Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike

  • rojane
  • 09:01 27 Gulan 2022
  • |
WAN - Waniyan destnîşan kir ku desthilata AKP'ê çavkaniyên welêt di şerê li dijî kurdan de xerc dike û got: "Desthilat ji dêvla ku bombeyan distîne bila krîza aborî hel bike." 
 
Şerê ku desthilata AKP'ê bi hevkariya PDK'ê daye destpêkirin her diçe krîza aborî kûrtir dike. Waniyan bal kişand ser pereyên ji bo şer tên xerckirin û gotin: "Desthilat ji dêvla ku bombeyan distîne bila krîza aborî hel bike." 
‘JI ME DISTÎNE PÊ BOMBEYAN DIKIRE'
 
Hesin Erkol destnîşan kir ku AKP dijberê kurdan e û got: "Ji ber krîza aborî mirov perîşan bûne. Em gel perîşan bûne. Êdî em nikarin biçin çarşiyê jî. Ji ber krîza aborî em neçar bûne. Desthilat ji dêvla ku rewşa vî gelî baş bike ketiye etra gurkirina şer. Ji me distîne pê çekan dikire û van çekan li hemberî gelê kurd bi kar tîne. Em vê yekê şermezar dikin û qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin, bes bila xwîn nerije. Bila mirov bi awayekî aram û wekhev bijîn. Ev desthilat êdî divê çavkaniyên vî welatî ne ji bo şer, ji bo aramiya mirovan bi kar bîne." 
 
Ahmet Gorur jî bilêv kir ku desthilat çavkaniyên welêt ji bo şer bi kar tîne û ev yek bûye cihê krîzeke mezin û wiha axivî: "Êdî em bi zorê nan dikirin. Em nikarin kîloyek goşt bikirin. Sedema hemû pirsgirêkan desthilata heyî ye. Bi baca ku ji gel distîne çekan distîne û li hemberî gelê kurd bi kar tîne. Em vê yekê şermezar dikin. Bes e, bila çavkaniyên welêt ji bo şer xerc nekin. Bila meseleya kurdî êdî çareser bibe. Ger meseleya kurdî çareser bibe dê hemû mesele hel bibin." 
 
‘BILA ŞER BI DAWÎ BIBE'
 
Huseyîn Ozalp jî xwest budçe ne ji bo şer ji bo aramiya gel bê terxankirin û wiha got: "Par 5 kîlo şekir bi 25 TL'yan bû, niha bûye 115 TL. Krîza aborî êdî heya ber qirikê hatiye. Ji ber bihabûna fiyetên mazot û benzînê kes nikare wesayîta xwe bişixulîne. Em cotkar êdî nikarin bixebitin. Em nikarin erdê xwe bajon. Bi bacên ku ji me distînin pê tanq û topan dikirin û bera mirovên me didin. Em dixwazin budçe ne ji bo şer ji bo gel bê terxankirin. Êdî divê ev şer bi dawî bibe û bila aramî bê welêt." 
 
‘JI DÊVLA BOMBEYAN DIKIRIN BILA ABORIYÊ HEL BIKIN'
 
Abdûlmuttalîp Ornek jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Tirkiye ji dêvla ku pereyan dide bi bombeyan bila krîza aborî hel bike. Ên herî zêde bandorê ji vî şerî digire gel e. Em piştgiriya vî şerî nakin. Pereyê ji bo şer tê xerckirin têra tevahiya mirovên welêt dike. Êdî bes e! Em şer naxwazin. Heya şer hebe dê krîz kûrtir bibe. Zarokên min goşt xwestine lê ez nikarim bikirim. Kîloya goştê mirîşkan jî bûye 40 TL! Mirov perîşan bûne. Demildest divê dawî li vî şerî bê û çareyek ji krîza aborî re bê dîtin." 
 
‘DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÎNIN'
 
Yûsûf Peker jî destnîşan kir ku desthilata AKP'ê welêt ber bi kareseteke mezin ve biriye û got: "Em welatî êdî nikarin zebze, goşt û nan bikirin. Evana welêt ber bi karesetekê ve birine. Bila çareyekê peyde bikin, yan na bila îstifa bikin. Ev hê rojên me yên xweş in, rojên xirabtir li benda me ne. Bila ev desthilat biçe, bila kesên edaletparêz vî welatî bi rê ve bibin. Dawî li vê zilmê bînin êdî!" 
 
‘MADEM NIKARIN BILA DEV JÊ BERDIN'
 
Alî Ozyen jî anî ziman ku ji ber polîtîkayên çewt ên desthilatê gel perîşan bûye û êdî hew deyax dikin û wiha axivî: "Êdî em nikarin zebze bikirin. Kîloya firingiyan bûye 20 TL. Em gel perîşan bûne, lê ne xema desthilatê ye. Desthilata AKP'ê zengîna zengîntir, feqîran feqîrtir dike. Ev çi dewlet e? Ev çi polîtîka ye? Desthilat madem nikare hel bike, nexwe demildest divê îstifa bike." 
 
MA / Hakan Yalçin 

Sernavên din

28/05/2022
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê
23:41 Dayikên girtiyan ên di binçavan de hatin îşkencekirin rakirin nexweşxaneyê
21:34 Li Bamernê êrişa bi SÎHA'yan: 2 zarok hatin qetilkirin
20:24 Dê fiyetê benzîn û mazotê cardin bê bihakirin
19:47 Di Doza Girtina HDP'ê de delîlên pêvekî hatin teblîxkirin
19:32 Cenazeyê Çelebî ber bi Wanê ve hat birêkirin
16:32 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin û li Êlihê jî 5 kes hatin berdan
15:56 Xizmên girtiyan: Ji mirinên li girtîgehan dewlet berpirsyar e
15:38 Bankaya Navendî faîzê sabît girt
15:07 ‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’
14:44 Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê
14:14 Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
14:04 Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:25 Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand
13:23 Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî
12:20 Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê
12:13 Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir
11:38 Firotina Batman Park AVM hat betalkirin
11:38 Kujerê Pinar Kizil hat girtin
11:14 Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye
10:42 Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye
10:41 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir
10:15 Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin
10:03 Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be
10:02 Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir
09:02 Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye
09:01 Ji ber teşhîsa şaş zirar gihaye hemû lebatên girtiyê nexweş Ekîm Polat
09:00 Li gorî qeyûmê berê ya Amedê li şûna tenduristiyê pêwistî bi bazirganiyê hebûye!
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2022'YAN
08:54 Cenazeyê Ûgûr ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin
08:25 Dewleta tirk êrişên nû dan destpêkirin, şerekî dijwar diqewime
25/05/2022
23:03 Cenazeyê Ûgûr ber bi Şirnexê ve hat birêkirin
21:35 Li Efrînê li dijî 'guhertina demografiyê' meşeke girseyî
21:14 Dê belgefîlma 'Nûjiyan' li Şengalê bê nîşandan
20:44 Li Girtîgeha Qubînê girtî Siddik Ûgûr jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Cûdî û Bestayê qirkirina daran a bi destê cerdevanan didome
19:16 Heftanîn tê topbarankirin
19:08 Çalakgerên Nobeda Edaletê serdana SODAP û KAYY-DER'ê kirin
17:51 Li Girtîgeha Kiriklarê girtiyan cardin dest bi greva birçîbûnê kir
16:34 Li Nûriye Gulmenê 10 sal cezayê hefsê hate birîn
16:03 OHD û HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:26 Li Zapê 12 leşker hatin kuştin
15:26 Kampanya hashtaga #YeniYasam4Yasinda
15:20 Li Serêkaniyê jinek ji ber guleya komên paramîlîter birîndar bû
15:10 Nobeda Edalêtê : Daxwazên me ne tenê ji bo me ne ji bo aramiya welat in
14:14 Herêma Heftanînê ji Qilebanê tê bombebarankirin
14:14 Li Mersîn û Edenê 5 kes hatin girtin û 2 kes jî di bin çavan de ne
13:55 Ji bo daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş bê dayîn banga tev li bûnê hate kirin
13:52 ‘Divê deriyên edliyeyê ne li înkarê lê li heqîqet û edaletê bên vekirin’
13:50 Ferît Şenyaşar: Em sibê edaleta serobero naxwazin
13:21 Di doza destdirêjiya Pasûrê de 'kêmasî' nayên temamkirin!
13:20 Dozger ji du hunermendan re ceza xwest
12:53 Artêşa tirk li Heftenînê xetimî: Dojeheke ku leşker nikarin jê derbikevin e
12:42 Doza tazmînatê ya li malbata ku zarokên wê hatibûn qetilkirin vekiribûn taloq kirin