ŞIRNEX - Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve esker hatin sewqkirin.
Operasyonên eskerî yên li Çiyayê Cûdî, Gabar û herêma Bestayê ji 30'yê Nîsanê ve didomin. Di çarçoveya van operasyonan de çend roj in li van herêman liv û tevgera hewayî û bejahî bênavber didome. Her wiha hat diyarkirin ku îro danê êvarî ber bi Çiyayê Cûdiyê ve esker hatine sewqkirin.