Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me

  • rojane
  • 10:04 27 Gulan 2022
  • |

ŞIRNEX - Dayikên Roboskiyê diyar kirin ku kengê balafirên F-16 di ser gundê wan re derbas bibin ew komkujiyê dubare dijîn û gotin: “Zarokên me qetil kirin û niha jî Zap, Avaşîn û Metînayê bombebaran dikin. Êdî bes e." 

 
Di 17'ê Nîsanê de Tirkiyeyê bi şirîkatiye PDK'ê ji hewayî û bêjahî ve êrişêke berfireh li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê ve dabû destpêkirin. Li van herêman şerê dijwar diqewimin. HPG’ê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de diyar kiribû ku 8 endamên wan bi çekên giran ê kimyewî hatine qetilkirin. Dayikên Roboskiyê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 zarokên wan bi balafirên şer ên Tirkiyeyê hatibûn qetilkirin bertek nîşanî êrişên li axa başûrê Kurdistanê dan û bang kirin ku dawî li qetlîaman bê anîn. 
 
 
'BIRA BI DESTÊ BIRA DIDE KUŞTIN
 
Dayika Mehmet Alî Tosun ê ku di qetlîamê de hat kuştin Fadîle Tosun, anî ziman ku Barzanî bi van kirinan heqeretê li kurd û Kurdistanê dike û wiha axivî: "Malbatên 34 canan hin li Başûr in û hin jî li vir in. Niha malbata me ji vir bêtir li Başûr e. Her wiha şehîdên me yên pêşmerge jî hene. Berê xalên me, mamên me û pismamên me û xizmên me pêşmerge bûn. Em wê demê zarok bûn, lê tê bîra me. Tişta ku malbata Barzanî dike heqareta li kurdan e. Zarokên me yên Zap û Metînayê bombebaran dikin. Gelê me yê Zap, Metîna, Şengal, Mexmûr û Zaxoyê bombebaran dike. Çiyayên me hemû şewitandin. Dar û daristanên wan hemû birîn. Gelek heqeret li Kurdistanê hat kirin. Heke Neçîrvan û Mesrûr Barzanî qebûl nekiribana wisa nedibû. Em kurd in Tirkiye zimanê me qebûl nake, me qebûl nake. Lê Barzanî çima vê heqeretê li me dike? Ev tê wê wateyê ku ji vir heya Iraqê me weke hemwelatî qebûl nakin. Em ku ve birevin? Ev erdê me ye, axa me ye. Ji vir heta biçe Zapê, Metîna, Zaxo ya me ye. Ev axa me ya divê zarokên me li ser jiyan bikin. Dema ku balafirên şer di ser gund re derbasî axa Başûr dibin derûniya me xera dibe. Kezeba me şewitî û em giriyan lê bila êdî tu dayik negirîn û xwîn nerije. Em dixwazin aşitiyek çêbibe. Em dibêjin bila şer bi dawî bibe. Em dibêjin êdî bes e ku qetlîam pêk tên. Ew tank û topên ku ji vir derbasî Başûr dibin weke ku li dilê me dikevin. Em edeletê dixwazin, ew şer dixwazin. Erdogan bira bi destê bira dide kuştinê. Êdî bes e.” 
 
'DEMA KU F-16 DERBAS DIBIN WEKÎ KU LI DILÊ MIN DIDIN'
 
Dayika Selam Encu, Semîre Encu jî bi lêv kir ku kengê balafirên şer li ser serê wan derbasî herêma şer dibin, heman êş li wan dubare dibe û got: "Ev 10 salên me derbas bûn. Lê êşa me tu carî nayê jibîrkirin. Me ewqasî êş kişand, bila tu dayikên din nekişînin û ev xwîna tê rijandin bila bisekine. Em naxwazin ku êdî xwîn birije. Divê em kurd hemû piştgiriyê bidin hev. Em xwişk û birayê hev in. Pêwîste ku çi şer di nava me de çênebe. Êşa Roboskiyê mezin e. Heke edelet bihata Roboskiyê û komkujiya Roboskiyê ronî bibûya wê ev komkujiyên din jî çênebûna. Dema ku balafirên şer ên F-16 di ser gundê me re derbas dibin, weke ku li dilê min didin. Çimkî van balafiran zarokên me qetil kirin. Em pê diêşin û aciz dibin. Dema ku derbas dibin, em dibêjin ka wê kezeba kê bişewitînin. Divê em kurd dest bidin hev. Em ji Mesûd Barzanî rica dikin ku bila piştgiriya vî şerî neke. Bila vî şerî bisekine û pêşmergeyê xwe nede pêşiya leşkeran." 
 
'BILA BES ALÎKARIYÊ BIDE TIRKIYEYÊ'
 
Dayika Şivan Encu, Hediye Encu jî bertek nîşanî şerê li dijî axa başûrê Kurdistanê da û anî ziman ku ew hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re qebûl nekin û ev tişt got: "Em qebûl nakin ku Mesûd Barzanî mil bide Tirkiyeyê. Zarokên me qelandin, çi heqê wî li ser me heye? Bila êdî malbata Barzanî li pey Tirkiyeyê neçe û neyê. Em viya qebûl akin. Bila bes alîkariya bide tirkan. Heke wî destûr nedaba Tirkiyeyê nedikarî biçe êrişan bike. Tirkiye ji bo zarokên me bikuje ji malbata Barzanî piştgiriyê digire. Em ê tu demê vê yekê qebûl nekin. Êdî bes e bila vê zilmê li me bikin.” 
 
'EM NAXWAZIN ZAROKÊN ME PERÇE PERÇE BIBIN'
 
Dayika Serhat Encu Halîme Encu jî li dijî şer banga aştiyê kir û wiha axivî: "Hemû dinya êşa me dizane. Em vê komkujiyê ji bîr nakin. Em û mala Barzanî ji heman malbatê ne. Em ji malbata Barzanî rica dikin ku rêya yekîtiyê dizanibin. Em hûn in û hûn em in. Tu ferqa me nîne. Em naxwazin şerê navxweyî derkeve. Em naxwazin ku bi çekên kîmyewî êrişan bibin ser tu deran. Em naxwazin ku zarokên tu kesî bimrin. Ev zarokên me perçe û perçe bûn, lê em naxwazin ku zarokên me yên din perçe bibin. Em naxwazin ku di navbera me de nexweşî çêbibe. Em jî wekî her kesî ji hev hez bikin û bi aramî bijîn.” 
 
'HER EM BALAFIRA DIBÎNIN KOMKUJÎ TÊ BÎRA ME’ 
 
Dayika Fadil Encu, Azîme Encu jî daxwaz kir ku şer bê sekinandin û wiha got: "Zarokên me hatin qetilkirin, bila yên kesek din neyên qetilkirin. Bila şer bi dawî bibe. Ev tişt hat serê me bila neyê serê keseke din. Ew kesê ku xiyanet bike wê li xwe bike. Dema ku li vir balafir derbas dibin, dilê me perçe perçe dibe û ew roja komkujiyê tê bîra me. Em kengê wan balafira dibînin komkujî tê bîra me. Divê kurd bibin yek û tifaq bin. Bila şerê navxweyî dernekeve. Zarokên me çûn, bila yên kesek din neçin.” 
 
 

Sernavên din

28/05/2022
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê
23:41 Dayikên girtiyan ên di binçavan de hatin îşkencekirin rakirin nexweşxaneyê
21:34 Li Bamernê êrişa bi SÎHA'yan: 2 zarok hatin qetilkirin
20:24 Dê fiyetê benzîn û mazotê cardin bê bihakirin
19:47 Di Doza Girtina HDP'ê de delîlên pêvekî hatin teblîxkirin
19:32 Cenazeyê Çelebî ber bi Wanê ve hat birêkirin
16:32 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin û li Êlihê jî 5 kes hatin berdan
15:56 Xizmên girtiyan: Ji mirinên li girtîgehan dewlet berpirsyar e
15:38 Bankaya Navendî faîzê sabît girt
15:07 ‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’
14:44 Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê
14:14 Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
14:04 Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:25 Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand
13:23 Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî
12:20 Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê
12:13 Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir
11:38 Firotina Batman Park AVM hat betalkirin
11:38 Kujerê Pinar Kizil hat girtin
11:14 Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye
10:42 Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye
10:41 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir
10:15 Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin
10:03 Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be
10:02 Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir
09:02 Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye
09:01 Ji ber teşhîsa şaş zirar gihaye hemû lebatên girtiyê nexweş Ekîm Polat
09:00 Li gorî qeyûmê berê ya Amedê li şûna tenduristiyê pêwistî bi bazirganiyê hebûye!
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2022'YAN
08:54 Cenazeyê Ûgûr ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin
08:25 Dewleta tirk êrişên nû dan destpêkirin, şerekî dijwar diqewime
25/05/2022
23:03 Cenazeyê Ûgûr ber bi Şirnexê ve hat birêkirin
21:35 Li Efrînê li dijî 'guhertina demografiyê' meşeke girseyî
21:14 Dê belgefîlma 'Nûjiyan' li Şengalê bê nîşandan
20:44 Li Girtîgeha Qubînê girtî Siddik Ûgûr jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Cûdî û Bestayê qirkirina daran a bi destê cerdevanan didome
19:16 Heftanîn tê topbarankirin
19:08 Çalakgerên Nobeda Edaletê serdana SODAP û KAYY-DER'ê kirin
17:51 Li Girtîgeha Kiriklarê girtiyan cardin dest bi greva birçîbûnê kir
16:34 Li Nûriye Gulmenê 10 sal cezayê hefsê hate birîn
16:03 OHD û HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:26 Li Zapê 12 leşker hatin kuştin
15:26 Kampanya hashtaga #YeniYasam4Yasinda
15:20 Li Serêkaniyê jinek ji ber guleya komên paramîlîter birîndar bû
15:10 Nobeda Edalêtê : Daxwazên me ne tenê ji bo me ne ji bo aramiya welat in
14:14 Herêma Heftanînê ji Qilebanê tê bombebarankirin
14:14 Li Mersîn û Edenê 5 kes hatin girtin û 2 kes jî di bin çavan de ne
13:55 Ji bo daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş bê dayîn banga tev li bûnê hate kirin
13:52 ‘Divê deriyên edliyeyê ne li înkarê lê li heqîqet û edaletê bên vekirin’
13:50 Ferît Şenyaşar: Em sibê edaleta serobero naxwazin
13:21 Di doza destdirêjiya Pasûrê de 'kêmasî' nayên temamkirin!
13:20 Dozger ji du hunermendan re ceza xwest
12:53 Artêşa tirk li Heftenînê xetimî: Dojeheke ku leşker nikarin jê derbikevin e
12:42 Doza tazmînatê ya li malbata ku zarokên wê hatibûn qetilkirin vekiribûn taloq kirin