Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim

  • rojane
  • 09:16 20 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX – Cerdevanê ku fermandarê tîma xwe û PDK’î bû, diyar kir ku di roja Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye girtin dev ji cerdevaniyê berda ye û wiha got: “Min li ser ruhê xwe sond xwar ku êdî xiyanetê li yek kurdekî nekim. Di dawiya dawî de Barzanî jî dê bi komployeke navneteweyî biçe.”
 
Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kir. Li gel bi kar anîna çekên kîmyewî û hêzeke mezin a teknîkê jî heta niha tu pêşketin bi dest nexistine. Lê belê bi piştgiriya PDK’ê heta niha gelek baregehên leşkerî li xaka başûrê Kurdistanê ava kirin. Hevkariya PDK’ê ya bi AKP-MHP’ê re, di raya giştî ya gelê kurd de rê li ber nerazîbûnên mezin vedike. Têkildarî mijarê ji cerdevanên berê yên ji Elkê ya Şirnexê ku nexwest navê xwe bide bi ajansa me re axivî. Welatî dibêje ku ew fermandarê tîma xwe bû û alîgirê PDK’ê bû. 
 
Welatiyê ku niha 70 salî ye diyar kir ku 14 salan cerdevanî kiriye û wiha got: “Min di wî emrê xwe de xeletiyek kir. Ew xeletî jî cerdevanî û xebata bo PDK’ê bû. Hem cerdevan û hem jî endamê PDK’ê bûm. Fermandarê tîma xwe bûm. Di jiyana min de xeletiya min a herî mezin ev 14 saliyên cerdevantiyê bûn. Min digot ji bilî PDK’ê tu partiyên kurdan nînin. Me digot kurd e û li ser navê wê me xebat dimeşandin. Me bi dilsozî xebat dikirin. Lê ew dilsoz nebûn. Me digot kurd in lê di dawiyê de wisa derneketin. Hinek hevalên min wê demê hatin û xwestin bibin endamên PDK’ê. Min ji wan re got; ‘Ew ne di rêyeke rast de ne. Pişta xwe bi wan gerim nekin ji ber ku ew ê pişta xwe bidin we.’ Lê gelek kes bi şêwazekî hatin xapandin û kirin endamên xwe.”
 
'ROJA GIRTINA OCALAN MIN DEV JI CERDEVANIYÊ BERDA’
 
Bi domdarî welatiyê Elkî dema qala rojên cerdevaniyê dike hêsirên çavên wî dibarin û wiha qala wan rojan dike: “Bi qasî sax bim ez ê wê roja ku min dev ji cerdevaniyê berdayî ji bîr nekim. Piştî Ocalan hatî girtin, min li ser ruhê xwe sond xwar ku êdî xiyanetê li yek kurdekî nekim û min dev ji cerdevaniyê berda. Her wiha min dev ji endamtiya PDK’ê berda. Dema ku Ocalan anîn Tirkiyeyê û min ew destgirtî dîtî, gelek pê êşiyam û dilê min şewitî. Girtina wî birîneke mezin di min de vekir. Ez qet nikarim behsa wê rojê bikim. Bo min rojeke giran bû. Min 14 salan cerdevanî kir. Lê girtina Ocalan cerdevanî bi min da berdan. Ji herêma Marûnîsê heta Feraşînê li tevahiya wê herêmê min dinihêrt. Piştî ku min dît rêberekî kurdan ê serhildêr hatiye girtin, min dev ji çekê berda. Min hêza kurdan di girtina Ocalan de dît. Ji ber ku hemû dewlet li dijî kurdan bûbûn yek û serokê wan girtibûn.” 
 
'BARZANÎ DAWIYA XWE TÎNE'
 
Welatî piştre jî bal kişand ser Barzaniyan û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bilî zirarê, Barzanî tiştekî nade kurdan. Dê rojek were û hêzên navneteweyî bi komployekê dawiyê li Barzanî jî bînin û bigirin. Lê wê demê dê kesekê ji bo wî tiştekî bike nemîne. Barzanî xwe xelet kir. Bû hevalê xiyanetê û bû hevalê dijmin. Ji bilî Barzaniyan, kurd hemû îro yek in. Divê ji vê xeletiyê vegere nexwe dê winda bike. Ev şerê birakujiyê dê dawiya wî bîne. Hêj nebûyî derengî bila ji vê rêya xiyanetê vegere.”
 

Sernavên din

20/05/2022
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe