ŞIRNAK – Hat diyarkirin ku ji Çiyayê Katoyê ber bi Bestayê ve esker tên sewqkirin.
Operasyonên eskerî yên li Çiyayê Cûdî, Gabar û herêma Bestayê didomin. Hat diyarkirin ku li navçeya Elkê ya Şirnexê jî liv û tevgera eskerî ya ji hewayê û bejahiyê ve didome.
Her wiha hat ragihandin ku ji Kato Jîrkayê ber bi Bestayê ve esker tên sewqkirin û li Katoyê amadekariya operasyonekê tê kirin.