ÎZMÎR - Ş.T.'yê ku li navçeya Karabaglarê Nûrel Turkmenê qetil kiribû, hat girtin.
Duh li navçeya Karabaglar a Îzmîrê Ş.T. li nava kuçeyê Nûrel Turkmen a ku demek berê dev ji wî berdabû kuştibû. Ş.T. yê li cihê bûyerê hatibû binçavkirin, hat girtin.
Ş.T. îro piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hat kirin û dadgehê ew şand girtîgehê.