MÊRDÎN - Zaroka ku hate îdiakirin li navçeya Qoserê di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da.
Hate îdiakirin ku Havîn Algûr a 14 salî duh bi şev di şaneşîna mala xwe ya qata 6'an a li Taxa Şahkûlûbey a navçeya Qosera Mêrdînê de ketiye. Piştî ku kesên derdorê agahdarkirin tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û Algûr rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Algûr tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.
Ji bo kirariyên otopsiyê cenazeyê Algûr rakirin morgê, têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.