Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim

  • rojane
  • 09:08 16 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûrten Çelebî, hevjîna siyasetmedar Mehmet Zekî Çelebî yê li Silêmaniyê hat qetilkirin diyar kir ku heya kujer neyên dîtin dê bitêkoşe û got: "Heya ez van kujeran nebînim, hesab nepirsim û ew neyên cezakirin ez ê nesekinim." 
 
Di ser kuştina siyasetmender Mehmet Zekî Çelebî ku di 17'ê Gulanê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, 30 roj derbas bûn. Di dîmenên dema gulebarankirina Çelebî de kifş bûbû ku kesên bera wî dane bi rihetî tevdigerin û diçin Hewlêrê. Li gel van dîmenan jî heya niha tu kes nehatiye girtin ji aliyê asayîşa herêmê ve. 
 
Nûrten Çelebî, hevjîna Mehmet Zekî Çelebî diyar kir ku heta kujerên hevjînê wê neyên dîtin û darizandin dê bitêkoşe.
 
Nûrten Çelebî anî ziman ku beriya hevjînê wê bê kuştin gelek caran gef lê hatine xwarin û ji ber vê gelek caran haya asayîşa herêmê pê xistine, lê dîsa jî tu tevdîr nehatine girtin. Çelebî got: "Em heta sala 2010’an li Wanê man. Piştî sala 2010’an dosyeya hevjînê min ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Destpêkê hevjînê min û pişt re jî em koçberî Silêmaniyê bûn. Ji wê demê heta bûyerê em li wir man. Weke hemû bakuriyên li wir, bi telefonê di demên cuda de gef li hevjînê min dihatin xwarin. Ev gef di pêvajoya dagirkirina Efrînê de destpêkirin. Me hemû gef tespît kirin û me tevî beglgeyan da rayedaran, lê dîsa jî tu tevdîr nehatin girtin. Di têkoşîna 40 salî de dewlet û hêzên wê yên tarî ne tenê li qadên şer, li hemberî siyasetmedarên kurd ên welatparêz ên ku hewl didin jiyana xwe ya sivîl bidomînin jî qetlîamên bi vî rengî pêk anîne. Ev sûîqesta ku li hemberî hevjînê min hatiye kirin jî parçeyek vê bû. Û ev sûîqestek li dijî nasnameya welatparêziyê ya hevserê min bû."
 
'MA QET NAYÊ TESPÎTKIRIN'
 
Nurten Çelebî da zanîn ku heta niha asayîşa herêmê der barê qetilkirina hevjînê wê de tu tişt ji wan re negotine û wiha domand: "Belê, ev sûîqest ji aliyê dewleta tirk ve bi alîkariya PDK'ê tên kirin. Nêzî mehek di ser qetilkirina hevserê min re derbas bûye, lê hê jî tu binçavkirin çênebûne û agahî bi dest me neketine. Tenê bi kurtî agahî dan ku du kesên bi motorsîklêtê direvin û piştî demekê ev motorsîkletê dihêlin û di nava 37 deqîqeyan de jî bi wesayitê ji sînorên Silêmaniyê  derbasî cihekî din bûne. Ya ku ez dipirsim û meraq dikim ev e: Ev kes piştî vê sûîqastê li Silêmaniyê mane. Ev kes li Silêmaniyê li ku mane? Otêla ku lê mane û agahiyên wan, motorsîklet an jî wesayita ku bi kar anîne çawa hatine bidestxistin? Yanî ma qet nayê dîtin?"
 
'HETA HESABDAYÎNÊ EZ Ê NESEKINIM'
 
Çelebî anî ziman ku heya kujerên hevjînê wê neyên dîtin dê bitêkoşe û di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ev rewş jî bi awayekî vekirî nîşan dide ku ev sûîqesteke plankirî ye. Ne PDK'ê li ser vê yekê daxuyanî da ne jî me daxuyaniyeke cidî li vir dît. Ez wek hevjîna wî, dixwazim hesabê vê yekê bê dayîn. Divê ew hesabê vê yekê bidin min. Hevjînê min li Silêmaniyê, bi alîkariya MÎT’ê ku PDK piştgiriyê wê dike, li bajarekî ronakbîran yê Kurdistanê hat qetilkirin. Çima ez dibêjim bi piştgiriya PDK’ê? Ji ber ku li gor agahiyên ku heya niha bi dest me ketine, ew kes çûne wir. Lê PDK daxuyaniyeke wiha nade. Ev nîşan dide ku bi alîkariya wan pêk hatiye. Lê Silêmanî jî tiştekî nabêje. Bi rastî ez li vir ji rayedaran dipirsim; Li kolaneke qelebalix a wek Cadeya Baxtiyarî hevjînê min çawa li ber dikanê tê qetilkirin? Û ev kes çawa di 37 deqîqeyan de bi motorsîkletê derdikevin û diçin? Qey qet kamera tune ne? Li vir li her kolanê bi dehan kamera hene. Çawa dîmenên wan tune ye? Du zarokên min hene. Ez ê çawa hesab bidim zarokên xwe ku kî bavê wan kuştiye. Ji bo dîtina berpirsyaran, di vê pêvajoya darazê de çi ji destê min bê ez ê bikim. Ji bo hesabê wî bê pirsîn pêvajoyek daye destpêkirin, ez nikarim bisekinim, nasekinim jî. Heya ez van kujeran nebînim û hesab nepirsim û ew neyên cezakirin ez ê nesekinim."
 

Sernavên din

18/06/2022
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’
16:49 Doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê hat lidarxistin
16:45 Fezlekeya derheqê Aydenîz de şandin Wezareta Edaletê
16:39 Kesên ji ber tîşortê biDemîrtaş hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:38 Ji bo girtiyên siyasî bikarin ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
16:21 Nobeta Edaletê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir
16:13 Li Qilebanê zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest da
16:07 Hinceta girtina rojnamegeran: Naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê ye
16:06 Beştaş bi fulara kesk, sor û zer beşdarî Lijneya Giştî bû
15:58 Bi hinceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ cezayê hefsê dan birayê Medenî Yildirim
15:46 Girtina rojnamevanan hat protestokirin: Wê têkoşîna me berdewam bike
15:19 Dema binçavkirinê ya rojnameger Încî Hekîmoglu hate dirêjkirin
15:18 Muzîkjenên di daweta ku zava lê hatibû girtin de hatin berdan
14:43 Doza gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê taloq bû
14:39 Rojnamevanên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên dan: Rojnamegerî ne sûc e
14:28 Girtina rojnamegeran li Îzmîrê hate protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
14:25 Baroya Amedê: Girtin mudaxaleya li çapemeniya azad e
13:56 Li bejahiya Licê operasyona leşkerî dest pê kir
13:51 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
13:48 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin berdin
13:43 MXDŞ: Êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hate kirin
13:23 Ceza li rojnameger Aslan hat birîn
13:17 Meclisa Jinan a HDP'ê bersiv: Meşrûyete Soylû tuneye
13:10 Di pevçûnên li Zap û Avaşînê de leşkerek hate kuştin
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin