midur û dozgerê girtîgehê re daxwaza hevdîtinê kirine lê nehatiye qebûlkirin û pirsgirêk kûrtir bûne. Karakaş, anî ziman ku daxwaznameyên ji Wezareta Edaletê û Miduriyeta Girtîgehan a Giştî dişînin re bersiv nayên dayîn. 
 
‘AGIR BERDAN QAWIŞÊ’
 
Karakaş, da zanîn ku têkildarî mijarê Wezareta Dadê daxuyaniyek da, diyar kir ku pirsgirêkên girtîgehan ên wisa nînin û girtiyên siyasî bi zanebûn van dinivîsin û wiha got: “Rojên derbas bûyî girtiyên edlî jî li dijî van polîtîkayên zext û tecrîdê yên li dijî girtiyên siyasî tên meşandin serî hildan. Girtiyên edlî ji ber van pêkanînan şermezar bikin agir berdan qawişan û serî hildan.”
 
 
 

Sernavên din

23/06/2022
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike