Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin

  • rojane
  • 09:24 23 Gulan 2022
  • |
img
AMED - Dengbêjên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê diyar kirin ku li hemberî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bi afirandina kilamên şoreşgerî bersiv didin û xwestin her kes xwedî li rûmeta xwe derkeve. 
 
Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe yên li dijî deverên Başûrê Kurdistanê didomîne. Tirkiyeyê heya niha tu encam ji van êrişan negirtiye. Li gel vê bertekên li dijî van êrişan û helwesta PDK'ê jî her ku diçe berbelavtir dibe. Ciwan, jin, dayik, rewşenbîr, ronakbîr û hunermendên kurd, ji her alî ve bi çalakî û daxuyaniyan li hemberê hevkarî û şerê tê kirin helwest tê nîşandan. 
 
Dengbêjên xebatên xwe di banê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê de bi rê ve dibin, bertek nîşanî şer dan. Dengbêjên ku bi kilam û gotinên xwe buyerên dîrokê û rojene şîrove dikin, diyar kirin ku divê ew rol û mîsyona xwe ya demê bînin cih û di kilamên xwe de qala şerê navxweyî, xiyanet û şoreşgeriyê dikin. 
 
‘EM NE AZAD IN’ 
 
Dengbêj têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn. Dengbêj Xalisê Pasûrê da zanîn ku ew ji ber bûyerekê ji gund derketine û koçê Edeneyê kirine û li wir dest bi dengbêjiyê kiriye. Pasûr anî ziman ku li gorî pêvajoyê stranan dibêje û wiha got: “Zilm û zora ku li ser kurdan tê kirin, bala min dikişîne û ez vê dikim kilam. Ez ji stranên. Em ne azad in. Ji ber vê yekê kilamên min li ser şoreşê ne. Stranên şoreşê ji gelê kurd re pêwîst in.” 
 
ŞIBANDINA BIŞAR Û CEMÎLÊ ÇETO Û MALBATA BARZANΠ
 
Dengbêj Xalis bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û xiyaneta di nava kurdan de gelek hene û her tim bûne mijara stranan. Dengbêj Xalis ji dîrokê mînak da û wiha got: “Bişarê Çeto û Cemîlê Çeto birayê hev bûn. Bişar li hemberî dewletê bû û fîrar bû, Cemîl jî wekî Barzanî dostê dewletê bû. Bişar biçûya ku derê, birayê wî Cemîl giliyê wî dikir û di dawiyê de jî bi giliyê Cemîl, Bişarê Çeto tê girtin. Li ser vê yekê Bişar ji birayê xwe Cemîl re dibêje ‘Vê hesabê neke ku dewlet dostê te ye, ez şîv bim tu yê jî paşîv bî’. Ev meseleya mala Bişar dişibe meseleya îro ya Barzanî. Mala Barzanî li menfaeta xwe dinêhirê. Li Qatarê, Stenbolê, Edeneyê şîrketê wan bi tirkan re hene. Xebetek mala Berzanî li ser kurd û Kurdistanê tune ye. Ew ê jî sibê hesab bidin gel.” 
 
‘WÊ ROJEKÊ MENFAET BIQEDE Û DÊ HEQÎQET BIMÎNE’ 
 
Dengbêj Xalis di axaftina xwe de qetlîama Helebçeyê bi bîr xist û tekildarî mijarê wiha got: “Saddam xelkê Helebceyê yê kurd jehrî kir. Xelkê Başûr derbasî Bakur dibin û gelê Bakur derî li birayên xwe Başûr vedikin û nehiştin biçin nava tirkan. Lê malbata Barzanî îro wê fedekariya gelê bakur ji bîra kiriye. Ew ketine pey menfaeta xwe. Lê wê rojekê ev menfaet biqede û wê heqîqet bimîne. Têkoşîna kurdan di vê demê de gelek mezin e. Heke kurd bibin yek tu dewlet jî nikare kurdan têk bibe û serketin a kurdan e.” 
 
‘LI HEMBER XIYANETÊ LI BER XWE BIDIN’ 
 
Dengbêj Xalis di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêberê gelê kurd di encama koployek navnetewî de 23 sal in di nav 4 diwaran de li ber xwe dide. Gelê kurd li dijî tecrîdê û li dijî xiyanetê li ber xwe dide. Roj roja hevgirtinê ye. Divê em dengbêj jî li dijî tecrîd, zilm û şer û hevkariyê li ber xwe bidin û bikin mijara stranên xwe. Divê gelê me li her deverê yekitiya xwe ava bike û xwedî li rûmeta xwe derkeve.” 
 
‘KILAMÊN MIN JI BI ŞIYARBÛNA XAYÎNAN E’ 
 
Ji dengbêjan Sadik Yilmaz jî ji navçeya Pasûra Amedê ye. Malbata wî ji ber polîtîkayên xizaniyê koçî Edeneyê dike. Yilmaz diyar kir ku li Edeneyê rastiya gelê xwe û xwe nas kiriye û piştî 70 saliya xwe vegeriyaye Amedê û wiha axivî: “Ruhê min her tim li Kurdistanê ye. Ez nikarim dest ji axa Kurdistanê berdim. Ez di kilamên xwe de behsa zilm û zorê dikim. Di heman demê de kilamên xwe ji bo ku xayinên me şiyar be dibêjim. Rewşa welat xuya ye, lê xayinan çek girtine destê xwe û li hemberê çi disekinin? Ev rewş wê heta kengê dewam bike? Gelo êdî ne bes e.” 
 
‘LÊ EM Ê BI SER BIKEVIN’ 
 
Yilmaz hevkariya malbata Barzanî ya li gel Tirkiyeyê wek xiyanetê pênase kir û wiha got: “Ferdên malbata Barzanî li ba neyarê kurdan cihê xwe girtine û ketine nava xiyanetê. Her tim behsa biratî dike lê biratî tiştek wisa nîne. Tu car neyarên me nabin dostên me. Bila Barzanî jî neyê xapandin. Bila ji xiyanetê bizivire. Divê her mirovên xwedî wîjdan li dijî vê zilmê rabe. Me tu carî zilm, zor û heqaret qebûl ekir û em ê qebûl nekin jî. Her çiqas xayin û xwînxwarê me pir bin jî lê em ê bi ser bikevin û bigihîjin armanca xwe.” 
 
 
 

Sernavên din

23/05/2022
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye
15:16 YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê