ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya bajaroka Erebanê Muzeyyen Înan û kurê wê Osman Înan ku di avêtina ser malê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Di 10'ê Gulanê de li bajaroka Erebanê ya navçeya Hezex a Şirnexê polîsan avêtibû ser mala Hevseroka Erebanê Muzeyyen Înan. Di avêtina ser malê de Înan û kurê xwe Osman Înan hatibûn binçavkirin.
Îro piştî îfadeya li qereqolê Muzeyyen Înan û kurê wê Osman Înan sewqî edliyeyê hatin kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî Înan û kurê wê berdan.