AMED - Li navçeya Pîranê bi tevlîbûna cerdevanan operasyona leşkerî hat destpêkirin û gundên Pîrejman, Herîdan û Şîngîrîk Cor ên navçeyê hatin dorpêçkirin.
Li navçeya Pîranê ya Amedê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin operasyon di 10'ê hezîranê de hatiye destpêkirin û li gundên Pîrejman, Herîdan û Şîngîrîk Cor ên li herêma çiyayê Gorseyê yê navçeyê berdewam dike.
GUND DI BIN DORPÊÇÊ DE NE
Hat hînbûn ku cerdevan jî tev li operasyonê hatine kirin û di çarçoveya operasyonê de têketin û derketin gundan hatiye qedexekirin û leşker zextê li gundiyan dikin.