Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek

  • rojane
  • 09:03 18 Hezîran 2022
  • |
img
 
ŞIRNEX - Afiye Dûrak, dayika Cengîz Durak (Şervan Botan) ê YBŞ'yî ku di sala 2017’an de li Şengalê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê dan û xwest kurd li dijî van êrişan bibin yek. 
 
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin. Li dijî van êrişên li herêmê ên bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re bertek û nerazîbûn jî berdewam dikin. Afiye Dûrak, dayika yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Cengîz Durak (Şervan Botan) ê di sala 2017’an de li Şengalê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû jî bertek nîşanî vî şerî û hevkariya PDK'ê da. 
 
'JI KURDAN DITIRSIN'
 
Dûrak diyar kir ku zilma dewletê ji salên 90’î heya niha berdewam dike û kurdan gelek berdelên giranbuha dane û hê jî didin. Dûrak balê kişand li ser êrişên Tirkiyêyê yên bi hevkariya PDK’ê û got: “Haya me ji vî şerê xiyanetê heye. Daxwaziya me ew e ku ev şer xelas bibe. Em naxwazin bira bira bikujîne. Aştiyek mayinde û çareseriyek ji bo gelê kurd dixwazim. Bes êdî bila dilê dayikan neşewite. Ji kurdan ditirsin loma ew qas êrişê dikin. Lê kurd bi wan êrişan xelas nabin. Em ê her hebin. Em bi girtin û kuştinê xelas nabin. Em li pey doza xwe û mafê xwe ne. Gava dibêjin kurd hemû kes bêdeng dibin. Her kes li dijî kurdan dibe yek. Lê kurd ji bo xwe nikarin bibin yek. Heke em kurd bûbûna yek ev nedihatin serê me.”
 
‘DI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê DE ŞEHÎD KET'
 
Dûrak di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku kurê wê zilma li ser kurdan qebûl nekiriye û ji ber vê tev li nava refên PKK’ê bûye. Dûrak wiha got: “Kurê min beriya ku biçe behsa zilma li ser kurdan dikir û tim li dijî vê zilmê radibû. Bi vî şiklî bi ruhekî berxwedêr û bibiryar tev lê bû. Derbasî Şengalê bû û li wir fermandar bû. Di dawiyê de jî li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şehîd ket. Kurê min jêhatî û bêtirs bû. Zilm û heqeratê qebûl nedikir. Rêheval bû.. Ew çaxê li Şirnexê jî şer hebû. Xaniyên me dan ber topan û şewitandin. Me xwe bi zorê xelas kir û em neçar man dîsa vegerin Dêrgûlê û xaniyê xwe nû kir. Di pêvajoya qedexeya derketina derveyî ya li Şirnexê de agahiya şehadeta wî hat. Me nikaribû biçe cenazeyê wî wergire." 
 
JI BO CENAZEYÊ KURÊ XWE LI BER SÊMALKÊ NOBED GIRT
 
Dûrak diyar kir ku ji bo ku cenazeyê kurê xwe werbigire bi rojan li ber deriyê Sêmalkayê nobed girtiye û wiha axivî: “Tişta ku herî zêde dilê min dişewitîne nedîtina cenazeyê wî ye. Hema min kulmek axa wî jî bidîta bes bû. Gotina wî ya 'ji bo parastina we diçim' ji bîra min naçe. Ji bo ku cenazeyê kurê xwe wergirim çûm ber deriyê Sêmalkayê û min nobed girt. Bi rojan ez li wir mam, lê pêşmergeyan nehişt ku ez biçim ser tirba kurê xwe. Ez jî bi kezebeke şewitî vegeriyam.”
 
BANGAWAZÎ
 
Dûrak anî ziman ku tevî ev qas zil û neheqiyan jî ew li ser doza xwe ne û got: “Wekî min gelek dayikên dilşewat hene û cenazeyên xwe nedîtînê. Heta em sax bin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin. Em bi zarokên xwe serbilind in û kêfxweş in. Em yeqîn dikin ku wê serkeftin çêbibe. Banga min ji bo hemû kurdan e ku bila li pey doza xwe bin. Bila tu kes yên xwe ji bîr nekin û xwedî li bîranînên xwe derkevin." 
 
 
 

Sernavên din

21/06/2022
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin