Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê

  • rojane
  • 09:01 3 Hezîran 2022
  • |

STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê êrîşa li ser destkeftiyên kurdan û gelên Tirkiyeyê ye û got, bang li hemû derdorên civakî kir ku tevli 'Meşa Gemlîkê' ya li dijî tecrîdê bibin. 

 
Zêdetirî salek e tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji ber vê 6 sazî û partiyên siyasî ketin nava liv û tevgerê. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran MED'ê (MED-TÛHAD-FED) dê di 12'ê Hezîranê de ber bi Gemlîkê ve meşekê li dar bixin ji bo azadiya Ocalan û rakirina tecrîdê. 
Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek "Meşa Gemlîkê" ku dê bi dirûşmeya "Em li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina Azadiyê ber bi Gemlîkê ve dimeşin" bê lidarxistin, nirxand. 
 
'FIKIRÊN OCALAN TÊN TECRÎDKIRIN'
 
Çîçek ragihand ku Ocalan ji sala 1999'an ve tê tecrîdkirin û Tirkiye û hêzên navneteweyî bi tecrîdê naxwazin fikirên Ocalan bigihên civakê. Çîçek destnîşan kir ku armanca "tecrîda mutleq" a li ser Ocalan astengkirina têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ye û got: "Ocalan ji bo vê rewşa xwe dibêje 'ez rehîneyekî mutleq im.' Em çi qasî vê pergala tecrîdê û îşkenceyê pênase bikin jî a rast rewşa niha ya Ocalan rewşa rehîneyê mutleq e. Her wiha ji bo du salên dawî jî mirov dikare bibêje hem di warê hiqûqî hem jî di warê polîtîk de hatiye desteserkirin." 
 
WATEYA TECRÎDÊ
 
Çîçek destnîşan kir ku xebernegirtina ji Ocalan êdî ji tecrîdê jî wirdetir e û got: "Êdî dem e ku li gemberî tecrîdê û nexebergirtinê dengê civakî bê bilindkirin. Mantiqa sereke ya 'Meşa Gemlîkê' jî xwe disipêre vê. Pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê êdî nayê domandin. Em bi israr dibêjin: Tecrîda li ser Birêz Ocalan ne tecrîda li ser kesekî ye. Armanca sereke ya tecrîda li ser Birêz Ocalan astengkirina têkoşîna azadî û statuyê ya gelê kurd, tasfiyekirina vê têkoşînê ye. Em vê ji dagirkirina Başûrê Kurdistanê, nîqaşkirina êrîşên muhtemel ên li hemberî Rojavayê fêm dikin. Ev polîtîka hemû girêdayî polîtîkaya tecrîda ya li hemberî Birêz Ocalan in." 
 
TASFIYEKIRINEKE TOPYEKÛN
 
Çîçek ku got "Heya tecrîda li ser Ocalan bê kûrkirin dê polîtîkayên şer ên li hemberî meseleya kurdî jî bidomin" ev tişt gotin: "Îtiraza û serîhildana me ya sereke, em di serî de li dijî siyaseta şer a netew-dewleta tirk û bi giştî ya li Rojhilata Navîn û tevahiya netew-dewletên cîhanê siyaseta aştiya civakî, edalet, wekhevî û azadiyê diparêzin. Gava mirov li fikirên Ocalan û li qebûlkirina wî ya li bara civakê mêze bike, dê bê dîtin ku polîtkayên tecrîdê yên li ser Ocalan ne polîtîkanî ji rêzê ne. Xwendineke hêla hember jî heye. Ev xwendin pir zelal e. Armanca wê Birêz Ocalan ji girseta wî, ji rêxistina wî û ji dildarên wî qut bike û di warê ehlaqî, fikirî û bîrdozî de vê tevgerê bi temamî tasfiye bike." 
 
DÊ GELÊN TIRKIYEYÊ BI SER BIKEVIN
 
Çîçek got: "Madem tecrîd li Îmraliyê dest pê kir, nexwe ewilî divê tecrîd li wir bê tasfiyekirin. Rakirina tecrîd û îşkenceya li ser Ocalan tenê ne ji bo kurdan e.  Piştî ku HDK'ê tifaq bi soyaslîstên Tirkiyeyê, bi jinan, ciwanan, kesên ekolojîparêz, bawermend re çêkir tecrîda li ser Ocalan kûrtir bû. Em vê baş dibînin. Lewma bi jiholêrakirina vê tecrîdê re tenê wê bêhan kurdan dernekeve, di heman demê de gelên Tirkiyeyê dê mutefîkekî pir cidî jî qezenc bikin. Gelên Tirkiyeyê dê mewziyeke pir cidî bi dest bixin. Lewma gelên Tirkiyeyê ji bo benda li ber xwe derbas bikin divê polîtîkayên tecrîdê yên AKP-MHP'ê pûç bikin." 
 
YEKÎTÎ
 
Çîçek destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê êrîşeke li ser pêşeroja demokratîk a gelên Tirkiyeyê ye û got: "Em jî li ser esasên vê fikirê li dijî tecrîda li Îmraliyê û tecrîda li hemû girtîgehan ji bo têkoşînê bang li gelên kedkar, hêzên dost, saziyên dost, demokrasîxwaz û hemû azadîxwazan dikin. Xebatên me dê heya 12'ê Hezîranê bidomin. Em ê xebatên xwe bi perspektîfa yekîtiya civakî, bi pespektîfa piştevanî û tifaqê birêxistin bikin." 
 
MA / Esra Solîn Dal – Dogan Kaynak

Sernavên din

05/06/2022
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin