ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • rojane
  • 09:00 14 Hezîran 2022
  • |
img
* Nivîskar Ayşe Duzkan diyar kir ku piştevaniya ji bo rojnamevanên kurd ên di binçavan de kêm e û got: "Divê bê zanîn ku dê ev çewisandin tenê bi çapemeniya kurdî ne sînorkirî bin. Hema ji bo azadiya xwe be jî divê mirov li ber vê çewisandinan rabe. Ji lew re dê dor bê wan jî." 
 
* Dayika Elîf Ataman ku di sala 2017'an de di şer de jiyana xwe ji dest da û hê jî cenazeyê wê wernegirtiye bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê û wiha bertek nîşan da: "Zarokên me îro axa Barzanî diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dike." 
 
* Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyon ya Jimare 1 a Tîpa T'yê di roja 22'yan de didome. Hat diyarkirin ku heke daxwaz neyên qebûlkirin dê girtiyên din jî daxilî greva birçîbûnê bibin. 
 
* Li Zozana Berkanîka ya navçeya Elkê ya Şirnexê berîvanên ku bi salan e pez xwedî dikin ji ber polîtîkayên şer ê hikûmetê êdî heqê keda wan jî bi dest wan nakeve. Bêrîvanên ku ji vê rewşê nerazîne gotin: "Penîrê ku em  bi zehmetiyeke mezin çêdikin bi 40 lîreyan difiroşin, lê penîrê ku marketê tê firotin tenê parçeyeke wî bi 30 lîreyan tê firotin. Ma ev heqê xwedê ye?"
 
* Dayika Husna Ataman ku 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye, anî ziman ku dixwaze dixwaze berî bimire kurê xwe bibîne. 
 
* Li Sêwregê 4 sal berê bira û zarokên parlementerê AKP'î yê berê Zulfîkar Îzol 4 xizmên xwe kuştibûn. Di dozê de tenê Mehmet Metîn Îzolê ku dêya wî û birayê wî wî hatine kuştin girtiye.
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 463'yemîn de berdewam bike. 
 
* Doza derbarê Parlamentera HDP'ê Huda Kaya de hatiye vekirin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
 
* Danişîna doza endama Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elif Tirenç İpek Ulaş dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
 
* Danişîna doza derbarê siyasetmedarê kurd Mehmet Şirin Tunç de hatiye vekirin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
 
* Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Celal û Adil ên di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsa Rihayê ku ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê İbrahim Halil Yildiz ve hatibûn qetilkirin, dê li ser gora xwe bên bibîranîn. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî dê li ber Edliyeyê nobedê bigire. (10.00-15.00 ) ZINDÎ
 
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)
 
* DFG û MGKP têkildarî binçavkirina rojnamevanan û serdegirtina saziyên çapemeniyê dê li ber avahiya JINNEWS'ê ya li semta Ofîsê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00) ZINDÎ
 
* Komeleyên Dêrsimê yên li Îzmîrê û Komeleya Elewiyên Demorkatîk wê têkildarî operasyonên leşkerî yên li Dêrsimê li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
 
* Doza derbarê Gerînendeyên Nobedar ên Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Şebnem Korur Fincancı, Erol Onderoglu û Ahmet Nesîn de hatiye vekirin, dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (13.30)
 
 
 

Sernavên din

16/06/2022
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan