Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive

  • rojane
  • 09:04 1 Hezîran 2022
  • |
STENBOL - Parlementerê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku di hevdîtinên dîplomatîk ên li Îngîltereyê kirin de dîtine ku haya gelek derdoran ji tecrîda li ser Ocalan heye û li dijî vê kampanya tên lidarxistin. Temellî got, partiyên muxalefetê yên Tirkiyeyê jî divê êdî derheqê Ocalan de biaxivin. 
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Sezaî Temellî piştî hevdîtinên li Iraqê li Îngîltereyê jî hin hevdîtin kir. Temellî li Londrayê bi parlementerên Partiya Karkeran a Îngilîz û Partiya Neteweyî ya Skotî û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan re jî rûnişt. 
 
Temellî ku piştî serdana xwe ya sê rojan vegeriya Tirkiyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa serdanên kirine kir. 
MIJARÊN HATINE NÎQAŞKIRIN
 
Temellî diyar kir ku li Londrayê bi nûnerên partiyên muxalefetê, rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan re hevdîtinên pir girîng kirine, lê hevdîtin bi nûnerên hikûmetê re nekirine. Temellî destnîşan kir ku di hevdîtinan de şerê li Rojhilata Navîn, bi taybet jî êrişên li Rojavayê yê û Başûr Kurdistanê yên li hemberî destkeftiyên kurdan nîqaş kirine. 
 
BERTEKA MUXALEFETA ÎNGILÎZ
 
Temellî diyar kir ku di hevdîtinan de dîtina berbiçav "heya meseleya kurdî neyê çareserkirin dê şerê li herêmê bi dawî nebe" bûye û got, di hevdîtinan de berteka gel a li hemberî polîtîkayên hikûmeta Îngîltereyê yên piştgiriya desthilata AKP'ê dikin dîtine. Temellî got: "Di serî de muxalefet gelek derdor hemfikir in ku dê tu çareserî ji van polîtîkayan dernekeve. Îngîltere hem ji ber ji endamtiya Ewropayê derketiye hem jî ji ber nikare hikûmetê ava bike pirsgirêkên li herêmê ji Tirkiyeyê re hiştine. Em dikarin bibêjin ku di nava meseleyên xwe yên navxweyî de digevize." 
 
JI BO OCALAN KAMPANYAYÊ XURT
 
Temellî destnîşan kir ku partiyên muxalefetê û rêxistinên civaka sivîl ji bo çareserkirina şerê li herêmê dîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pir esas digirin û got: "Li Îngîltereyê sendîkaya ku 600 hezar endamên wê hene û partiyên siyasî yêng irêdayî wê ji bo azadiya Ocalan kampanyayên pir xurt bi rê ve dibin. Gava ji kesên kampanyayê bi rê ve dibin hatiye pirsîn ku 'Ji bo şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe û ji bo çareserkirina meseleya kurdî ewilî divê kîjan gav bên avêtin?' di warê azadiya Birêz Ocalan de lihevkirinek heye. Ev pir girîng e, ji lew re li Tirkiyeyê ji xeynî HDP tu muxalefetek vê dîtinê naparêze. Ev tenê ne li Îngîltereyê li gelek deverên Ewropayê jî wisa ye. Li Bexdayê jî wisa bû. Girîng e ku di çareserkirina meseleya kurdî de Îmralî wekî muxatab tê nîşandan. Li Îngîltereyê jî sernavê derket pêş jî ev bû." 
 
MUXALEFET DIVÊ MESELEYA KURDÎ NÎQAŞ BIKE'
 
Temellî destnîşan kir ku piştî muxalefeta Ewropayê divê li Tirkiyeyê jî muxalefet pêşniyarên ji bo çareseriyê yên Ocalan bi heman helwestê esas bigire û got: "Muxalefet di warê Ocalan de xwe li bêdengiyek kûr daniye. Muxalefeta ku niha dibêje namzetê desthilatê ye, êdî divê têkildarî çareserkirina meseleya kurdî nîqaş bike. Her ku bê nîqaşkirin û he rku diyalog pêş bikeve dê rê li ber zemînên guftûgoyê vebin. Lê tu qet neaxivî û xwe li bêdengiyek kûr deynî, ne pêkane ku tu tevkariyê li çareserkirina vê meseleyê bikî. Her wiha şensekî me yê ku em meseleya kurdî ji meseleyên din cihê bikin tune ye. Li 40 salên dawî mêze bikin, mirov bi heman senaryoyan re rû bi rû dimîne. Û israra di vî awayî de dê bi kêrî tu kesî neyê." 
 
GUHERANDINA DESTHILATÊ
 
Temellî bilêv kir ku di hemû hevdîtinan de ev tişt dîtine: "Bi Erdogan re yanî bi vê rewşê li Tirkiyeyê şansê îstiqrarê ji holê rabûye. Ji lew re desthilateke wisa heye ku ji hemû îstiqraran dûr ketiye. Biryara Bankeya Navendî bi xwe jî piştrast kiriye ku bê ka em ber bi karesateke çawa ve diçin. Ji bo vê hem di warê aborî hem jî di warê siyasî de çavdêriyan dikin. Ger tu bêjî hêvî çi ye? Hêvî bi temamî guherandina detshilatê ye." 
 
HEYAMEKE DIJÎ ŞER
 
Temellî destnîşan kir muxalefet berteke mezin nîşanî hikûmeta Îngîltereyê dide ji ber ku li Rojhilata Navîn şer kûr dike û got, bi taybetî jî berteka li dijî planên êrişkar ên Erdogan ên li hemberî Rojavayê. Temellî bilêv kir ku wisa texmîn dike ku dê di pêş de hem li Îngîltereyê hem jî li Ewropayê muxalefetek xurt a li dijî şer rabe û got: "Heyameke muxalefetê ya li dijî NATO'yê, li dijî Pûtîn û li dijî Erdogan li benda me ye." 
 
‘DÊ AKP TÊK BIŞIKÊ'
 
Temellî gefên Erdogan ên li Rojavayê dixwe jî nirxandin û got: "Ev desthilat ji bo li ser pêyan bisekine tekane vebijêrka di dest wê de şer e û dibe ku girêdayî vî şerî hemû civakê ber bi tahdeyê ve bibe. Lê dê negihê mexseda xwe, ji lew re berê jî hat ceribandin. Rêyeke ku bi vê rêyê bi ser bikeve nemaye. Dê hewl bide bi vê rêyê di hilbijartinê de bi ser bikeve. Desthilat dixwaze desthilata xwe ya tu rewabûna wê nemaye bi hîle û xurdeyan li civakê ferz bike. Em bi desthilateke ku ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve tim serî li şer dide re rû bi rû ne. Ji sala 2014'an -israrkirina di 'Plana Çokşikandinê' de- heya niha welêt rûxandiye. Êdî mirov hew dikarin deyax bikin. Ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve di polîtîkaya derve de şer ceriband û niha bi vê polîtîkaya xwe ya şer dawiya rê nîşan dide. Hilbijartin çi wext be, dê wê gavê têk bişikê." 
 
BANGAWAZÎ
 
Temellî di dawiya axaftina xwe de bang li muxalefetê kir: "Li dijî şer em mecbûr in bi hev re muxalefetê bi rêxistin bikin û bi awayekî bihêz li ber xwe bidin. Divê em şer û Erdogan rawestînin. Ji bo vê jî divê em hemû enerjiya xwe bi kar bînin. Em di heyameke pir krîtîk re derbas dibin. Di vê heyama krîtîk de berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan." 
 
 MA/ Ergîn Çaglar

Sernavên din

02/06/2022
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike