Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda

  • rojane
  • 09:04 18 Hezîran 2022
  • |

AMED - Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku tevî 15 hevalên xwe yên rojnamevan hat girtin, 22 sal in tevî hemû zext û zoriyan jî tawiz ji kar û barên xwe yên rojnamevaniyê nedaye û paş de gav neavêtiye. 

 
Li Amedê di 8'ê Hezîranê de di avêtina ser malan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin û di 16'ê Hezîranê de 16 rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Rojnamevan bi hinceta karûbarên rojnamevaniyê, naveroka nûçeyan, zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê hatibûn girtin. Ji rojnamevanên hatin girtin yek jê jî Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan e. 
POLÎSÊ HATIBÛ DESTESERKIRIN RAGIHANDIBÛ CÎHANÊ
 
Altan, di salên 2000'î de di Rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi rojnamevaniyê kir. Dema dest bi karê rojnamevaniyê kir gelek caran esker û polîsan gef lê xwarin. Altan piştî rojnameyê karê xwe li Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê domand ku di 4'ê Nîsana 2002'yan de hatibû avakirin û di sala 2016'an de bi biryarnameya di hikmê qanûnê (KHK) de hatibû girtin. Altan di sala 2005'an de bû Şefê Îstixbaratê yê DÎHA'yê yê Amedê û di vê demê de îmzeya xwe danî binê gelek nûçeyên girîng. Altan ji ber nûçeyeke xwe ya sala 2005'an ya derbarê şewitandina daristanên li Çewligê de hat darizandin. 
 
Di heman salê de li Hewlêrê Nûnertiya DÎHA'yê hat avakirin û Altan bû nûnerê wê yê Hewlêrê. Altan gava li wir karê xwe didomand rewşa polîs Hakan Açil ê ku di sala 2006'an de di dema kontrolkirina rê de ji aliyê HPG'iyan ve hatibû desteserkirin û piştî 110 rojan radestî malbatê hatibû kirin, ji cîhanê re ragihand. 
 
DARAZ
 
Altan di sala 2007'an de bû Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê. Di sala 2008'an de jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin. Ev lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi dawî bû. Di sala 2009'an de jî demekê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê wekî koordînatorê çapemeniyê xebitî. Di sala 2013'yan de daxilî nava Desteya Rêvebir a Cemiyeta Rojnamevanên Azad bû. Di sala 2015'an de bû Gerînendeyê Weşana Giştî yê VAN TV'yê. VAN TV jî di sala 2016'an de bi KHK'ê hat girtin. Paşê cardin bi "propagandaya rêxistinê" derbarê Altan de doz hat vekirin, lê ev doz jî bi beraetê bi dawî bû. 
 
DEST JI PIŞTEVANIYÊ BERNEDA
 
Altan piştî vê bû koordînatorê "Platforma 1 Haber Var" ku di sala 2016'an de hat avakirin. Di 2018'an de ji ber parvekirinên li ser medyaya sanal bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" salek û 6 meh ceza lê hat birîn. Altan herî dawî bû Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG). Di vê pêvajoyê de li Mûş, Erzirom, Amed, Enqere, Stenbol, Êlihê û gelek bajarên din tevli danişînên rojnamevanan bû. Her wiha Altan li ku neheqiyek li hember rojnamevanan çêbûbûna yek ji wan kesan bû ku ewilî bertek nîşan dida. 
 
Altan herî dawî ji bo Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû ku di 3'yê Hezîranê de hatibû binçavkirin bertek nîşan dabû û gotibû: "Li ber van bêhiqûqîtiyan bertekek cidî divê. Ger bertek neyê nîşandan dê pêkanînên bi vî rengî zêde bibin û civak bê nefes bimîne. Rabûna li ber vê berteka her rojnamevanî ye." 
 
‘BÊNAVBER ROJNAMEVANÎ KIR'
 
Rojnamevan Adnan Bîlen ku bi salan ew û Altan bi hev re xebitîne, diyar kir ku Altan bênavber rojnamevanî kiriye. Bîlen got: "Hevalê me yê Serdar nêzî 22 sal in hema bibêje di hemû warên çapemeniay azad de cih girtiye û bênavber xebitiye." 
 
Bîlen bi lêv kir ku Altan di rojnamevaniya xwe de îmze daniye binî gelek nûçeyên girîng û bi taybetî di salên 2000'î de li deverên wekî Çewligê û Şirnexê di şert û mercên dijwar de rastî ragihandin gel. 
 
ÎMZE DANÎ BINÎ GELEK NÛÇEYÊN GIRÎNG 
 
Bîlen ragihand ku Altan di sala 2005'an de hemû hûrguliyên hilbijartina Iraqê ragihandine û bi vê re zor ûz zehmtiyên şêniyên Kerkûk, Zaxo û Mexmûrê jî kirine rojev. Bîlen diyar kir ku yek ji wan rojnamevanên ku komkujiya li gundê Beşagaçê ya bi destê JÎTEM'ê bi belgeyan ragihandine yek jî Altan e. 
 
Bîlen wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serdar tenê qîma xwe bi vê hêla rojnamevaniyê jî neanî. Demekê bi navê Nan û Dan gund bi gund geriya û ji bo metbaxa kurdna ragihîne cîhanê xebitî. Helbet nûçeyên wî, rastiyên ku eşkere kirine wekî gefxwarin, lêpirsîn, doz û girtin lê vegeriyan. Serdar jî wekî hemû xebatkarên çapemeniya azad tu carî paş de gav neavêt li ber van zext û çewisandinan. Altan bi têkoşîna xwe hê jî dibe mînak." 
 
‘NIHA DORA ME YE'
 
Bîlen destnîşan kir ku Altan tu carî hevpîşeyên xwe jî bi tenê nehiştiye û got: "Prara gava em ji ber doza helîkopterê hatin girtin wekî komele bi her awayî dozê şopand. Tim li cem me, malbata me û hevalên me bû. Niha jî dora me ye. Divê em bi performansa xwe û bi her awayî ragihandina heqîqetê morlaê hevalên xwe xurt bikin. Ev di heman demê de deynekî me ye ji bo hevalên me yên dîl hatine girtin û gelê me." 

Sernavên din

21/06/2022
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin