Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye

  • rojane
  • 09:11 5 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berîtan Zagros diyar kir ku PDK'ê li herêmê ser têkçûyina Tirkiyeyê bi propagandayên şerê taybet dinixumîne û got: "Tişta ji destê PDK’ê tê texsîr nake û dewleta Tirk jî derbas kiriye. Lê Kurdan destê xwe ji PDK’ê şûştiye." 
 
Êrîşên Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêka Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Êrîşên ku ji hewayî û bêjahî ve hatine destpêkirin bi rojan in bênavber berdewam dikin, lê heta niha encameke bebriçav bi dest nexistiye. Dewleta tirk a ku li ser herêmê êrîşên xwe didomîne, di êrîşan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê HPG'ê ve hatiye dayin heta niha di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 8 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Li gel vê şêniyên herêmê jî bandorek nebaş ji çekên kîmyewî werdigirin. Li herêmê ku bi tanq û topan tê bombebarankirin, şerekî dijwar diqewime. Girêdayî vê li herêmê aloziyên navxweyî jî berdewam dikin. Rojnamevan Berîtan Zagros pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ên derbarê êrîşên li ser herêmê û şerê diqewime bersivandin. 
 
Şerê ku niha diqewime bandoreke çawa li ser herêmê dike?
 
Di asta cîhanî û herêmî de şerekî dijwar dimeşe. Şerê ku heya niha li Rojhilata Navîn dimeşiya bi destwerdana Rûsyayê li Ukraynayê re berbelavê erdnîgariyeke berfirehtir bû. Di bingeha hemû şeran de şereke îdeolojîk hebe jî, di roja îro de şerê enerjî, aborî, av û hwd. jî tê kirin. Lê di qonaxa ku niha sîstem hatiyê de nikare wekî berê berdewam bike. Ji bo temenê xwe dirêj bike, pêwîstiyê bi hinek guhertinan dibîne, lê ev guhertin ne li ser esasê guhertineke bingehîn in. Jixwe gelek alî şerên niha wekî şerê cîhanî yê sêyemîn bi nav dikin. Helbet karekterê vî şerî ne wekî eniyên pir dijberî hev in. Hêzên herî dijî hev jî ji ber siyaseteke pragmatîk dişopînin, hem bi hev re di nava nakokiyan de ne hem jî li ser esasê berjewendiyan di hinek mijaran de hev digirin. Nimûneya vê ya herî berbiçav jî lihevkirin û şerê di navbera Rûsya û Amerîka de ye. Yan jî nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ne. Ji niha ve dikare bê dîtin ku wê şerê niha li herêmê dijwartir û berfirehtir bibe. Bi taybet bi nêzbûna sedemîn sala peymana Lozanê re wê şerên dagirkeriyê û îlhakkirinê di asta cîhanî, herêmî de û bi taybet jî li Kurdistanê dijwartir bibe. Niha navenda vî şerî li Kurdistanê ye. Bi salvegera Lozanê re Tirkiye hewl dide ku împeretoriya osmaniyan zindî bike û Kurdistanê dagir bike. Bi vê mebestê êrîşeke dijwar a dagirkeriyê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Dixwaze bi êrîşên dagirkeriyê re wîlayeta Mûsilê û hemû Başûr dagir bike. Ji 17’ê Nîsanê ve careke din êrîşeke berfireh a dagirkeriyê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û Kurdan daye destpêkirin. 
 
Piştî hilbijartinê li herêmê hikûmetek nehat hilbijartin. Li herêmê çima hikûmetek nayê hilbijartin û sedemên vê çiye? 
 
Ji ber destwerdanên Tirkiye, Amerîka û Îranê Iraq di nava krîzeke kûr de ye. Ji 10’ê Cotmeha 2021’an ve hilbijartinên parlementoyê hatine kirin, lê heya niha jî ne serokkomar hatiye hilbijartin ne jî hikûmeta nû hatiye avakirin. Koalîsyona Sedir, PDK û sûneyan ji ber bi piştgiriya Tirkiye û Amerîka hatiye avakirin, serkeftî nabe. Niha ev koalîsyon jî li ber belavbûnê ye. Jixwe daxwaznameyek pêşkêşî Dadgeha Federal hatiye kirin ji bo parlemento were hilweşandin û hilbijartin jinûve were çêkirin. Ji ber siyaseta Iraqê di rewşa heyî de xitimiye, êdî behsa jinûve lidarxistina hilbijartinê tê kirin. Hilbijartin çêbibe jî wê ji ber van destwerdanên derve li cihê çareseriyê dibe ku krîza siyasî kûrtir bike û heta dibe ku Iraqê ber bi parçebûnê ve jî bibe. Hem nakokiyên di navbera şiîyan de hem jî nakokiyên di navbera kurdan de rê nade çareseriyek li ser esasê berjewendiyên gelê kurd û Iraqê pêş bikeve. Yek ji sedema sereke ya xitimîna pêvajoya siyasî ya li Iraqê PDK, Tirkiye û Îran tê dîtin. Helbet li pişt Tirkiye û PDK’ê hêzên navnetewî hene. Beşeke zêde ya aliyên Iraqê û bi taybet jî şiî PDK’ê ji xitimandina siyasî berpirsyar digirin. Ji ber bi taybet Tirkiye dixwaze bi bikaranîna PDK’ê di nava siyaseta Iraqê de bandora xwe zêde bike. Di rewşa niha de PDK’ê ji bo xwe bi kar tîne. Lê iraqî û alîgirên Îranê ji ber ku vê rastiyê dibînin, li dijî wan radibin. Îran jî Tirkiyeyê li ber berjenwediyên xwe wekî metirsiyekê dibîne û naxwaze li nava Iraqê bandora wê zêde bibe. 
 
Di hilbijartinê de çi qewimî? 
 
Erdogan di serdana Nêçîrvan Barzanî de îşareta wê nexweşî bixin navbera PDK’ê û YNK’ê dabû û gotibû, “Wê bi hilbijartina serokkomariya Iraqê re qonaxeke nû dest pê bike.” Ev jî dihat wê wateyê ku ewê li dijî namzetiya Dr. Berhem Salihê YNK’yî derkevin, namzetekî ji PDK’ê bidin nîşandan. Bi vî awayî peymana di navbera kurdan de jî xirakirin. Lê namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’yî ji ber diziyê li ser îtîrazên cidî ji aliyê Dadgeha Federal ve hatibû redkirin. Paşê namzetiya Rêber Ehmed ê ji îstîxbarata PDK’ê jî bi sedemên cuda hat redkirin. Bi vî awayî PDK ya li ser sextekariyên di hilbijartinê de kirin rêzeşikestinên cidî xwar. Piştî dît nikare li meydana siyasî ya Iraqê encama ku dixwaze bi dest bixe, dîsa bi arastekirina dewleta tirk, NY û Amerîkayê ket tevgerê û vê carê berê xwe da partiyên kurd. PDK bi awayekî awarte civîneke berfireh li dar xist û di vê civînê de biryar da, ji bo valaderxistina biryara Dadgeha Federal a Herêma Kurdistanê (PDK) nikare bêyî hikûmeta navendî neftê bifiroşe û avakirina hikûmetê xwe nêzî YNK’ê û partiyên din ên kurd bike. YNK ku bi şerê navxweyî û desthilatiyê hatiye parçekirin û lawaz ketiye, ji bo van hêzan pariyeke hêsan e. Yên krîza serokkomariyê ji bo YNK’ê derxistin û li ser wê bi qumarê lîstin, PDK b,û yê niha xwe weke hêza çareseriyê dide nîşan jî dîsa her ew e. Lê YNK ne di wê astê de ye ku vê rastiyê baş tehlîl bike, biçûk difikire û li pey hesabên biçûk e. Lewma heya niha wisa xuya dike, wê xwe bide bikaranîn. PDK bi dewleta tirk re gelek peymanên neftê yên neşefaf îmze kiriye. Tirkiye nefta herêma Kurdistanê bi nirxeke gelekî erzan digire û hewl dide bi nirxekî buha derbasî Ewropayê bike. Ji ber şerê Ukrayna-Rûsya krîzeke cidî ya enerjiyê heye. Tirkiye jî di krîzeke cidî ya enerjî û aboriyê de ye. Lê Dadgeha Federal biryareke dijî Tirkiye û PDK’ê daye. PDK jî bi israr vê biryarê pêk neyne. Ji bo vê ji 17’ê Nîsanê ve careke din êrîşeke dagikeriyê ya berfireh li dijî Başûr dan destpêkirin. Êrîşa dagirkeriyê ya Tirkiye ku bi hevbeşiya PDK’ê têkirin jî xitimiye. PDK û Tirkiye nikarin wan planên dagirkeriyê yên li dijî herêmên gerîla û Başûr bixin meriyetê. Her wiha PKK jî li pêşiya çêkirina xeteke enerjiyê asteng dibînin. Hem asteng dibînin, hem jî bi şerê li dijî Tevgera Azadiyê hewl didin pêgeha xwe ya lawaz jinûve xurt bikin. Li ser encamên ku ji şer bigirin hewl didin biçin hilbijartinê. Niha di rojeva Tirkiyeyê de û di rojeva Herêma Kurdistanê de jî hilbijartinên palementoyê hene. AKP-MHP û PDK ev şerê li dijî PKK’ê ji bo xwe wekî şerê çarenûsê dibînin. Ji ber ev her sê hêzên dijî kurd tu meşrûyeteke xwe ya civakî û piştgiriyekî nîn e. 
 
Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê pêvçûnên çawa diqewimin? 
 
Berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya tirk û PDK’ê ev hêzên dijî kurd û azadiyê xistine nava krîzeke cidî. Ev her du hêz ji ber PKK’ê li pêşiya dagirkeriyê û îstîsmarkirina Kurdistanê asteng dibînin, ji bo tunekirina wê seferber bûne. Lê tevî vê seferberiya dewleta tirk û PDK’ê jî tê dîtin ku di şer de jî xitimîne. Leşkerên tirk li herêmên gerîla derbên mezin dixwin, tevî hemû çekên modern jî nikarin serkeftinê bidest bînin. Ji ber gerîla hem hêzeke îdeolojîk û polîtîk e, hem jî xwe nûjen kiriye. Gerîla her sal li gorî çekên nû, şêwazên şer ên nû perwerde dike, lêkolînan dike û profesyonel dibe. Wisa xuya dibe, her gerîlayek di qada xwe de profesyonel bûye û bi yekîneyên biçûk û têr û tijî tevdigerin. Wekî nimûne,wekî ji nirxandinên gerîlayan jî tê fêmkirin ku her gerîlayek herî kêm xwedî branşeke taybet e. Gerîlayek bê branş nîn e. Ev jî tê wê wateyê ku her gerîlayek berdêla yekîneyeke pispor a artêşa tirk e. Her wiha gerîla di pîşesaziya parastinê de jî êdî lêkolînên cidî dike û encaman digire. Ev jî hêzên gerîla wisa dike ku girêdayî derve nemîne û rê nede artêşa tirk tevdîrên pêwîst bigire. Ji ber her tişt aydê gerîla ye, leşkerên tirk nikarin hemleyên wan texmîn bikin. Ji ber gerîla taktîkên xwe guhertin û tecrûbe ji şerê 2021’an derxistin, hîn di şeva yekemîn a êrîşa dagirkeriyê ya 17’ê Nîsanê de çarenûsa şer diyar kir û şoqeke mezin bi dewleta tirk û PDK’ê da jiyîn. Tevî yê rastî êrîşê hatiye hêzên gerîla ye, lê gerîla li gel parastina xwe û herêmê, bi awayekî çalak li ser leşkeran û baregehên tirk de jî diçin. Yanî PKK tenê di pozîsyoneke parastinê de nîn e. Ev jî di şer de dide nîşandan ku serweriya psîkolojîk, ya rêveçûn û arasteya şer û heta serweriya arazî di destê gerîla de ye. Lê artêşa tirk û PDK’ya ku hebûna xwe bi encama vî şerî ve girêdane, nikarin paşve bikişin. Hewl didin bi dirêjkirina şer çavkaniyên gerîla yên cebilxane, xorak û hwd tune bikin û bi vî awayî encamê bigirin. Di rewşa heyî de ev yek xuya dike. Jixwe rojane bîlançoya şer giran dibe û heya niha gelek cenazeyên leşkerên tirk ketine destê gerîlayan, lê wê ev şer bi têkoşîna hevpar a gelê kurd encamê diyar bike. Yan wekî gelek şîrovekar jî dibêjin, “Wekî li lîstika gokê dinêrin, li şerê gerîla û artêşa tirk nenêrin’. Şerek dirêj bike, wê zirarê bide her kesî. Ji bo şer dirêj neke û ev serkeftinên gerîla bi binkeftina van her du hêzan bi encam bibe bêguman berpirsyariyeke mezin a dîrokî dikeve ser milê her kesî. 
 
Li herêmê çalakiyên DAIŞ û êrîşên hewayî bi hevkariyeke çawa pêk tên? 
 
Jixwe me dît dema PDK û dewleta tirk li hember gerîla xitimîn, berê xwe careke din dan mirovên sivîl. Li Mexmûr, Çemçemal, Silêmanî û Bamernê êrîşî sivîlan kirin. Helbet ev ne nîşaneya bihêzbûna wan e, berovajiyê wê nîşaneya binkeftina wan e. Eger bihêz bûna wê li meydana cengê ya gerîla bi ser biketana. Ji bo gel li dijî gerîla rakin, li ser binkeftinên xwe bigirin, serweriya psîkolojîk ji dest gerîla bigirin, dest bi êrîşkirina li ser sivîlan û heta zarokan kirin. Di encama êrîşên çend rojan de 9 kes li Başûrê Kurdistanê di bajaran de bi sûîqast û balafirên bêmirov hatin qetilkirin. Li aliyê din jî PDK û dewleta tirk çeteyên DAIŞ’ê xistin tevgerê û bi rêya wan jî komkujî pêk anîn. Hemwextê êrîşên dewleta tirk û PDK’ê, êrîşên DAIŞ’ê jî li Başûr zêde bûn. Di nava du mehan de li herêma Germiyanê nêzî 30 welatî, leşkerên Iraqî û pêşmerge ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Ev jî dide nîşandanh ku plana dewleta tirk, DAIŞ û PDK’ê ya li dijî Başûr û heta bi giştî li dijî kurdan hevpar e. Zêdebûna êrîşên DAIŞ’ê ne mumkun e derî vê plana hevpar a PDK’ê û dewleta tirk bê nirxandin. 
 
PDK li herêmê propagandayeke çawa dide meşandin û li herêmê rola çapemeniya PDK'ê çi ye? 
 
Ragihandina PDK’ê wekî tê gotin, niha rola bernameya ‘Anadoludan Görünüm’ girtiye ser xwe. Ragihandina şerê taybet a dewleta tirk rola ku di salên 1990’an de dewrê girtibû, ragihandina PDK’ê jî bi vî awayî wekî navenda manûpîlasyon, provakasyon û nûçeyên asparagas dixebite. Helbet niha li bara civakê tu bawerî bi ragihandina PDK’ê nemaye. Dema civak li ragihandina wan dinêre zêdetir ji wan dûr dikeve û pêşî li hêrseke mezin vedike. Heya niha jî ragihandina wan nikare li herêma Behdînanê civakê li dijî gerîlayan bide axaftin. Dibe kesên kirêgirtî bi awayekî nadîr derkevin biaxivin, lê axaftina gel bi xwe dide nîşandan ku hêrsa civakê li hember PDK’ê û dagirkeriya tirk heye. Meaşgirên PDK’ê jî tenê ji bo sedemên madî PDK’yî ne, lê di rastiyê de bi siyaseta wê re nîn e û sibe fersendek çêbibe yên pêşî li dijî PDK’ê rabin dê ew bin. Ji ber vê dema PDK tê gotin, bêguman behsa yên li gorî siyaseta dijminên kurdan tevdigerin tê fêmkirin. Yanî xelkê Behdînanê bi hemû partiyên xwe ve xwedî kokeke bihêz a welatparêziyê ne. Heta pêşmergeyekî PDK’ê ku ji ber sedema ewlekariyê nexwestiye navê xwe bide, dibêje fermandarên wan cih bi wan dane çêkirin, qaşo wê pêşmerge bikevinê, lê pişt re hemû radestî artêşa tirk hatine kirin. Yan jî hinek meleyan bi rêya şantaj û pereyan rêxistin dikin, ji bo di xutbeyan de li dijî PKK’ê biaxivin û agahiyên şaş belav bikin. Bi kurtî tişta ji destê PDK’ê tê texsîr nake û dewleta tirk jî derbas kiriye. Kurd destê xwe ji PDK’ê şûştin e, ancax bi lawazbûn an jî şikestina PDK’ê yekîtiya netewî li Kurdistanê têkûz bibe û dagirkerî têk biçe.
 

Sernavên din

05/06/2022
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin