Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye

  • rojane
  • 09:53 21 Hezîran 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Malbata 3 kesên di êrişên leşkeran ên li dijî gundê Setkarê yê navçeya Elkê de jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku 7 sal in li benda edaletê ne û wiha gotin: “Ji me re gotin ‘Bêjin PKK’ê kiriye, em ê tazmînatê bidin we.’”
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê di 25'ê Îlona 2015'an de pêvçûn derketin. Di pêvçûnên ku qewimî de malên sivîlan hedef hatin girtin. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), topên hawanê zêdetirî 10 malan ketin, 5 avahî şewitîn û 10 avahî bi temamî nehatine bikaranîn. Topên hewanê yên ku ji Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatin avêtin, li gundê Setkarê jî li malekê ketibûn. Di encama topbaranê de, ji heman malbatê Ahmet Temel (70), kurê wî Behçet Temel (19) û xizma wan Alya Temel (50) jiyana xwe ji dest dabûn û kurê Ahmet Temel, Fevzî Temel û Hasan Temel jî bi giranî birîndar bûbûn. Her wiha di êrîşan de ajokarê ambûlansê yê bi navê Şeyhmûs Dûrsûn jî dema ku bi ambûlansê diçe birîndaran rizgar bike 15-20 metre dûrî kontrola lêgerîn a polîsan di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Ahmet Temel piştî bûyerê neçar man ji gund koçî Wanê bikin. Zarokên Temel, ji ber tirsa dê heman tişt bê serê wan ji wê rojê were naçin mala xwe. Li ser qetilkirina 3 ji heman malbatê û yek jî ajokarê ambulansê re 7 sal derbas bûn, lê hê niha jî bendewariya malbatan a edaletê didome. 
 
'ÇIMA EV TIŞT ANÎN SERÊ ME?' 
 
Birayê Ahmet Temel, Halit Temel (65), diyar kir ku, ew ê wê rojê tu caran ji bîr nekin û wiha qala wê rojê kir: “Di sala 2015'an de şeveke cejnê bû. Wê şevê li Elkê pêvçûn derketin .Em jî li vir kom bibûn me got em ê cejna xwe pîroz bikin. Ev mala birayê min Ehmed e. Me got em ê biçin cejnên êkudû pîroz bikin. Herkes li ber deriyê malê rûnişti bû û civiya bûn, cejnên êkudû pîroz dikirin. Me jî got em ê biçin cejna Ehmed û wan. Çawa ku em derketin ji Elkê top avêtin me. Topa ewil dûrî me ket, a duyemîn li zeviyekî ket û ya sêyemîn jî li ber deriyê vî xaniyî ket. Di encamê de birayê min, biraziyê min di hûndirê malê de kuştin. Xizmeke mevana me bû û ew jî kuştin. Biraziyekî min jî birîndar bû. Ew jin birîndar bû, me bir Elkê li wir ji me re gotin, 'bijîşk tune ye' ji wir me anîn birin Qilebanê. Di rê de di nav destê me de jiyana xwe ji dest daye. Me ji dewletê re doz vekir. Me ji wan re got, 'Sûcê me çibû, çima ew top avêtin gundê me?' lê heta niha jî ne bersivandine û edaleta dewletê ji me re nehatiye. Heta niha der heqê vê bûyerê de tiştek nepirsîne û negotine. Li Elkê pêvçûn hebû û em ji wir 10 kîlometre dûr bûn. Em hê niha jî nizanin ku çima gundê me topbaran kirin. Bêbextî kirin û gotin, 'PKK'ê top avêtine' hin kesan jî digot, 'Gundiyan bi xwe wisa kiriye'. Lê tişteke wisa jî tune bû û em da biçina cejnên êkudû pîroz bikina. Dema ku top avêtin birayê min û zarokên wî şirînahî dixwar. Ji qewimîna bûyerê heta niha biraziyên min nehatine gund. Ji ber ku newêrin bên avahiya xwe. Çima wiha kirin?”
 
‘GOTIN BÊJIN PKK'Ê KIRIYE’
 
Temel, anî ziman ku heta niha yek lêpirsîn der heqê bûyerê de nehatiye vekirin û wiha berdewam kir: “Ji me re gotin, ‘Bibêjin ev top PKK'ê avêtine, em ê tazmînatê bidin’ Me jî ji wan re got, ‘PKK'ê wisa nekiriye, PKK'ê ev tope nînin. Ev tope ji Elkê hatine avêtin. Em derewan nakin, ka çawa çêbûye em wê dibêjin, em çu bêbextiyan jî li tu kesî nakin' Heger bihatina çek li me reşandibana çêtirê bû, lê ji asîman top rijandin. Ev tişteke bêqanûnî û bêedeletiye.”
 
‘HEGER TOPAN DEWLET NEAVÊJE WÊ KÎ BIKARIBE BIAVÊJE?’
 
Temel, ê bi lêv kir ku bi zanebûn gundê wan hat hedef nîşandan, xwest ku edelet pêk were û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heta vê gavê jî qebûl nekirine ku ew top wan avêtine. Heke top dewlet neavêtibin wê kî bikaribe topan biavêje? Ew top kê hene? Li tevî vê êrîşê jî min dîsa gundê xwe terk nekir. Heta ku ez bimirim jî ez ê li vir bim. Heke edalet hebe divê bêjin ku çima bira, birazî û xizma me kuştin. Em 10 kîlometre ji cihê pêvçûnê dûr bûn û li gundê me tiştek tune bû ku wisa kirin. Ez kengî vê avahiyê bibînim ew roj tê bîra min. Her ku ez van nîşaneyên topbaranê dibînim derûniya min xerab dibe. Ew dijminahiya wan mirovî ji dinyayê sar dike. Tenê daxwaziya me edelete."
 

Sernavên din

21/06/2022
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin