Rûspiyên Elkê: Bila Barzanî komkujiya Saddam bîne bîra xwe

  • rojane
  • 09:27 25 Gulan 2022
  • |
ŞIRNEX - Rûspiyên navçeya Elkê ya Şirnexê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan û gotin: "Di yek carê de bi hezaran xelkê Barzan hate qetilkirin. Divê Barzanî tenê vê rastiyê bîne berçavên xwe û ji xwe şerm bike." 
 
Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve êriş dabûn destpêkirin. Êrişên li ser herêmê bênavber berdewam dikin. Di şerê ku diqewime de leşkerên artêşa Tirkiyeyê çekên kîmyewî bikar tînin. Herî dawî di daxuyaniya ku 22'ê gulanê de ji aliyê HPG'ê ve hat dayîn de diyar kiribû ku 8 endamên wan di encama bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane. Li dijî êrişên ku bi şirîkatiya PDK'ê ve hatine destpêkirin nêrazîbûn jî her ku diçe zêdetir dibin. Rûspiyên navçeya Elkê ya Şirnexê bertek nîşanî êrişên li ser herêmê dan û bang li malbata Barzanî kirin ku dest ji hevkariya şer berde. 
 
 
'WERIN EM JI BO KURDISTANA MEZIN TÊBIKOŞIN’ 
 
Ji rûspiyên eşîra Giraviyan ê ji gundê Setkarê Salih Temel (70), êrişên li ser herêmê şermezar kir û wiha axivî: "Berê me digot, 'Em ê biçin Kurdistanê wê Barzanî me bihewîne, ferq û cudahî nîne, her çar perçeyên Kurdistanê yek in'. Lê niha dema ku em lê dinêrin dibînin ku Barzanî şaşîtiyê dike. Em lê dinêrin û dibînin ku mil dide milê dijminê me. Ew bi xwe jî dibîne ku dijmin me dikuje. Em lê dinêrin cerdevan jî piştevaniya vî şerî dikin. Cerdevan diçin Zaxo, Duhok û piştgiriyê didin vî şerî. Em hez nakin ku Barzanî vî şerî bike. Me bi hev re ji bo Kurdistanê bedelan dane. Ev bedelên ku hatine dayin me vala nedan. Heger ku tu miroveke baş bûya em ê te bikin pêşeng. Ev şer hemû li ser Kerkûkê ye. Ji bo ku ji neftê sûd bigirin wisa dikin. Ma Barzanî nizane ku dema ku têkoşîna kurdan xelas bibe wê destpêkê wî bigirin û her tiştekê Kurdistanê jî ji wî bistînin. Ev tişta ku dikin şerm e. Ev ne tişteke rast e. Di vî şerî de xeta wan gelek mezin e. Zarokên me tên kuştin û cenazeyên wan jî nadin. Em rica dikin bila şerê navxweyî neke. Em vî şerî naxwazin. Dema ku li Başûrê Kurdistanê Saddam komkujî pêk anî, li vir Goyî, Giravî, Gewdan, Jîrkiyan û her kes ji bo parastina axa Kurdistanê berê xwe da Kurdistanê. Ji Sêrtê û heta Erzorimê her kurdek çû hawara wan. Şerme ku li ser axa Kurdistanê ew milê xwe bidin dijmin. Em vê qebûl nakin. Me sond xwariye heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê ji bo Kurdistanê têbikoşin. Mala Barzanî bi malbatî xayînin. Em axa xwe nadin dijmin."
 
'HER ÇAR PARÇE BILA BIBIN YEK'
 
Ji rûspiyên eşîra Gewdan ê ji gundê Geliyê Gewdan Musa Acer (72) jî bal kişand ser şirîkatiya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û destnîşan kir ku ew vê hevkariyê tu carî qebûl nekin û got: "Em aştiyê dixwazin. Kurd, tirk û ereb hemû birayên hev in. Em naxwazin kuştin çêbibin. Îro Barzanî bûye hevalê Tirkiyeyê. Tirk ji bo berjewendiyên xwe êriş dike. Lê çima Barzanî dibe şirîkê van êrişan? Kurdê xayin îro li gel dijmin dibe yek û birayê xwe dikuje. Xwedê birakujiyê qebûl nake. Bila birakujiyê nekin. Bila Mesûd Barzanî ji bavê xwe Mele Mistefa şerm bike. Wexta ku Mele Mistefa Barzanî 50 salan li ber xwe da û çûye her derê şer kiriye û kurd di Iraqê de rizgar kir bila Barzanî şerma wê bike. Xwedê qebûl nake ku ew dijmin bibe Iraqê û birakujiyê bike. Bila sîxur sîxurtiyê nekin, cerdevan cerdevaniyê nekin. Bila her kes birayê birayê xwe be. Ma em îro ne cerdevanin em ê birçîna bimirin? Xwedê em ji wan têrtirin. Berê jî Barzanî bûbûn çeteyên ereban. Saddam 8 hezar kes jin, zarok û ciwan yek carê bi kîmyasalê qetil kirin û tune kir. Lê ji wî re nema û dawiya wî çawa bû, hat darvekirin. Bila Barzanî şerma qetlîamê bike. Bila birakujiyê neke. Bila her parçeyên Kurdistanê bibin yek."
 
'BILA BARZANÎ KOMKUJIYA SADDAM BÎNE BÎRA XWE' 
 
Ji rûspiyên eşîra Mamxuran ê ji gundê Karçaneyê Findî Kaya (68) jî anî ziman ku di tu olê de jî birakujî nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Divê tu kes neyê kuştin. Em aştiyê dixwazin. Mirovek ji kîjan qewmî be divê neyê kuştin. Encax bi aştiyê em dikarin bi ser bikevin. Bi kuştinê tiştek çareser nabe. Kesek bi kuştinê nayê xelaskirin. Îro malbata Barzanî dibe sedemê kuştina mirovan, neheqe. Heke Barzanî Barzanî be divê însanan nede kuştinê. Di yek carê de bi çend hezar xelkê Barzan hate qetilkirin. Divê tenê vê rastiyê bîne ber çavên xwe. Tenê vê bifikire wê rastiyê bibîne. Kuştin ne tişteke rast e. Tu pirsgirêk bi şerî nayê çareserkirin. Ji me re tişta pêwîst tifaq e." 
 

Sernavên din

25/05/2022
12:25 Gelek konteynirên AFAD’ê sewqî xeta sînor hatin kirin
12:24 Danişîna doza OHD’iyan hate dîtin
12:21 Tirkiye qadên çandiniyê dişewitîne
11:48 AYM'ê Tûglûk mafdar dît
11:47 Parêzer Şakar: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê qedexeya ser PKK’ê rabe
11:42 Dengbêjên li zozanan: Ev şer şerê xiyanetê ye
11:41 Ji Çelê Herêma Kurdistanê hate bombebarankirin
11:23 Parlamenter Gulum: Îdiaya jinan a avakirina jiyaneke nû heye
11:02 Li Wanê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat nîşandan
10:53 Parêzer Sevîmlî: Guhertina demografiya bajaran tundiyê zêde dike
10:38 Navê Cemal Gursel ê ku kurdan înkar dikir li kolanek Cizîrê kirin
10:23 Demîrtepe: Tecrîd nahêle ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin
09:27 Rûspiyên Elkê: Bila Barzanî komkujiya Saddam bîne bîra xwe
09:23 Hevjîna sûcdarê komkujiya Gara Enqere û ya Pirsûsê Balî beraet kiriye!
09:22 Dê pêwendiya tecrîdê ya bi aştiyê re bê nîqaşkirin: Konferansa Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê
09:20 Rojnamevan Bêcan: PDK bi zext û çewisandinan li ser pêya ye
09:20 Ozkan: Bavê min kesî nas nake, tenê em li hev mêze dikin
09:19 Dadgehê têkildarî cihê gora Şêx Seîd ji wezaretê agahî û belge xwestin
09:18 Rexmî biryara Lijneya Parastinê jî trafo nayê rakirin
09:17 'Dixwazin bi darê zorê penaberan li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bikin'
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2022'YAN
24/05/2022
23:08 Dîlan Înan a di şer de jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
17:06 Bi hinceta heqaret li Mûsa Orhan kiriye ceza li Ezgî Mola hat birîn
16:56 Danişîna doza leşkerê ku Sertîp Şen qetil kiribû hate dîtin
16:47 Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê: Em sibê şandeyên xwe dişînin Enqereyê
16:42 Bîlançoya êrişên ser Başûr giran dibe
15:50 Sancar bang li muxalefetê kir: Li dijî şer xwedî helwest bin
15:49 Piştî 15 salan wê Tirkiye di asta bilind de serdana Îsraîlê bike
15:23 Ji ber girtîgehê gazî kirin: Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin
14:34 HSD: Armanca Tirkiyeyê ew e ku aramiya herêmê xera bike
14:26 Hatûn: Qeyûman di bin navê polîtîkayên îmarê de pergala talanê ava kirin
14:20 Waliyê Dêrsimê nehêla malbata Doku pê re hevdîtinê bike
13:53 Di şer de 3 leşker hatin kuştin
13:52 Ji Girtîgeha Kiriklarê bang: Heke hûn dengê me nebihîzin dê ji vir cenazeyên me derkevin
13:51 Di êrişên DAIŞ’ê de ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin
13:50 Nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekaran kirin
13:29 Baroya Mêrdînê giliya êrişa zayendî kir
13:24 Bagera tozê bandorek neyînî li ser Şirnex û navçeyên wê dike
13:17 Birîna daran a li Cûdî û Bestayê didome
13:16 Ji bo Qetlîama 10’ê Cotmehê banga edaletê hat kirin
12:51 Biryara Erdogan a ji bo êrişa ser Rojava tê çi wateyê?
12:34 Nexweşxane heye doktor nîn in: 9 beş hatin girtin
12:12 Encamnameya konferansa jinan a HDP'ê: Em xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:56 ‘Divê em têkoşîna hevpar a li dijî şer mezintir bikin’
10:38 Jinên delegeyên HDP'ê peyama 'li dijî şer têkoşîna hevpar' dan
10:27 Cenazeyê Çelebî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê
10:27 ‘Ji Enfala Sedam xelas bûn di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin’
10:26 Planên hêzên serwer ên li ser Şengalê
10:09 ‘Pêdiviya kêmtirîn a 10 girtiyan 8 hezar lîre ye’
09:59 Parêzer Çakmak: Heta tecrîd ranebe aloziya li Tirkiyeyê xelas nabe
09:39 Ne yên zindanê, muebbedên Çand û Folklora Kurdî ne!
09:10 Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin: Em ê wan tim nerihet bikin
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:09 Li Herêma Kurdistanê jî zozan hatin qedexekirin
09:08 Mehmet Ocalan: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
09:07 ‘Tirkiye xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne'
09:06 Bolunmez ê AKP'î vê carê jî çav berdaye Gundikê Remo
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2022'YAN
07:50 Cenazeyê Zekî Çelebî gihişt Silopiyayê
23/05/2022
23:15 Di Mîhrîcana Cannesê de komkujiyên jinan hatin şermezarkirin
22:16 Malbata Dokû dê sibê biçe ber walîtiyê
22:08 Qeyûm AVM'ya bi 635 milyonî bi 150 milyonî firot AKP'iyan
21:57 Şerê li Cûdiyê didome: 4 esker mirin
21:50 Dogal û Algûn ên li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
21:40 SGDF: Dê îşkenceya li girtîgehan bi berxwedana yekbûyî têk biçe
21:14 Malbata Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
20:43 Hevseroka HDP'ê ya Erdexanê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
20:33 Piştî 7 mehan cenazeyê Yenî dan malbatê
19:15 Esker û cerdevanan ber bi Heftenînê ve dişînin
16:46 Xelkê Girê Spî li dijî projeya Tirkiyeyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir
16:46 Qeyûmê Amedê, qeyûmê Sûrê kir sekreterê xwe
16:45 Li Bestayê talan li Cûdî jî qedexe didome
16:41 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
16:26 Di danişînê de biryar hate dayîn ku polîsî bi darê zorê bînin dadgehê
16:23 Cenazeyê Zekî Çelebî ji Silêmaniyê şandin Wanê
16:15 Cenazeya endama YJA-STAR’ê Kiliçoglu piştî 9 mehan hat veşartin
16:01 Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike
15:40 Polîsan li Nisêbînê avêt ser dawetekê
15:40 Cezayê ragihandinê dan girtiyên ku Komkujiya Helebçeyê şermezar kirin
15:15 Rojnamevanên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê bertekeke hevpar dan
15:03 Di doza Can de wê ji nû ve rapora ATK'ê bê xwestin
14:44 Li Stenbolê kampanya li dijî bihabûnê hat destpêkirin
14:34 Hejmara kesên li Êlihê hatine binçavkirin derket 5’an
14:33 Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin
14:27 Li Lice û Pasûrê operasyona leşkerî: Cilên şivanan li cerdevanan kirin
14:20 Êlihiyan îhaleya qeyûm protesto kirin
14:14 Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin
14:11 Li 7 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
14:01 Ji dengbêj Seîdê Goyî albûma ‘Stranên Dilê Min’
14:00 Pekoz bi pirsekê pêşniyazpirs da Bozdag
13:59 Dêrsim Dag: Bi Topal Osman re hûn dixwazin çi peyamê bidin?
13:57 Daxuyanî û nûçeyên ‘operasyona şikeftê’ derew derketin
13:15 73 sal ceza li torbê ku polisan li erdê dît birîn!
12:56 Sercerdevanê ku Remziyeyê kuştiye gelek sûc kirin e
12:54 Ji bo çekên kîmyewî bang li NY’yê kir: Bila ji bo Tirkiyeyê jî komîsyon bê avakirin
12:34 Li Îranê serhengê Mihafizên Şoreşê hat kuştin
12:30 Malbata Şenyaşar hat xelatkirin
11:58 Polîsan ji stranbêjên kurd re gotiye: Hûn bi kurdî stranan bêjin hûnê rastî êrişan werin
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin