Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin

  • rojane
  • 18:04 1 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA - Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwazên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên ji bo daxilbûna dozê hatin redkirin û doz hat taloqkirin. 
 
Li Navenda Çandê ya Amarayê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de DAIŞ'ê li hemberî ciwanên ku xwestibûn pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re êrişeke xwekujiyê pêk anîbû û di êrişê de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Danişîna dudoyan a derbarê bersûcên firar Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî danê sibehê dest pê kir û piştî navberê dewam kir. Azzo Xelef Silêman el-Eggal ê girtî ku di 12'ê Çileya 2021'ê de hatibû girtin û Wezareta Karên Navxweyî ji bo wî gotibû "Terorîstê DAIŞ'î yê teqemeniyên êrişên Sûltanahmet û Pirsûsê peyda kirine hat zevtkirin" ji Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê, Ûlkar Mamadova, hevjîna serekê DAIŞ'ê Mûstafa Dokûmaci û endamê DAIŞ'ê Mûhammed el-Reashat jî ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûn. 
 
Di danişîna 18'ê Sibatê ya li Edliyeya Rihayê de parêzeran xwestibû ku her 3 kes bên guhdarkirin û heyeta dadgehê jî ji bo ev kes tevli danişînê bibin muzakere nivîsandibû. 
 
Ewilî Eggal tevli danişînê bû û parêzerên Platforma Edalet Ji Bo Pirsûsê û heyeta dadgehê hin pirs jê kirin. Eggal jî bi rêya wergêr pris bersivandin. Eggalê ku diyar kiribû bi tirkî nizane pirseke parêzeran bêyî ku wergêr wê wergerîne bersivand. Parêzeran jê pirsî ka te bi tirkî nizanibû, lê Eggal got texmîn kiriye bê ka çi hatiye prisîn. 
 
Heyeta dadgehê ji Eggal pirsî "pêwendiya te bi DAIŞ'ê re heye yan na?" Eggal jî got: "Ez tev lê bûm, lê poşman im. Min serî li qanûna poşmaniyê daye. Ez Yakûp Şahîn, Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî nas nakim. Derbarê Komkujiya Pirsûsê de bi tu tiştî nizanim. Ez ji ber DAIŞ'ê hatim binçavkirin, lêpirsîn hat destpêkirin lê tu tişt jê derneket." 
 
BI NASNAMEYEKE SIXTE LI TIRKIYEYÊ MAYE
 
Paşê parêzeran pirs ji Eggal kirin. Eggal diyar kir ku cara ewilî di sala 2020'an de hatiye Tirkiyeyê û paşê bi nasnameyeke sixte ya bi navê Abdulazîz Eggal di sala 2013'an de li Serêkaniyê ya Rihayê hatiye dermankirin. Eggal got, nasnameya sixte li Serêkaniyê li konekî çêkiriye, lê negot bê ka kî aliyê wî kiriye. Eggal angaşt kir ku di sala 2020'an de gava hatiye binçavkirin û 3 mehan hatiye îşkencekirin û derpêş kir ku îfadeyên ku dane ne rast in. Eggal ragihand ku ji malbata wî 25-30 kes endamên DAIŞ'ê ne û gava di nava DAIŞ'ê de bûye peywira wî tamîrkirina wesayîtan bûye. 
 
'MIN BALÎ DI TELEVÎZYONÊ DE DÎT'
 
Endamê DAIŞ'ê Mûhammed el-Rashat jî ku bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû, anî ziman ku Yakûp Şahîn û Denîz Buyukçelebî nas nake, lê li girtîgehê di televîzyonê de Îlhamî Balî nas kiriye û got, paşê pê hesiyaye ku wî bi navê Ebû Bekir nas kiriye. Rashat diyar kir ku rû bi rû Balî neditiye û tim bi telefonê pê re xeber daye û ew di nava DAIŞ'ê de bijîşk bûye. Rashat bilêv kir ku di sala 2014'an de hatiye Tirkiyeyê û têkiliya wî ya bi DAIŞ'ê re dewam kiriye û li navçeya Eyyubiye ya Rihayê di kabîna tenduristiyê ya Hayatî Harranê de xebitiye. 
 
BERSIVEKE KLASÎK: NIZANIM
 
Ulker Mamadova, hevjîna serekê DAIŞ'ê Mûstafa Dokûmaci jî got: "Ez li Hesekê li Kampa Holê mam. Gava ez ji wir reviyam hatim Tel Ebyadê. Ji wir jî hatim Tirkiyeyê. Ez piştî Komkujiya Enqereyê bi Komkujiya Pirsûsê hesiyam. Hevjînê min du sal berê mir. Min sînor derbas kir û min li Hatayê gotibû ez ê bêm. Me birin Semsûrê. Ez 8 rojan li Semsûrê di binçavan de mam." 
 
Mamadova ji bo pirsên parêzeran hemûyan got: "Nizanim." 
 
'BILA MUZAKERE BÊN NIVÎSANDIN'
 
Paşê Parêzer Serdil Îzol got: "Şahid Silêman el-Eggal gava hatiye binçavkirin behsa telefonekê kiriye. Em hejmara vê telefonê dixwazin. Em dixwazin ev xeta telefonê bê vekolandin û ger îmaj hatibe girtin em dixwazin daxilî dosyeya me bê kirin." 
 
Îzol bibîr xist ku bersûcê sereke yê Komkujiya Gara Enqereyê û Komkujiya Pirsûsê Îlhamî Balî gava ketibû ber bultena sor li Nexweşxaneya Dewletê ya Cîhanbeylî ya Konyayê hatiye dermankirin û got: "Em dixwazin ji Wezareta Tenduristiyê, midûriyetên tenduristiyê yên Konyayê û navçeyê muzakere bên nivîsandin. We di celseyea din de 31 biryarên navberê dan, lê ji xeynî Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr kesî bersiv neda. Muzakere hat nivîsandin lê cardin ji bo qeydên tapeyê bersiv nehat. Em dixwazin muzakere cardin bên nivîsandin. Em dixwazin Ahmet Davûtoglû bê guhdarkirin, ger neyê jî bila bê guhdarkirin." 
 
BILA DAVÛTOGLÛ Û OZDAG BÊN GUHDARKIRIN
 
Parêzer Rûken Gulagaci jî daxwaza ji bo guhdarkirina Ahmet Davûtoglû dubare kir û got: "Em dikarin bi hev re doza komkujiyekê çareser bikin, ji bo vê jî divê Davûtoglû bê guhdarkirin. Di demên dawî de Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag jî têkildarî komkujiyê de hin daxuyanî dan. Em dixwazin Umît Ozdag jî wekî şahid bê guhdarkirin." 
 
'ÎSTIXBARAT DIVÊ AGAHIYAN BI DADGEHÊ RE PARVE BIKE'
 
Parêzer Sezîn Ûçar jî bilêv kir ku wan ji îstxibaratê doza tespîtkirina cihê Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî kiriye û got: "Midûriyeta polîsan bersiv da û li gor agahiyên ne rojane Balî li Îdlîb a di bin kontrola Tirkiyeyê de ye û Buyukçelebî jî li Şamê girtiye. Îstxibarat agahiyan bi dadgehêr e parve nake. Mafê dadgehê heye ku ji îstixbaratê agahiyan bixwaze. Lewma em dixwazin muzakere ji îstixbarata midûriyeta polîsan û ya cendirmeyan re bên nivîsandin." 
 
DAXWAZ HATIN REDKIRIN
 
Heyeta dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê heyetê biryar da: "Em ê ji Cîhanbeylî ya Konyayê ewraqên Îlhamî Balî bixwazin, ji ber ku zarokên Îlhamî Balî li Reyhanliyê dibistan xwendine em ê ji Mdirûiyeta Polîsan a Reyhanli ya  jîbixwazin ku lêkolînê bike belkî Balî li wir be. Dê bersûcê Komkujiya Gara Enqereyê Omer Yetek bê guhdarkirin. Em ê ji îstixbaratê jî agahiyên dawî yên derbarê bersûcan de bixwazin." 
 
Heyetê daxwaza ji bo guhdarkirina Umît Ozdag red kir û ji bo ya Davûtoglû jî biryar da ku dê ev daxwaz bê nirxandin. Her wiha heyetê daxwaza daxilbûnê ya Metaye Demîr û Yalçin Demîr qebûl kir, lê ya partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk jî red kir. 
 
Danişîn taloqî 5'ê Kanûna 2022'yan hat kirin. 

Sernavên din

02/06/2022
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike