Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike

  • rojane
  • 11:06 23 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Halît Ermîş, diyar kir ku bi projeya bi cihkirina penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca pîşaftinê ye û wiha got: "Erdogan bingeha aloziyeke ku wê 10 sal piştî wî jî bidome datîne."
 
Êrişên ku Tirkiyeyê bi piştgiriya PDK'ê li başurê Kurdistanê û li piştgiriya komên paramîlîter li Bakur û Rojhilaê Sûriyeyê dane destpêkirin, didomin. AKP'a ku polîtîkayên taybet li ser Sûriyeyê dimeşîne, armanc dike ku penaberan li bajarên Grê Spî, Efrîn, Serê Kaniyê, Cerablûs û Ezazê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bike. Tirkiye ku bi şerê Rûsya û Ûkraynayê krîza hikûmetê ya Iraqê ji bo xwe veguherand firsendê, bi zanebûn li herêmê aloziyê bilind dike. 
 
'HEWL DIDIN HÊZÊN HERÊMÎ LI GORÎ XWE DIZAYN BIKIN'
 
Rojnameger Halît Ermîş, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku diyar bû wê şerê Rûsya û Ûkraynayê bandorê li herêmê bike û wiha got: "Hêzên li Ûkraynayê şer dikin dîzayna kurewî pêk tînin û di heman demê de li Sûriyeyê şerê hev dikin. Şerekî germ nakin lê têkoşîneke zêde ya dîplomatîk dimeşînin. Hewl didin hêzên herêmî li gorî xwe dîzayn bikin. Serkêşiya vê Amerîka û Rûsya dikin. Rastiya li Rojhilatê Navîn rê nade ku di demeke kurt de bi mudaxaleyên ku tên kirin bê dîzaynkirin. Hêzên di bin kontrola Amerîka û Îngilistanê de dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê bûn xwedî tecrûbeya 100 salî ya netew dewletbûnê û hatine rewşeke ku dikarin hevsengiyan biguherînin."
 
HEWLDANA TIRKIYEYÊ YA AVAKIRINA WÎLAYETÊ 
 
Ermîş, da zanîn ku bi şerê Ûkraynayê re di hevsengiyên ku li Sûriyeyê çêbûne de derizandin dest pê kiriye û ev tişt got: "Bi şer re Rûsyayê hêza xwe ya li Sûriyeyê winda kir. Herkes niha siyaseta "bisekine û bibîne" dimeşîne. Wê şer ji bo hevsengiyên hêzê jî diyarker be. Niha Sûriye ji rojevê hatibe xistin jî wê di demên pêş de bi awayekî tund bê rojevê û di navbera van hêzan de şerê germ derkeve. Tirkiye jî bi hedefa Mîsaq-i Mîllî û Osmaniya Nû tevdigere. Bicihkirina wê ya penaberan gefek mezin e. Dewleta tirk hewl dide herêmê bike tirk, pişaftinê lê pêk bîne û bike wîlayeteke Tirkiyeyê. Ev rewşeke gelek bixeter e. Lewre ne diyar e ev kê ne. Wê demografiya herêmê biguherîne."
 
TALÛKEYA ŞEREKÎ NÛ
 
Derbarê îhtîmaleje şerekî nû yê li herêmê de jî Ermîş, destnîşan kir ku ji bo ku jê re hinceta mudaxaleyê hebe Tirkiye dixwaze li herêmê alozî hebe û wiha pê de çû: "Li cihê ku dixwazin demografiyê biguherînin bi dehan hêzên paramîlîter hene. Mirovên ku bînin herêmê jî wê bi van hêzan re pirsgirêk bijîn. Wê herêm timik di rewşa şer de bê hiştin. Lewre siyaseta tê pêşxistin bitalûke ye. Erdogan niha bingeha aloziyeke ku wê 10 sal piştî wî jî bidome datîne. Dixwaze kurdan ji holê rake lê hemû herêmê qurbana vê armanca xwe dike. Wê gelê herêmê qebûl neke. hewl didin kurd û ereban berî hev bidin. Wê ev bandor li Bakur jî bike."
 
'KURD JI BERÊ BI HÊZTIR IN'
 
Ermîş, bi lêv kir ku Tirkiye ji Lozanê ve hewl dide projeya xwe ya Mîsaq-i Mîllî pêk bîne û proje ji Herêma Kurdistanê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dirêj dibe û derbarê mijarê de ev tişt got: "Ji bo pêkanîna vê projeyê Tirkiye aloziya ku di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de derketiye kûr dike. Ji ber vê pêwistî bi şerê wekaletê dît û hewl da El Nûsra û DAIŞ'ê mezin bike. Ji bo vê bi hevkariya PDK'ê re jî tifaq datîne. Heke li Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn pirsgirêk çareser nebin ev ji hêza bipirsgirêk a Tirkiyeyê ye. Tişta ku anîne serê ermenan Tirkiye dixwaze bîne serê kurdan jî lê kurd ji berê bihêztir in. Ji ber vê jî ketina nav hewldana ji hev belavkirina kurdan."
 
BANDORA ÎRANÊ
 
Ermîş, got ku li herêmê tenê kurd dikarin li dijî tirkan bisekinin û ev tişt anîn ziman: "Hikûmeta Şamê bicihkirina penaberan weke dagirkerî pênase kir. Ev ne tenê bi Sûriyê re girêdayî ye, di heman demê de bi Îranê re jî girêdayiye. Ji du sedemên pêkneanîna helwestên tirkan yek jê berxwedana kurdan e ya din jî Îran naxwaze Tirkiye bi serê xwe li herêmê hegemoniya xwe ava bike. Bihêzbûna tirkmenan ya di siyaseta Iraqê de bi destê Tirkiyê pêk hat. Tirkiye çek da wan. Ji ber van pêkanînan siyaseta ku li Hewler û Kerkukê tê meşandin xizmeta siyaseta Tirkiyeyê dike û xizmeta pêşeroja Iraqê nake. Ji ber vê mirov nikare behsa pêşeroja Iraq û Sûriyê bike. Cihê ku PDK bi Tirkiyeyê re peymaneke 50 salan kiribe mirov nikare bibejê ku Bexda û Hewlerê li hev kiriye. Ji ber vê rewşê mirov nikare qala yekitiyan kurdan jî bike."
 
KONFEDERALIZMA DEMOKRATÎK TEŞE DIGIRE
 
Ji bo pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Ermîş, da zanîn ku her roj pergal berfireh dibe û tevahiya hêzên derve ji vê rewşê ditirsin û wiha axivî: "Divê yan bi vê pergala ku hatiye avakirin re bimeşin yan jî divê alternatîfeke baştir bidin avakirin. Gel zana dibin û xwe rêxistin dikin û li qada şer tên cem hev. Tifaqên di navbera kurd û ereban, kurd û suryaniyan, kurd û tirkmenan ava dibin. Dema ku ev tifaq li dîjî DAIŞ'ê şer meşandinê tê cem hev, di avakirina pergala xwe de jî tên cem hev. Ev jî bandora xwe li ser Iraqê dike. Ji ber vê yekê ji Şengalê ditirsin û dixwazin wê belav bikin. Ditirsin ku civak li dor îradeya hevpar û qaîdeyên demokratîk bên cem hev. Û ev pergal dê mezintir jî bibe."
 
'RASTIYA GELÊ BERXWEDÊR HEYE'
 
Ermîş, bi bîr xist ku rastiya gelekî berxwedêr heye û herî dawî ev tişt gotin: "Bi min hêdî hêdî Şam û Îran jî dê vê rastiyê baştir bibînin. Ev dewlet dê ji neçarî xwe bigûherînin û vegûherînin. Ji ber ku bi pergal û feraseta ku ew didin meşandin dibe sedema aloziyan û bingeha mudaxaleya navnetewî. Ji ber ku di nav van aloziyan de lêgerîna gelan heye û gel li vê pergalê xwedî derdikevin. Konfederalîzma Demoktatîk ne tenê gotinek nêtekî erênî ye rastiyek ku her roj bêhtir bi goşt û hestî dibe. Ji ber ku gelên ku li vê pergalê xwedî derdikevin bi hewldanên eşîrên ereban, Hikûmeta Şamê û Hikûmeta Tirkiyeyê naxapin. Ji ber wê hewcehî bi bêhêvîbûnê nîn e ji ber ku rastiya gelekî berxwedêr heye. Ev rastî hêvî dide. Ji ber vê yekê di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hêzên ku wenda dikin hêzên hegemon ên netew dewlet in. Birêz Ocalan ev tişt digot: Hêzên Demokrasiyê û dewlet dê bên vê xetê."
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

23/05/2022
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye
15:16 YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê