Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin

  • rojane
  • 09:03 7 Hezîran 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Fîrdevs Poyraz ku di dema qedexeyên derketina derve yên Cizîrê de xaniyê wê hatiye hilweşandin û hevjînê wê Onder Poyraz hatiye girtin, gava hevjînê wê hatiye girtin zarokên wê biçûk bûne û ji ber vê niha bavê xwe nas nakin. Poyraz dixwaze hevjînê wê yê nexweş bê berdan. 
 
Li Tirkiyeyê di sala 2016'an de li gelek bajêr û navçeyên kurdan ji aliyên rêveberiyên herêmê ve Rêveberiya xweser a Demokratîk hat ragihandin. Li gel ragihandina xwerêvebirinê qedexeya derketina derve hat îlankirin û bi van qedexeyan re bajar û navçe hatin dorpêçkirin. Ji navçeyên qedexe lê hat îlankirin û hat dorpêkirin yek jê jî navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Bi ragihandina qedexeyê re li ser her girekî, li her taxekê polîsên taybet hatin bi cihkirin. Li navçeyê li gel ragihandina qedexeyan ceyran hat qutkirin, depoyên avan hatin teqandin. Şêniyên navçeyê ji pêdiviyên herî mirovî bêpar hatin hiştin. Di şer û pêvçûnan de bi dehan welatî hatin qetilkirin û malên wan hatin hilweşandin. Li Cizîrê di jêrzemînên avahiyan de 177 welatî hatin qetilkirin. Li navçeyê hêj di her malekê de şopa guleyan heye. Her malek xwedî çîrokek e. Ji van malan di hinan jê de êş, di hinanan jê de bîranîn û di hinan jê de jî jî kenê ku nîvco mayî veşartiye... Ji van malan yek jê jî mala Fîrdevs Poyroz e.
 
Fîrdevs Poyraz beriya qedexeya derketina derve dema di wextê findeqan de diçe kar, Onder Poyraz nas dike û paşê pê re dizewice. Piştî ku dizewicin tên li Taxa Yafes a Cizîrê bi cih dibin. Pişt re 2 zarokên wan çêdibin. Navê Botan li zarokê xwe yê ewil dikin. Berî 3 sal dis er zewaca wan re derbas bibe Onder Poyraz di qedexeya derketina derve de birîndar dibe û pişt re jî bi îşkenceyê tê girtin û bi îdia "Xerakirina yekîtiya dewletê" û "endamtiya rêxistinê" 2 caran cezayê muebeda giran lê tê birîn. Dema ku Poyraz tê girtin keça wî Menîce hê yek mehî ye. Her wiha di dema qedexeyê de mala wan jî tê gulebarankirin û derî paceyên wan tên şikandin. Piştî ku Poyraz tê girtin hevjîna wî tevî her du zarokên xwe dimîne. Piştî wextekê Poyraz ji bêgavî ji xaniyê xwe derdikeve û diçe cem dêya xwe wan. Sedem jî, ew e ku mala wan di hewşa mala dêya wê de ye. Ji bo ku wan bîranîn û rojan ji bîr neke li hemberî mala xwe dimîne. Keça wê û kurê wê bavê xwe nedîtine û nas nakin. Bavê wan jî  piştî 6 salên li Girtîgeha Şirnex a Tîpa T'yê, sewqî Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T'yê hatiye kirin. Her wiha Poyraz 3 sal in di hucreyê de ye û nexweş e. 
 
ZAROK WÎ NAS NAKIN 
 
Fîrdevs Poyraz bilêv kir ku gava hevjînê wê hatiye girtin zarokên wê pir biçûk bûne û ji ber vê zarok bavê xw enas nakin. Poyraz got: "Dema ku Onder hat girtin keça min hê yek mehî bû. Keça min niha 7 salî ye.Dema ku ez wê dibim girtîgehê cem wî, bavê xwe nas nake. Nahêle ku dora wê be, bi telefonê jî pê re naaxive. Kurê min Botan jî dema ku bavê wî hat girtin yek salî bû. Ev sal û nîve ku ew birine Êlîhê. Beriya ku nebiribûn Êlîhê nedihiştin ku zarokan bibim hevdîtinê. Nehiştina hevdîtina zarokan a bi bavê wan re jî digotin,'Divê tu testa wan a koronayê bigirî.' Testa zarokan heta niha nedigirtin. Lê piştî ku me gilî kir, gotin bînin. Ji ber vê min 6-7 mehan zarok nebirin. Nedihiştin wan bibim. Min heta ber deriyê girtîgehê jî dibir, nedihiştin. Zivistan bû, sar bû. Heta ku em di deriyê girtîgehê re derbas dibûn em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû diman. Heta ku gorên pêyên me jî derdixin, pora me vedikin, lêgerîna tazî dikin. Heman lêgerîn ji bo zarokan jî derbasdar e. Dema ku zarokên xwe dibim wir Botan diçe cem bavê xwe, lê Menîce naçe. Menîceyê ji ber ku ew neditiye naçe cem wî. Her carê jî pirsa bavê xwe dike û dibêje, 'Çima bavê her zarokekî tê wan dibe parqê, çima bavê min nayê, çima nahêlin bê? Ma bavê min çi li wan kiriye?' Carna kurê min jî dibêje, 'Bila min bigirin û bila bavê min piçek bê malê, ez ê li şûna wî biçim.'"
 
BI SEDAN BÎRANÎN DI XANIYEKÎ WÊRANKIRÎ DE
 
Poyraz anî ziman ku ew her gava ku li vî xaniyî dinêre ew kirinên qedexeya derketina derve tên bîra wê û wiha domand: "Ev mal, mala me bû. Dema qedexeya derketina derve xerab kirin. Bi zanebûn hilweşandin. Her du alî hilweşandine. Her derê wê rutûbet e. Em 5-6 salan tê de man. Piştî ku hilweşandin em jî ji bêgavî ji wir derketin. Dema ku ez li vê avahiyê dinêrim bîranîn min û Onder ên bi hev re tên bîra min, Cizîrê tê bîra min. Ew 3 meh ji me re gelek zehmet bû. Kurê min tê de derûniya xwe xerab kir. Ew roj tên bîra min. Hem xweşî û hem jî nexweşî tên bîra min." 
 
'ÊDÎ NIKARE AVÊ JI VEXWE'
 
Poyraz bi lêv kir ku tenduristiya hevjînê wê jî xirab e û got: "Nexweş e, wî derman nakin. Ji bo ku bê tedawîkirin em daxwaznameyê jî didin, lê nayê qebûlkirin. Çi bixwe jî dilê wî li hev dikeve. Dibin revîrê tînin û diavêjin hucreyê. Beriya cejnê ez çûm hcem wî, gelek nexweş bû. Got, 'Ji ber mîdeya xwe ez nikarim îdare bikim. Ez çi bixwim diavêjim.' Êdî nikare avê jî vexwe. Mîda wî êdî avê jî qebûl nake. Em dixwazin bê berdan. Miroveke ku di vê rewşê de divê bê dermankirin. Platîn di pişta de ne. Divê bê emeliyatkirin û ew platînên di pişta wî de divê bên derxistin. Ez dixwazim bê berdan. Min tu xweşî nedît, lê ez dixwazim zarokên min bibînin. Ez li wan dinêrim, pir diqehirim."  
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

08/06/2022
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin