Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin

  • rojane
  • 16:11 17 Hezîran 2022
  • |
img

AMED - Rojnamevanan ji bo hevpîşeyên xwe yên girtî daxuyanî dan û xwestin tavilê bên berdan û ji bo hevpîşeyên wan bigihîjin azadiya xwe dê têbikoşin. 

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKGP) ji bo balê bikişînin ser girtina 16 rojnamevanên li Amedê, li ber buroya JINNEWS’ê ya li Semta Ofîsa Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek rojnamevan û Parlamentera HDP’ê ya Amedê, rêveberên HDP’a Amedê, nûnerên rêxistinên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat vekirin û wêneyên 16 rojnamevanan hatin hildan. 
 
'DIVÊ TORA PIŞTEVANIYÊ BÊ AVAKIRIN’ 
 
Di daxuyaniyê de ewilî rojnamevan Fuat Yaşar axivî û wiha got: “16 hevalên me yên hatin girtin, niha rojnamevanên li vir nûçe dişopînin çi dikin, wan jî heman tiştî dikir. Rojnamegerî ne sûc e. Em ê her rojnamevaniyê bikin. Em banga piştevaniyê li hemû beşên civakê û rêxistinên rojnamevanan dikin. Divê hemû alî xwedî li dengê xwe derkevin. Ji bo ku rojnamevan dikaribin pîşeya xwe bidomînin pêwîste tora piştevaniya rojnamevanan were avakirin.” 
 
Rojnamevan Kejo Ekîncî jî xwest rojnamevanên hatine girtin demildest bên berdan û ew ê li ber zextan têbikoşin û ew ê li ser rêça Apê Mûsayan rojnamevaniyê bikin. 
 
‘EM Ê PÊNÛSA WE LI ERDÊ NEHÊLIN’ 
 
Edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Arjîn Dîlek Oncel jî bi bîr xist ku zextên li ser çapemeniyê ne nû ne û lê belê herî zede zext di serdema îktidara AKP’ê de pêk hatine û wiha got: “Niha 16 hevalên me bi awayek nehiqûqî li girtîgehê tên ragirtin. Hevalên ji çi tên tawanbarkirin, em jî wê tawanbariyê dikin. Em ê di şûna wan de nûçe û bernameyan çêbikin. Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin. Barê hevalên me li ser milê me ye. Heta hevalên me bên berdan em ê têbikoşin.” 
 
'DUH BOMBE KIRIN ÎRO DORPÊÇ DIKIN’ 
 
Nûçegihana JINNEWS’ê Medya Uren jî diyar kir ku 30 sal in çapemeniya azad dibe deng û rengê xelkê û wiha axivî: “Di van 30 salan de her tim êrişên îktidaran li ser çapemeniya azad hebûn. Duh avahiyên me dihatin bombebarankirin, îro jî avahiyên me tên dorpêçkirin. Duh em li naverasta kuçeyan dihatin qetilkirin, îro me diavêjin zindanan. Tiştek nehatiye guhertin. Îktidar hatin û çûn lê kevneşopiya çapemeniya azad berdewam kir. Em ê tu carî dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin. Ev agirê çapemeniya azad xêrnexwaza dişewitîne. Em dîsa dibêjin wê ev agir we jî bişewitîne.” 
 
‘GELO ÇIMA PIRSÊN ME WE ACIZ DIKIN?’ 
 
Edîtorê MA’yê Bîlal Guldem jî bi şandina silavên bo rojnamevanên girtî dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Em destpêkê de dibêjin divê gavek beriya gavekê hevalên me bigihîjin azadiya xwe. Em li vir carek din dipirsin gelo di destê hevalên me de ji bilî pênûs, kamera û wênegirê çi hebû? Hevalên me çi ji we kirine? Em şahidiya rojnamevaniya wan dikin. Wan denge rastiyê û heqîqetê radigihand. Wan tene nûçe û bernameyan çêdikirin û ji ber vê hatin girtin. Em ê li ser şopa Apê Mûsayan, Cengîz Altûnan vê kevneşopiyê bidomînin. Lê me dibêjin bila qet dilê hevalên me li pey nemîne, em ê karê we jî bikin. Em dipirsin gelo çima pirsÊn me we aciz dikin? Gelo em mecbûr in li gorî dilê we pirsan bikin? Naxêr. Em ê her tim pirsên ku heqîqetê derdixin holê bikin.” 
 
'RASTIYAN VEDIŞÊRIN’ 
 
Rojnamevan Selman Çîçek jî anî ziman ku rojnamevanên ku divê nûçeyan bişopandina lê di girtîgehê de ne û got: “Heke hevalên me nebûna wê cînayetên Kemal Kûrkût, Tahîr Elçî, Îpek Er nehatina bihîstin. Çimkî rastiyê vedişêrin. Lê em dibêjin kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike.” 
 
HETA AZADIYÊ TÊKOŞÎN 
 
Herî dawî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu axivî û got ew carek din dibêjin ku rojnamevanî ne sûc e û wê her vê yekê bibêjin û heta hevalên wan girtî bên berdan û azad bibin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

18/06/2022
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’
16:49 Doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê hat lidarxistin
16:45 Fezlekeya derheqê Aydenîz de şandin Wezareta Edaletê
16:39 Kesên ji ber tîşortê biDemîrtaş hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:38 Ji bo girtiyên siyasî bikarin ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
16:21 Nobeta Edaletê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir
16:13 Li Qilebanê zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest da
16:07 Hinceta girtina rojnamegeran: Naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê ye
16:06 Beştaş bi fulara kesk, sor û zer beşdarî Lijneya Giştî bû
15:58 Bi hinceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ cezayê hefsê dan birayê Medenî Yildirim
15:46 Girtina rojnamevanan hat protestokirin: Wê têkoşîna me berdewam bike
15:19 Dema binçavkirinê ya rojnameger Încî Hekîmoglu hate dirêjkirin
15:18 Muzîkjenên di daweta ku zava lê hatibû girtin de hatin berdan
14:43 Doza gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê taloq bû
14:39 Rojnamevanên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên dan: Rojnamegerî ne sûc e
14:28 Girtina rojnamegeran li Îzmîrê hate protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
14:25 Baroya Amedê: Girtin mudaxaleya li çapemeniya azad e
13:56 Li bejahiya Licê operasyona leşkerî dest pê kir
13:51 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
13:48 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin berdin
13:43 MXDŞ: Êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hate kirin
13:23 Ceza li rojnameger Aslan hat birîn
13:17 Meclisa Jinan a HDP'ê bersiv: Meşrûyete Soylû tuneye
13:10 Di pevçûnên li Zap û Avaşînê de leşkerek hate kuştin
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin