Ozkan: Bavê min kesî nas nake, tenê em li hev mêze dikin

  • rojane
  • 09:20 25 Gulan 2022
  • |
img
AMED - Semra Ozkan, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan got: "Bavê min êdî bi tu awayî nikare pêwendiyê bi kesî re deyne. Li wir tenê me li hev mêze kir, hew." 
 
Mehmet Emîn Ozkan ku ji ber îfadeya du îtirafkaran bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn, 26 sal in girtiye. Ozkan, di girtîgehê de heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji xeynî vê tansiyon, guatr a bijehr pê re heye, çavên wî baş nabînin, guhên wî giran bûne û hişê wî diçe. 
 
Ozkan ku bi tena xwe nikare jiyana xwe bidomîne, kurê wî Ahmet Ozkan ê di qawîşa wî de alîkariya wî dike. Hevjîna wî Emîne Ozkan û keça wî Semra Ozkan di 17'ê Nîsanê de hevdîtin pê re kirin, têkildarî tenduristiya wî de axivîn. 
 
‘ÊDÎ ME NAS NAKE'
 
Semra Ozkan anî ziman ku bavê wê bi sendelyeya biteker hatiye cihê hevdîtinê û got: "Birayê min û hevalê wî ew anîn odeya rûnitşinê. Bavê min êdî bi tu awayî nikare pêwendiyê bi kesî re deyne. Li wir tenê me li hev mêze kir, hew. Êdî ne me nas dike ne jî hîs dike. Neviya xwe nas nekir. Tenduristiya bavê min qet nebaş e." 
 
ROJÊ 11 DERMANAN DIDIN WΠ
 
Ozkan ragihand ku du hefte berê ji ber nexweşîna guatrê bavê wê birine nexweşxaneyê û derman dane wî, lê bi van dermanan ji binî de dengê bavê wê çûye û piştî vê cardin wî birine nexweşxaneyê û vê carê dermanine din dane bavê wê. Ozkan bilêv kir ku bavê wê tevî dermanên guatrê rojê 11 dermanên cuda dixwe û wiha got: "Ji ber ku dê dosyeyê Licê di destê wan de bimîne bavê min bernadin. Ji lew re gava bê berdan dê do li meydanê bimîne." 
 
BERÎ BIMIRE...
 
Ozkan ji bo berdana bavê xwe û hemû girtiyên nexweş bang kir û wiha axivî: "Berî ku bimirin divê ji bo girtiyên nexweş hin tişt bên kirin. Yan na piştî mirin bila kes xwedî li wan dernekeve. ATK ji bo girtiyên nexweş dibêje dikarin di girtîgehê de bimînin. Lê paşê girtî jiyana xwe ji dest didin. Ne wijdan ne jî ehlaq tiştekî wiha qebûl dike. Em dixwazin bavê min di rojên xwe yên dawî de li cem me be. Ger bimire jî bila li cem me bimire." 
 
‘BEHSA EDALETÊ DIKIN LÊ EDALET TUNE'
 
Emîne Ozkan, hevjîna Mehmet Emîn Ozkan jî bilêv kir ku kurê wê Ahmet Ozkan jî ji pişika xwe emeliyat bûye û wiha domand: "Behsa edaletê tê kirin lê edalet tune ye. Kurê min li cem bavê xwe heliyaye. Ciwantiya xwe nedî. Zarokên we jî hene. Êdî taqet di min de nameye. Ge rneyê berdan ez ê di vî temenî de biçim ber girtîgehê xwe bişewitînim. Êdî bes e ji vê zilma we re." 
 
Emîne Ozkan bang li rayedaran kir û got: "Hûn dibêjin di bin kontrola me de ye. Lê hûn tiştekî nakin. Hûn dibin nexweşxaneyê, lê hûn bi awayekî kelemçekirî dibin an jî hûn li nexweşxaneyê destên wî bi ranzeyê kelemçe dikin. Ma ev e edaleta we?"
 
‘EZ Ê DAXWAZNAMEYÊ BIDIM JI BO DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNIM'
 
Emîne Ozkan, bilêv kir ku cezayê kurê wê ji salekê hindiktir maye û kurê wê gotiye: "Cezayê min biqede jî ez dernayêm. Ez ê li vir li bavê xwe mêze bikim. Ez ê çawa wî di vî halî de bihêlim." 
 
‘ÊDÎ BES E'
 
Emîne Ozkan di dawiyê de ev tişt gotin: "Rojên dawî yên girtiyên nexweş in. Ger bimirin bila li mala xwe bimirin. Heftê cenazeyek ji girtîgehê derdikeve. Êdî bes e. Bila kes negirî, bila aştî çêbibe. Poşmantiyê li girtiyan ferz dikin; ev poşmantiya çi ye? Tiştekî jê poşman bibin nekirine." 
 
MA / Mehmet Guleş 

Sernavên din

25/05/2022
12:25 Gelek konteynirên AFAD’ê sewqî xeta sînor hatin kirin
12:24 Danişîna doza OHD’iyan hate dîtin
12:21 Tirkiye qadên çandiniyê dişewitîne
11:48 AYM'ê Tûglûk mafdar dît
11:47 Parêzer Şakar: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê qedexeya ser PKK’ê rabe
11:42 Dengbêjên li zozanan: Ev şer şerê xiyanetê ye
11:41 Ji Çelê Herêma Kurdistanê hate bombebarankirin
11:23 Parlamenter Gulum: Îdiaya jinan a avakirina jiyaneke nû heye
11:02 Li Wanê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat nîşandan
10:53 Parêzer Sevîmlî: Guhertina demografiya bajaran tundiyê zêde dike
10:38 Navê Cemal Gursel ê ku kurdan înkar dikir li kolanek Cizîrê kirin
10:23 Demîrtepe: Tecrîd nahêle ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin
09:27 Rûspiyên Elkê: Bila Barzanî komkujiya Saddam bîne bîra xwe
09:23 Hevjîna sûcdarê komkujiya Gara Enqere û ya Pirsûsê Balî beraet kiriye!
09:22 Dê pêwendiya tecrîdê ya bi aştiyê re bê nîqaşkirin: Konferansa Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê
09:20 Rojnamevan Bêcan: PDK bi zext û çewisandinan li ser pêya ye
09:20 Ozkan: Bavê min kesî nas nake, tenê em li hev mêze dikin
09:19 Dadgehê têkildarî cihê gora Şêx Seîd ji wezaretê agahî û belge xwestin
09:18 Rexmî biryara Lijneya Parastinê jî trafo nayê rakirin
09:17 'Dixwazin bi darê zorê penaberan li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bikin'
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2022'YAN
24/05/2022
23:08 Dîlan Înan a di şer de jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
17:06 Bi hinceta heqaret li Mûsa Orhan kiriye ceza li Ezgî Mola hat birîn
16:56 Danişîna doza leşkerê ku Sertîp Şen qetil kiribû hate dîtin
16:47 Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê: Em sibê şandeyên xwe dişînin Enqereyê
16:42 Bîlançoya êrişên ser Başûr giran dibe
15:50 Sancar bang li muxalefetê kir: Li dijî şer xwedî helwest bin
15:49 Piştî 15 salan wê Tirkiye di asta bilind de serdana Îsraîlê bike
15:23 Ji ber girtîgehê gazî kirin: Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin
14:34 HSD: Armanca Tirkiyeyê ew e ku aramiya herêmê xera bike
14:26 Hatûn: Qeyûman di bin navê polîtîkayên îmarê de pergala talanê ava kirin
14:20 Waliyê Dêrsimê nehêla malbata Doku pê re hevdîtinê bike
13:53 Di şer de 3 leşker hatin kuştin
13:52 Ji Girtîgeha Kiriklarê bang: Heke hûn dengê me nebihîzin dê ji vir cenazeyên me derkevin
13:51 Di êrişên DAIŞ’ê de ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin
13:50 Nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekaran kirin
13:29 Baroya Mêrdînê giliya êrişa zayendî kir
13:24 Bagera tozê bandorek neyînî li ser Şirnex û navçeyên wê dike
13:17 Birîna daran a li Cûdî û Bestayê didome
13:16 Ji bo Qetlîama 10’ê Cotmehê banga edaletê hat kirin
12:51 Biryara Erdogan a ji bo êrişa ser Rojava tê çi wateyê?
12:34 Nexweşxane heye doktor nîn in: 9 beş hatin girtin
12:12 Encamnameya konferansa jinan a HDP'ê: Em xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:56 ‘Divê em têkoşîna hevpar a li dijî şer mezintir bikin’
10:38 Jinên delegeyên HDP'ê peyama 'li dijî şer têkoşîna hevpar' dan
10:27 Cenazeyê Çelebî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê
10:27 ‘Ji Enfala Sedam xelas bûn di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin’
10:26 Planên hêzên serwer ên li ser Şengalê
10:09 ‘Pêdiviya kêmtirîn a 10 girtiyan 8 hezar lîre ye’
09:59 Parêzer Çakmak: Heta tecrîd ranebe aloziya li Tirkiyeyê xelas nabe
09:39 Ne yên zindanê, muebbedên Çand û Folklora Kurdî ne!
09:10 Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin: Em ê wan tim nerihet bikin
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:09 Li Herêma Kurdistanê jî zozan hatin qedexekirin
09:08 Mehmet Ocalan: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
09:07 ‘Tirkiye xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne'
09:06 Bolunmez ê AKP'î vê carê jî çav berdaye Gundikê Remo
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2022'YAN
07:50 Cenazeyê Zekî Çelebî gihişt Silopiyayê
23/05/2022
23:15 Di Mîhrîcana Cannesê de komkujiyên jinan hatin şermezarkirin
22:16 Malbata Dokû dê sibê biçe ber walîtiyê
22:08 Qeyûm AVM'ya bi 635 milyonî bi 150 milyonî firot AKP'iyan
21:57 Şerê li Cûdiyê didome: 4 esker mirin
21:50 Dogal û Algûn ên li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
21:40 SGDF: Dê îşkenceya li girtîgehan bi berxwedana yekbûyî têk biçe
21:14 Malbata Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
20:43 Hevseroka HDP'ê ya Erdexanê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
20:33 Piştî 7 mehan cenazeyê Yenî dan malbatê
19:15 Esker û cerdevanan ber bi Heftenînê ve dişînin
16:46 Xelkê Girê Spî li dijî projeya Tirkiyeyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir
16:46 Qeyûmê Amedê, qeyûmê Sûrê kir sekreterê xwe
16:45 Li Bestayê talan li Cûdî jî qedexe didome
16:41 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
16:26 Di danişînê de biryar hate dayîn ku polîsî bi darê zorê bînin dadgehê
16:23 Cenazeyê Zekî Çelebî ji Silêmaniyê şandin Wanê
16:15 Cenazeya endama YJA-STAR’ê Kiliçoglu piştî 9 mehan hat veşartin
16:01 Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike
15:40 Polîsan li Nisêbînê avêt ser dawetekê
15:40 Cezayê ragihandinê dan girtiyên ku Komkujiya Helebçeyê şermezar kirin
15:15 Rojnamevanên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê bertekeke hevpar dan
15:03 Di doza Can de wê ji nû ve rapora ATK'ê bê xwestin
14:44 Li Stenbolê kampanya li dijî bihabûnê hat destpêkirin
14:34 Hejmara kesên li Êlihê hatine binçavkirin derket 5’an
14:33 Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin
14:27 Li Lice û Pasûrê operasyona leşkerî: Cilên şivanan li cerdevanan kirin
14:20 Êlihiyan îhaleya qeyûm protesto kirin
14:14 Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin
14:11 Li 7 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
14:01 Ji dengbêj Seîdê Goyî albûma ‘Stranên Dilê Min’
14:00 Pekoz bi pirsekê pêşniyazpirs da Bozdag
13:59 Dêrsim Dag: Bi Topal Osman re hûn dixwazin çi peyamê bidin?
13:57 Daxuyanî û nûçeyên ‘operasyona şikeftê’ derew derketin
13:15 73 sal ceza li torbê ku polisan li erdê dît birîn!
12:56 Sercerdevanê ku Remziyeyê kuştiye gelek sûc kirin e
12:54 Ji bo çekên kîmyewî bang li NY’yê kir: Bila ji bo Tirkiyeyê jî komîsyon bê avakirin
12:34 Li Îranê serhengê Mihafizên Şoreşê hat kuştin
12:30 Malbata Şenyaşar hat xelatkirin
11:58 Polîsan ji stranbêjên kurd re gotiye: Hûn bi kurdî stranan bêjin hûnê rastî êrişan werin
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin