Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin

  • rojane
  • 09:05 14 Hezîran 2022
  • |
ŞIRNEX - Li Zozana Berkanîka ya navçeya Elkê ya Şirnexê berîvanên ku bi salan e pez xwedî dikin ji ber polîtîkayên şer ê hikûmetê êdî heqê keda wan jî bi dest wan nakeve. Bêrîvanên ku ji vê rewşê nerazîne gotin: "Penîrê ku em  bi zehmetiyeke mezin çêdikin bi 40 lîreyan difiroşin, lê penîrê ku marketê tê firotin tenê parçeyeke wî bi 30 lîreyan tê firotin. Ma ev heqê xwedê ye?"
 
Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şer ê hikûmeta AKP-MHP'ê aloziya aborî her ku diçe berfireh dibe û dixitime. Hikûmeta ku di polîtîkayên xwe yên aborîyê de têk diçe çareseriyê jî di bihakirinê û zeman de dibîne. Bufçeya ku ji şer re tê veqetandin dibe sedemeke sereke ya têkçûyina aboriya Tirkiyeyê. 
 
Deverên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin jî para xwe ji aloziya aborî girtine û nema dikarin pez xwedî bikin. Li navçeya Elkê ya Şirnexê bêrîvanên ku her rojn şeveqê zû berê xwe didin Zozana Berkanîka heqê destê wan bi dest wan nakeve. Jinên ku bi salane bêrîvaniyê dikin û debara xwe bi sewalkariyê dikin ji ber aloziya aborî û bêqimetkirina sewalkariyê nerazî ne.
 
 
'EM KÎLOYÊ 40 LÎREYAN DIDIN,A101 PERÇEYEKÎ 30 LÎREYAN DIDE'
 
Esmer Dûrmûş a 60 salî anî ziman ku keda wan tê binpêkirin û ev yek bi krîza aborî re hîn bêtir berbiçav bûye û got: "Em her roj saet di 8'an de tên bêriyê. Heta ku em diçin em yek saniyeyekê jî nasekinin. Em rojê du caran pez didoşin. Heta ku em diçin malê saet dibe 5'ê êvarê. Pez xwedîkirin gelek zehmet e. Me bayê 70'ê hezaran qa kirî. Ew jî heta ku têra biharê kirî. Êdî tu feydaya pez nemeye. Hema ew e ku kar tune ye û ji nêçariya xwe xwedî dikin. Dewlet jî bi tu awayî piştgiriyê nade me. Çend rojên din em ê koneyên xwe li zomê vedin. Vê carê jî dibe 2 mal û debar pir zehmet dibe. Aloziya aborî heye û tişt giran bûne. Li mala me tenekeyeke rûn 20 rojan jî têra me nake, Ji ber ku qerebalix e. Em ji nêçariya xwe pez xwedî dikin. Ew jî em dibêjin goştê me hebe, ku em bikaribin bixwin."
 
Dûrûmûş bertek nîşanî kesên dibêjin  krîza aborî tune ye da û got: " Torbeyê arî hatiye 400 lîreyan, tenekeya rûn bûye 800. Çawa dibe ku dibêjin krîz tune ye. Ma ev ne krîze? Penîrê ku em  bi zehmetiyên mezin çêdikin bi 40 lîreyî difiroşin, lê penîrê ku li A101'ê tê firotin tenê parçeyeke bi 30 lîreyan tê firotin û ew jî têra 2 taştêyan jî nake. Ma ev heqê xwedê ye? Berê dewlemendên gundan ew bûn ê ku pez xwedî dikir. Lê niha xizanê gund bûne ew. Lê bi qasî jî destê me bê em ê pezê xwe xwedî bikin."
 
'QÎMETA PEZ NEMA'
 
Ji bêrîvanan Hatûn Dûrmûş a 57 salî jî bertek nîşanî polîtîkayên şer ên hikûmetê dan û anî ziman ku sedema sereke ya van aloziyan polîtîkayên hikûmetê ne û got: "Berê qîmeta pez hebû. Berê me ji pez sûd digirt. Lê niha tu feyda wî ji me re tune ye. Her tiştek bihabû ye, tu xweşiya tiştekî nema ye. Zem avêtiye ser her tiştekî. Her roj zem diavêje ser mazotê. Êdî mirov nikare debara xwe bike.Tu maaşê me nîn e. Em bi vî pezî ve rezîl dibin. Ev ne xema dewletê ye jî. Kî biçe çiyayan ji xwe re giya kom bike jî dibêjin 'terorîst e' dikujin. Em her tiştî dikirin. Ceh dikirin, ka dikirin. Niha tu qîmeta pez nema ye. Kes pez nakire. Tu xweşiya vê demê nemaye. Em jî debara xwe bi sewalkariyê dikin. Lê nahêlin ku em pez jî xwedî bikin. Her roj şer e, her roj diçe cihekî şer dike. Li vir debara her kesî li ser vî pezî ye. Heke ku pez xwedî nekin zarokên wan wê birçî bimînin."
 
'JI BER BIHABÛNA MAZOTÊ EM Ê LI VIR BIMÎNIN'
 
Eydê Dûrmûş a 56 salî jî diyar kir ku Tirkiye di rewşeke awarte re derbas dibe û wiha axivî: "Em bi zehmetiyeke mezin pez xwedî dikin. Êdî pezxwedîkirin ne weke berê ye. Bûye krîz em êdî nikarin zarokên xwe û pezê xwe xwedî bikin. Em heta êvarê li ber vê tavê pez didoşin. Heqê destê xwe bi dest me nakeve. Debara me jî ev peze ye, lê ew jî nema dikarin xwedî bikin. Hem ji ber van qedexeyan û hem jî ji ber vê aloziyê kes nema ku pez xwedî bike. Em dixwazin ku her tiştek erzan bibe ku em jî bikaribin pez xwedî bikin. Pere tune ye ku em heqê erebeyê bidin. Ji ber ku mazot biha bûye em ê koneyên xwe li vir vedin û heta payîzê li vir bimînin."
 
BERÊ BI 700 LÎREYAN,NIHA NIKARIN BI 7 HEZARAN DEBARA XWE BIKIN
 
Ji şivanan Rahmî Yîgît ê 60 salî jî bilêv kir ku  aloziya heyî bandoreke neyînî li ser wan dike û got: "Pêşiya niha dema ku 100 lîre di berîka mirov de bûya mirov dikaribû her tiştekî bikire. Lê niha mîlyarek jî di berîka mirov de be, mirov biçe tiştek pê nayê. Niha meha me şivanan 7 hezar e. Berê bi 700'Î bû bû û me dikarî zarokên xwe pê xwedî bike. Lê niha em nikarin bi 7 hezaran debara xwe bikin. Weke din jî şivanî jî gelek zehmet e. Em bi zehmetî debara xwe dikin. Her roj zemeke dîavêje ser. Ev 15 sal in ez li vê herêmê şivaniyê dikim, lê cara yekem e ku ez vî tiştî dibînim. Niha kesek nikare debara xwe bike û pere bê qîmet dibe û her tiştî jî zem dikin û milet perîşan kirin."

Sernavên din

16/06/2022
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan