Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê

  • rojane
  • 09:02 4 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr diyar kir ku polîtîkayên şer û zextên li ser muxalefetê girêdayî tecrîda li ser Ocalan in û wiha got: "Muxalafet ji bo karibe bi hev re pêşerojê ava bike, divê xwedî helwesteke topyekûn be û bi têkoşîneke hevpar hereket bike."
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê ji 17'ê nîsanê ve didomin û piştî van êrîşan Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî sinyal dan. 
 
Desthilata ku di polîtîkaya şer de israr kir tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî giran kir. Bi vê re li welêt krîza aborî, siyasî û civakî jî her diçe kûrtir dibe. 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr helwesta desthilata AKP'ê ya li hemberî muxalefetê, êrîşên li derveyî sînor û tecrîda li ser Ocalan nirxandin. 
 
PLANA ÇOKŞIKANDINÊ
 
Demîr bibîr xist ku Tirkiyeyê konsepta şer a li hemberî destkeftiyên kurdan di civîna MGK'ê ya 2014'an de daye destpêkirin û got, ev şerê bi "Plana Çokşikandinê" dest pê kir Tirkiyeyê di warê aborî, siyasî û civakî de ber bi aloziyên mezin ve biriye. Demîr got: "Tenê ne li hemberî kurdan û HDP'ê, êrîşên li hemberî tevahiya muxalefetê zêde bûn. Ji krîzên niha rû didin bê guman ya herî mezin û bibandor a aborî ye. Pirsgirêka herî mezin a ku gel pê re rû bi rû maye birçîbûn, xizanî, bêtemînatî û bêpeşerojî ye û desthilata AKP'ê di 10 salên dawî de di vî warî de gelan anî cem hev." 
 
ASTA ŞER
 
Bi domdarî Demîr bibîr xist ku desthilat dixwaze bi tirsê û tepisandinê civakê kontrol bike û yên herî zêde bandor ji vî şerî digirin jî rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên siyasî yên muxalif in. Demîr destnîşan kir ku li hemberî van saziyan şerekî topyekûn hatiye destpêkirin û li gelek kesan cezayên giran hatine birîn. Demîr, wiha got: "Ev dîmen hêla şerê derve ya bandorê li hundir dike." 
 
RIZGARÎ MUXALEFETA CIVAKÎ YE
 
Demîr destnîşan kir ku lê li gel hemû êrîşên desthilatê jî muxalefeta civakî li ber xwe dide û got, tekane rêya xelasiyê ya ji desthilatê bi muxalefeta civakî pêkan e. Demîr bilêv kir ku ew HDK hewl didin muxalefeta civakî bigihînin hev û wiha domand: "Îro ro têkoşîneke parçekirî heye. Halbûkî ev helwesta parçekirî li hember êrîşan bêparastinî ye. Muxalafet ji bo karibe bi hev re pêşerojê ava bike, divê xwedî helwesteke topyekûn be û bi têkoşîneke hevpar hereket bike. Ev saleke çendî ji bo vê hin pêşketin çêbûbin jî, lê bi nêzbûna hilbijartinê re ji bo bi tena serê xwe berbiçav bibe cardin xwe dûr xist û hewl dide hevsengiyê bi hin hêzên din re çêbike. Tifaqên ji bo hilbijartinê hene, lê ev tifaqên demkurt dê nebin bersiva pêdiviyên civakê." 
 
‘PÊDIVÎ BI PÊVAJOYEKE AŞTIYÊ YA NÛ HEYE'
 
Di berdewamê de Demîr anî ziman ku mesele dê bi şer neyê çareserkirin û got kurdan têkoşîna xwe bi asteke global ve birine. Demîr, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Têkoşîneke azadiyê ya kurd a di asteke wisa global de heye. Lewma dê polîtîkayên eskerî yên li hemberî wê bi ser nekevin. Tirkiyeyê gelek caran ev tişt ceriband. Tirkiye dê encamê ji vê tevgera xwe jî negire." 
 
‘HEYA EM BÊDENG BIN...'
 
Demîr destnîşan kir ku zextên desthilatê yên li ser muxalefeta civakî, bêhiqûqîtiyên wê û şerê li derveyî welêt hemû girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in û got: "Heya em li ber vê tecrîda li ser Ocalan bêdeng bin em û yên derî me siyasetê dikin û tevahiya civakê dê bên tecrîdkirin." 
 
‘NEYTA KURDAN A DESTJÊBERDANÊ TUNE YE'
 
Demîr destnîşan kir ku neyta kurdan a ku dest ji têkoşîna hevpar berdin tune ye û got: "Çend sal in Ocalan bi tu awayî nikare hevdîtin bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Ev ji bo tepisandina têkoşîna û berxwedana gelê kurd tê kirin. Em dizanin ku tecrîda li ser Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye. Bi hezaran girtiyên siyasî yên di şert û mercên wekî yên Ocalan de dimînin hene. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Ji bo xebatên di vî warî de xwe li nedîtinê datînin. Ev hemû bandorên wî şerê topyekûn ên em behsa wê dikin bi xwe ne û ev hemû girêdayî tecrîda li ser Ocalan in. Ger muxalefeta kurd û muxalefeta tirk li hemberî van polîtîkayên pêwendiya wan bi tecrîdê re hene bên cem hev du dê Erdogan û desthilata wî biheje." 
 
GEFA TIRKIYEYÊ YA LI SÛRIYEYÊ DIXWE
 
Demîr êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê jî bibîr xistin û got: "Berê êrîş birin ser Efrînê û ew der dagir kirin. Bi operasyonên xwe yên li Herêma Kurdistana Federe û bi peymanên taybet ên bi malbata Barzanî re kiriye dixwaze li wir bi cih bibe. Gava em hebûna Tirkiyeyê ya li wir di çarçoveya zirara ku dê bibe kurdan û destkeftiyên kurdan de binirxînin, ez wisa difikirim ku dê piştgiriya hêzên navdewletî ya ji bo Tirkiyeyê heya demekê bidome. Lê gava karê van hêzaên bi Tirkiyeyê re biqede dê Tirkiye ji wir derkeve." 
 
‘DÊ BI SER NEKEVE'
 
Demîr destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze dagirkeriya xwe ya li Rojavayê berfirehtir bike û pêşiya pêvajoya avakirina jiyana nû bigire û "kemereke erebî" ava bike. Demîr got: "Lê ez ne bawer ime v bi ser bikeve. Ji lew re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rekasiyoneke mezin a gelên li wir heye li hember van hewldanan. Civaka erebî di Rêvebiriya XWeser de pêşerojeke nû dîtiye. Her wiha rewşenbîrên ereb têkildarî vê hewldana ji bo dagirkeriyê daxuyanî jî dan. Li hemberî vê hewldana Tirkiyeyê ji bo têkoşîneke topyekûn bang kirin. Lewma ne bawerim ev hewldana Tirkiyeyê bi ser bikeve." 
 
MA/ Ergîn Çaglar-Mehmet Aslan
 
 

Sernavên din

05/06/2022
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin