BEDLÎS: Li Xîzan a Bedlîsê bi tevlibûna cerdevanan operasyoneke leşkerî ya berfireh hate destpêkirin.
Li dijî herêmên Xorozdere, Gulpîk, Şên û Ûranîs ên girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê bi tevlibûna cerdevanan operasyoneke berfireh a leşkerî hate destpêkirin. Operasyon duh di saetên şevê de hate destpêkirin û gelek cerdevan jî tev li bûne. Hat zanîn ku di çarçoveya operasyonê de kêmîn tên danîn.