Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin

  • rojane
  • 09:35 22 Gulan 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Piştî kuştina 8 leşkeran li Çiyayê Cudî, ketin û derketina li sê gundên quntarê Çiyayê Cudî hatin qedexekirin. Şêniyên van gundan bertek nîşan dan û wiha gotin: “Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin. Em dixwazin êdî operasyon bi dawî bibe ku em vegerin gundên xwe.” 

 
Di 30’ê nîsanê de di navbera endamên HPG/YJA Starê û leşkerên Tirkiyeyê de li Çiyayê Cudî şer derket. Di şer de 8 leşker hatibûn kuştin. Piştre jî li dijî herêmê operasyona leşkerî hatibûn destpêkirin û operasyon hêj berdewam e. Bi destpêkirina operasyonê re ji 11’ê gulanê ve ketin û derketina gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilerît ên Şirnexê ku dikevin quntarê Çiyayê Cudî, hate qedexekirin. Şêniyên gundên navborî têkildarî qedexeyan axivîn û gotin ku dixwazin biçin gundên xwe. 
 
Ji welatiyan Rahîme Akil (42) a ji gundê Şilerîtê da zanîn ku ji ber operasyonê destûr nayê dayîn ku biçin gundê xwe û wiha got: “Ji ber qedexeyê baxçeyên me ziwa bûn û sewalên me bêxwedî man. Ji bo çûyîna gund bi zor û zehmet destûrê digirin. Lê di ketina gund de me disekinînin û lêgerînê dikin.  Niha hatin û çûna gund tune ye. Mîna salên berê niha jî gundên me li me tên qedexekirin. Di salên 90’î de gundên me hatin şewitandin, wêrankirin û zarokên me hatin kuştin. Niha jî nahêlin em biçin gundên xwe. Tu carî li gundê me şer xelas nebû. Dema em diçin gund gelek pirsan ji me dikin. Du rêyên ketina gund ji hêla leşkeran ve hatine girtin. Bila van operasyonan bi dawî bikin û em jî vegerîn gundê xwe.”
 
 ‘HER SAL QEDEXE DIKIN’
 
Ayşe Taşar (40) jî ji gundê Avgamasyayê ye û piştî ku di sala 94’an de gundê wan hatî şewitandin, koçî navenda Şirnexê bûbûn. Taşar, diyar kir ku ji ber qedexeya di sala 2016’an de dîsa koç bi wan ketiye û wiha domand: “Em dîsa vegeriyan gundê xwe. Ev 12 roj in em nikarin bikevin gund. Ax û welatê me her tim qedexe ye. Baxçeyên me ziwa bûn. Gund û çiya li me qedexe kirine. Ne em dikarin pincar kom bikin û ne jî dikarin çandinî û sewalkariyê bikin. Ji bilî karê gund, karekî ku em bikin tune ye. Tenê dema em ji bo baxçe û sewalan diçin destûrê didin. Di wesayîtên me de lêgerînê dikin. Dema em diçin pancar nasnameyên me digirin û di vegerê de dîsa didin me. Operasyonên li çiyayên me hêj didomin. Em dixwazin bi serbestî biçin gundê xwe. Hem darên me tên birîn û şewitandin, hem jî qedexe dikin. Bila ev operasyon bi dawî bibin ku em jî bikarin vegerin gundê xwe.” 
 
 ‘OPERASYON HÊJ DIDOME’
 
Ji şêniyên gundê Şelerîtê, Ayastan Akil (39) jî xwest operasyon bi dawî bibe û ev tişt anî ziman: “Me fêkî û zebze çandine. Lê hemû ziwa bûn. Em bi zorê destûrê digirin ku biçin gundê xwe. Gundiyên ku sewalên wan hene nikarin biçin û bên. Ji bo ketina gund carnan destûrê didin û carnan jî nadin. Operasyona li Çiyayê Cudî hêj didome. Em debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Em dixwazin vegerin gundê xwe. Di salên 90’î de ji xwe gundê me hilweşandin, niha jî qedexe kirin. Em jî hinek aramî û xweşiyê dixwazin.”
 
‘BI DESTÛRA WAN EM DIÇIN GUNDÊ XWE’
 
Têkildarî mijarê ji şêniyên gundê Avgamasyayê Zeynep Akil (65) jî berteka xwe wiha nîşan da: “Em debara xwe ji gundê xwe dikin. Jixwe em di pêvajoyeke giran de ne. Hemû tişt ber bi xirabûnê ve diçe. Di ketina gund de li nasnameyên me dinihêrin, wesayîtan kontrol dikin û me di hejmêrin. Em li gund karê xwe dikin û piştre dîsa vedigerin. Em duh çûn lewma heta çend rojên din nikarin biçin. Bax û baxçeyên me tevek ziwa bûn. Berê jî dihat qedexekirin, hilweşandin û şewitandin. Niha jî tê qedexekirin. Em jî êdî jiyaneke xweş dixwazin. Ji xwe jiyaneke zehmete û bi van qedexeyan hêj zehmettir dibe.” 
 

Sernavên din

23/05/2022
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin
10:17 Esnafên Amedê ji ber bihabûnê hatine asta dikan girtinê
10:00 Polîsan veşartina cenaze û şîn asteng kirin
09:41 Ji bo Ocalan serî li NY'yê hat dayîn
09:08 ‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’
09:05 Li Cizîrê qeyûm mal û milkên şaredariyê yeko yeko dewr dike
09:05 Pêşmergeyê berê Yîgît: Barzanî ji bo pera birakujiyê dike
09:01 Di 12 saliyê de hat qetilkirin: Ji ber ku Davut kurd e kes nagirî
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2022'YAN
20/05/2022
23:26 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
22:32 'Hema Hema Jin Elizabeth' li Êlihê hat lîstin
22:16 Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin
21:50 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike
21:47 Li Amedê 10 kes hatin girtin
21:00 Rêxistinên Ciwanan: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
20:31 Zilamê ku Turkmenê qetil kir hat girtin
20:24 Ciwanên HDP'î hatin berdan
20:19 Piştî 6 salan cenazeyê Yildiz radestî malbatê hat kirin
19:29 Li Cizîrê êrişeke çekdarî: Kesek mir
19:04 Ji Katoyê ber bi Bestayê ve sewqiyata eskerî
18:51 Li Bestayê qirkirina daran didome
18:37 Lexema DÎSKÎ'yê gefê li derdorê dixwe!
18:19 ‘15'ê Gulanê pêngaveke li dijî bişavtinê ye'
17:19 Li Edeneyê 'şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
17:07 Hunermend Gokçe hat berdan
17:01 Ciwanên HDP'î bi meşekê binçavkirin şermezar kirin
16:44 Nûnerê TUGVA'yê li Şaredariya Amedê bû serokê daîreyê
15:55 'Kujerên Zekî Çelebî reviyane Hewlêrê'
15:52 Ciwanên HDP'î binçavkirinan bi meşekê protesto kirin
15:48 Hunermend Çat: Ya ku tê qedexekirin ziman, çand û hunera kurdî ye
15:16 YNK: Kîjan dema ku Barzanî qala biratiyê bike îxanetek pêk tê