Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be

  • rojane
  • 10:03 26 Gulan 2022
  • |

ŞIRNEX - Li navçeya Elkê şêniyên gundê Geliyê Gewdan, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser qadên Zap, Avaşîn û Metînayê dan û gotin ku gelê kurd kuştinê naqede û wê serkeftin ya kurdan be.

Êrişa ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (ODK) li dijî qadên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanêdaye destpêkirin didome. Li gorî çavkaniyên ji herêmê Artêşa Tirk, di êrişan de bi awayekî dijwar çekên kîmyewî bi kar tîne. Li herêma Botanê, welatiyên li gundiyên li ser sînor dijîn, zedetir ji van êrişan bibandor dibin û li dijî êrişan bibertek in. Welatiyên ji gundê Geliyê Gewdan ê navçeya Elkê ya Şirnexê, derbarê êrişê de axivîn û nerînên xwe anîn ziman. 
 
 
'BILA ÊDÎ XIYANET JI NAV KURDAN DERKEVE'
 
Hamrî Abî (54) ku birayê wî 4 sal berê li Rojava jiyana xwe ji dest daye û piraniya ferdên malbata wî girtî ne, bi lêv kir ku kurd vê êriş û zilma li dijî xwe qebûl nakin û wiha got: "Me gelek êş û zilm dîtiye. Lê li dijî vê zilm û zordestiyê me xetekê têkoşînê jî ava kiriye. Em şerê li ser Başûr şermezar dikin. Bi salan e xiyanet û êrişek mezin li ser me heye. Bila êdî ev xwîn bê sekinandin û xiyanet ji nav kurdan derkeve. Gere tu kurd piştgiriyê nede dijmin. Nebaş e ku Barzanî bi destê neyaran xwişk û birayên xwe bide kuştin. Tu kurd ne vê efû dike ne jî qebûl dike."
 
'WÊ SERKEFTIN A KURDAN BE'
 
Hamrî, di berdewamiya axaftina xwe de bikaranîna çekên kimyewî şermezar kir û ev tişt got: "Dewleta Tirk bi tang, teyare û tifingan êrîş dike lê dîsa jî bi pêş ve naçe. Wê serkeftin ya kurdan be. Hemû gel ji îktîdarê nerazî ye.  Lewma îktîdar ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne ewqas êriş dike. Em hê jî zilmê dibînin lê tevî vê jî em ê berxwedana xwe mezintir bikin. Bi girtin û kuştinê dixwazin me xelas bikin. Lê yek ji me biçe dê şuna wan bi hezaran werin. Em bi girtin û kuştinê naqedin."
 
'EM LI PEY DOZA XWE NE'
 
Zemo Acar (58), destnîşan kir ku ew naxwazin xaka Kurdistanê were dagirkirin û wiha axivî: "Zilma ku kurdan dîtiye têra xwe heye. Em jî li pey doz û mafê xwe ne. Bila kurd hev nekujn û hemû kurd dest bidin destê hev. Banga me ew e ku êdî li ser vê xakê xwîn neyê rijandin. Zexta ku li ser me tê kirin ne nû ye û dixwazin çareseriyek were dîtin. Ez banga yekitiyê li kurdan dikim û ji bo kurdan serfiraziyê dixwazim."
 
'HER ÇAVÊ ME LI TELEVÎZYONÊ YE' 
 
Huzret Abî, diyar kir ku tirs û bêdengî ne çare ye, divê hemû kurd li dijî zilmê û êrişan rabin ser piyan û wiha got: "Wê gelê kurd li dijî van êrişan li ber xwe bide. Kesên ku ranebûne ser piyan jî divê rabin û dengê xwe derbixin. Bila kurd piştiriyê bidin hev. Ji xeynî kurdan tu kes alikariya wan nake. Kurdan tim berxwedan û têkoşînê bilind kiriye. Wê ji niha pê ve jî bilindtir bike. PDK û Tirkiyê bûne birayê hev. Ji ber şer dilê me gelek dişewite. Çavên me li televîzyonê ye. Her rojên me bi fikaran derbas dibe."  
 
‘Divê dewletên netew nehêlin ku çekên kimyewî were bikaranîn’
 
 Agît Abî jî destnîşan kir ku şerê birakujiyê ne şerê ji rêzê ye û ev tişt got: "Em hemû kurd di qadekê de dijîn. Li Tirkiyey kriz û aloziyek mezin heye. Loma êrîşên xwe yên li dijî Başûr û Rojavayê zêdetir dike. Jixwe sedema krîza wan jî ev êriş in. Divê ev şer û operasyon neyên kirin. Ji van aloziyan hemû gel bibandor dibe. Bikaranîna çekên kimyewî li her derî qedexe ye lê Tirkiyê van çekan bi kar tîne. Pêwîste ku welat li ser vê yeke bisekinin û destûr nedin ku Tirkiyê van çekan bi kar bîne. Bang û peyama min ew e ku divê hemû kes li ser vî şerê dengê xwe derbixe."
 

Sernavên din

28/05/2022
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê
23:41 Dayikên girtiyan ên di binçavan de hatin îşkencekirin rakirin nexweşxaneyê
21:34 Li Bamernê êrişa bi SÎHA'yan: 2 zarok hatin qetilkirin
20:24 Dê fiyetê benzîn û mazotê cardin bê bihakirin
19:47 Di Doza Girtina HDP'ê de delîlên pêvekî hatin teblîxkirin
19:32 Cenazeyê Çelebî ber bi Wanê ve hat birêkirin
16:32 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin û li Êlihê jî 5 kes hatin berdan
15:56 Xizmên girtiyan: Ji mirinên li girtîgehan dewlet berpirsyar e
15:38 Bankaya Navendî faîzê sabît girt
15:07 ‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’
14:44 Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê
14:14 Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
14:04 Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:25 Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand
13:23 Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî
12:20 Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê
12:13 Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir
11:38 Firotina Batman Park AVM hat betalkirin
11:38 Kujerê Pinar Kizil hat girtin
11:14 Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye
10:42 Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye
10:41 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir
10:15 Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin
10:03 Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be
10:02 Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir
09:02 Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye
09:01 Ji ber teşhîsa şaş zirar gihaye hemû lebatên girtiyê nexweş Ekîm Polat
09:00 Li gorî qeyûmê berê ya Amedê li şûna tenduristiyê pêwistî bi bazirganiyê hebûye!
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2022'YAN
08:54 Cenazeyê Ûgûr ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin
08:25 Dewleta tirk êrişên nû dan destpêkirin, şerekî dijwar diqewime
25/05/2022
23:03 Cenazeyê Ûgûr ber bi Şirnexê ve hat birêkirin
21:35 Li Efrînê li dijî 'guhertina demografiyê' meşeke girseyî
21:14 Dê belgefîlma 'Nûjiyan' li Şengalê bê nîşandan
20:44 Li Girtîgeha Qubînê girtî Siddik Ûgûr jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Cûdî û Bestayê qirkirina daran a bi destê cerdevanan didome
19:16 Heftanîn tê topbarankirin
19:08 Çalakgerên Nobeda Edaletê serdana SODAP û KAYY-DER'ê kirin
17:51 Li Girtîgeha Kiriklarê girtiyan cardin dest bi greva birçîbûnê kir
16:34 Li Nûriye Gulmenê 10 sal cezayê hefsê hate birîn
16:03 OHD û HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:26 Li Zapê 12 leşker hatin kuştin
15:26 Kampanya hashtaga #YeniYasam4Yasinda
15:20 Li Serêkaniyê jinek ji ber guleya komên paramîlîter birîndar bû
15:10 Nobeda Edalêtê : Daxwazên me ne tenê ji bo me ne ji bo aramiya welat in
14:14 Herêma Heftanînê ji Qilebanê tê bombebarankirin
14:14 Li Mersîn û Edenê 5 kes hatin girtin û 2 kes jî di bin çavan de ne
13:55 Ji bo daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş bê dayîn banga tev li bûnê hate kirin
13:52 ‘Divê deriyên edliyeyê ne li înkarê lê li heqîqet û edaletê bên vekirin’
13:50 Ferît Şenyaşar: Em sibê edaleta serobero naxwazin
13:21 Di doza destdirêjiya Pasûrê de 'kêmasî' nayên temamkirin!
13:20 Dozger ji du hunermendan re ceza xwest
12:53 Artêşa tirk li Heftenînê xetimî: Dojeheke ku leşker nikarin jê derbikevin e
12:42 Doza tazmînatê ya li malbata ku zarokên wê hatibûn qetilkirin vekiribûn taloq kirin