Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin

  • rojane
  • 14:45 11 Hezîran 2022
  • |
img

STENBOL - Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin Îş a DÎSK’ê Farûk Eren di daxuyaniya derheqê 20 rojnamegerên binçavkirî de axivî û wiha got: “Heke îro bertek nîşanî binçavkirina neheq û derhiqûqî neye nîşandan dê sibe heman zext li deriyê her kesî bixin.” 

 
Rojnamegeran bi pêşengtiya Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan Çapxanayê ya Tirkiyeyê (DÎSK Basin-Îş) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), têkildarî binçavkirina 20 jê rojnameger bi giştî 21 kesên li Amedê hatine binçavkirin, daxuyanî da. Daxuyanî li navenda sendîkayê hate dayîn. Di civînê de pankarta “Em bêhnê nastînin, rojnamegerî nayê xeniqandin” hatibû daliqandin. Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îş’ê Farûk Eren, endamên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezpotamyayê (MKGP), rojnameger Tugrul Eryilmaz, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Farûk Eren anî ziman ku rojnameger her roj rastî zexteke cuda tên û wiha domand: “Salek berê me rêxistinên pêşeyî dîsa ji ber zextên li ser rojnamegeran li Cagalogluyê ji Walîtiya Stenbolê re gotibû; ‘Em nikarin bêhnê bistînin, rojnamegerî nayê xeniqandin’ û em meşiya bûn. Polîtîkaya tundiya li ser rojnamegeran û krîmînalîzekirina wan her ku diçe girantir dibe. Di çalakiyên salvegera Geziyê de gelek rojnameger hatin binçavkirin û derbkirin. Lewma jî me gilî kiribû. 20 hempîşeyên me li Amedê hatin binçavkirin û ev 4 roj in di bin çavan de ne. Sûcekî kup ê tên darizandin tune ye. Rêbazê binçavkirinê li dijî hiqûqê ye. Bi awayekî derhiqûqî dest danîn ser kompîtir û alavên wan. Hefteyek berê Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu hatibû binçavkirin û hevserokê din Serdar Altan bi daxuyaniyekê bertek nîşan da bû. Niha jî Altan hatiye binçavkirin û Muftuoglu bi daxuyaniyê bertek nîşan dide.” 
 
‘KEVNEŞOPÎ MEZINTIR BÛ’
 
Bi domdarî Eren got ku zextên li ser çapemeniya kurd her ku diçe girantir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin ku li dijî van zextan bertekên têrker nayên nîşandan. Rewşeke cidî li holê ye û rojnamegeriyê difetisînin. Li gel ewqas binçavkirin, girtin û tundiyê jî kevneşopiya çapemeniya azad rastî gihande civakê. Di demên berê de bi kuştin û bombekirinê hewl dan tune bikin lê ev çand her ku çû mezintir bû. Bêguman ev zext ne tenê li ser çapemeniya kurd lê li ser hemû derdorên ku desthilatdar ji weşanên wan aciz tên kirin. Lê belê heke îro bertekeke xurt li dijî binçavkirina neheq û derhiqûqî ya rojnamegerên kurd neyê nîşandan, ev zext sibe dusibe dê li deriyê her kesî bixe. Dixwazin mafê agahîgirtinê yê civakê bi temamî tune bikin. Desthilatdariya qesrê dixwazin bi medyaya xwe bikeve hilbijartinê. Lê wekî her carê dê vêcarê jî nekare bi ser keve. Banga min li hemû rojnameger û rêxistinên pîşeyî ew e ku xwedî li rojnamegerên binçavkirî derkevin. Divê hevalên me di zûtirin demê de bên berdan. Kesek nikare dengê çapemeniya azad qut bike. Rojnamegerî sûc nîne.” 
 
‘ROJNAMEGERÊN KURD BÊDENG NEBÛN’
 
Piştre jî Rêvebera Şaxa TGS’a Stenbolê Çagri Sari axivî û wiha got: “Tu agahiyan nadin parêzerên wan. Em li Tirkiyeyeke wisa dijîn ku neçar dimînin ku tawanên li wan tên kirin li ser AA’yê hîn bibin. Banga min li hemû kesî ew e ku xwedî li rojnamegerên binçavkirî derkevin. Em dizanin bê ka rojnamegerên kurd çima hatine binçavkirin. Di serdemekî ku zext li herêmê ewqas giran bûyî de, di serdemekî ku qala ‘operasyonên li derveyî welat’ tên kirin û di demekî ku li Sûrê hestiyên mirovan derdikevin de dixwazin rastiyê veşêrin. Bi dehan salan rojnamegerên kurd li dijî van zextan bêdeng neman. Divê em xwedî li wan derkevin û bi hev re têbikoşin.” 
 
‘KELEHA RÛMETÊ’
 
Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Zana Kaya jî diyar kir ku heke li Tirkiyeyê mekanîzmayeke zextê bikeve meriyete, ji ewil li ser rojnamegerên kurd tê sepandin û wiha pê de çû: “Piştre jî dor tê yên din. Rojnameger û dezgehên çapemeniyê yên ‘muxalîf’ ku di xwe de nabînin li gel rojnamegerên kurd xuya bikin; reva we tune ye, dor dê were we. Divê em bi hev re li dijî van zextan bisekinin. Kevneşopiya Çapemeniya Azad dizane di her şert û mercan xwe li ser pêyan bigire. Banga me ew e ku em xwedî li pîşeya xwe derkevin. Çapemeniya azad, keleha rûmetê ye. Divê hemû derdorên civakê xwedî li mafê xwe yê agahîgirtinê derkevin.” 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Herî dawî jî parlamenter Zuleyha Gulum bertek nîşan da û ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd siyaseta dijminatiyê dimeşîne. Êrişa dawî ya li dijî rojnamegeran jî parçeyeke vê siyasete ye. Dema dixwazin civakekî bêdeng bikin, ji ewil çapemeniyê bêdeng dikin. Divê em xetên têkoşîna hevpar ava bikin. Heke çapemenî nebe, mekanîzmayeke ku em bikarin agahiyan bigirin tune ye. Lewma bang me li hemû kesî ew e ku xwedî li rojnamegerên binçavkirî derkevin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û bi çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

13/06/2022
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin
09:07 Rojnameger Êzidî: Hedef Pergala Neteweya Demokratîk e
09:06 Yildiz a bi êrişê re rû bi rû ma du caran serî li polîsan daye
09:05 Girtiyên ku li odeyeke du kesî ferzkirina 'hejmariya li ser pêyan' qebûl nekirin hatin derbkirin
09:04 Li Mêrdînê li nexweşxaneyekê radyasyona zêde hatiye tespîtkirin
09:01 Dozger êrişa robokopan qebûl kir, lê biryara neşopandinê da!
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
11/06/2022
22:33 Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê