Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel, diyar kir ku armanca Tirkiyeyê qirkirina kurdan e û bang li PDK'ê kir ku li hemberî polîtîkayên "dagirkeriyê" bisekine. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel ku di Girtîgeha Sîncanê de ye, polîtîkayên desthilatê yên li hundir û derve, rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û têkiliya di navbera PDK û AKP'ê de ji bo ajansa me nirxandin. Tûncelê têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re nirxandin û got: "PDK, divê bi tu awayî daxilî nava polîtîkayên ku armanca wan jiholêrakirina hebûna gelê kurd e nebe. Birêz Mesûd Barzanî divê li ser soza xwe be, dawî li birakujiyê bîne û ji bo yekîtiya neteweyî ya ku Mele Mistefa Barzanî hewl dida pêk bîne tevbigere."
 
Tûncelê di nirxandina xwe de aniye ziman ku nepêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê kurd, di berbanga sedsala 21'ê de destkeftiyên gelê kurd ber bi xetereyê ve dibe û gotiye: "Piraniya kurdan ku di ser 40 milyonî re ne, mehkûmî bêstatubûnê hatine kirin. Emperyalîstan erdnîgariya wan kiriye çar parçe, tim şer lê gur kirine û bi vî awayî yekîtî û azadiya wan asteng dikin. Kurd li Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê bi polîtîkayên dijwar re rû bi rû hatine hiştin. Gava mirov li geşedanên siyasî, civakî û aborî yên 200 salên dawî yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê mêze bike, dê bê dîtin ku gelê kurd tenê bêstatu nehatiye hiştin, li gel vê tim di nava kurdan de şer hatine çêkirin û bi vî awayî Rojhilata Navîn daxilî nava bêîstikrariyê hatiye kirin û bi vê bêîstikrariyê re tê xwestin ku Rojhilata Navîn di bin kontrola xwe de bihêlin." 
 
'ARMANC JIHOLÊRAKIRINA HEBÛNA KURDAN E'
 
Tûncelê di berdewama nivîsa xwe de bal kişandiye ser têkiliyên Tirkiyeyê yên bi hêzên rojavayî yên wekî Îngîltere, DYA û Îsraîlê re jî û gotiye ev têkiliyên dîplomatîk û peymanên bi van hêzên emperyalîst re xwe disipêkirin jiholêrakirina hebûna gelê kurd û gotiye: "Tirkiye ji bo gelê kurd ji holê rabike daxilî nava şerê navxweyî yê Sûriyeyê bû û piştgirî da rêxistinên çete yên wekî El-Qaîde, El-Nûsra û DAIŞ'ê. Tirkiye bi van rêxistinên çete herêmên kurdan dagir kir. Û her kes dizane ku li wan deran li şûna kurdan cîhadparêz bi cih kirine. Tirkiyeyê li qada navneteweyî rêxistina gelê kurd a li Sûriyeyê ku mirovahiyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, wekî 'terorîst' îlan kir. Ev yek encama vê polîtîkaya jiholêrakirina gelê kurd e." 
 
Tûncelê nivîsiye ku şerê cîhanê yê sisêyan bi dagirkirina Ûkraynayê ya ji aliyê Rûsyayê ve ber bi asteke din ve çûye û Tirkiye dixwaze vê yekê di çarçoveya planên xwe yên neo-osmanî de binirxîne û di vê pêvajoyê de bi ser bikeve. 
 
Tûncelê gotiye: "Desthilata faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê dixwaze komara duyemîn (a ku dixwaze ava bike) li ser esasê polîtîkayeke dij-kurdan ava bikin û ji bo vê jî hemû amûrên zext û zoriyê yên dewletê xistine dewrê. Li hundur bi her awayî êrişê dibe ser tevgera siyasî ya kurd, êrişê dibe ser hemû saziyên rêxistinkirî yên gelê kurd û siyasetmedarên kurd digire, vîna gel xesp dike û dixwaze HDP'ê bigire; dixwaze daxwaza kurdan a ji bo azadî û wkeheviyê bifetisîne û bi vî awayî yekîtiya kurdan û jiyana bi hev re ya bi gelên Tirkiyeyê re asteng bike. Ev siyaseta li ser asasê dijminatiyê hem li hundur hem li derve, li Tirkiyeyê krîza siyasî û aborî kûrtir dike û Tirkiyeyê ji azadî û demokrasiyê jî dûr dixe. Dixwaze bi hinceta 'sînorên me yên ewlehiyê' ser polîtîkaya dagirkirina erdnîgariya Kurdistanê bigire." 
 
'DAGIRKIRIN'
 
Tûncelê di berdewama nivîsa xwe de li ser pêvajoya Mîsak-i Mîlliyê û polîtîkaya ku niha Tirkiye di vê çarçoveyê de dimeşîne sekiniye û gotiye: "Tirkiye bi stratejiya neo-osmanîtiyê ya ku niha xistiye dewrê, dixwaze axa Kurdistanê daxilî nava sînorên xwe bike û ji bo vê dest bi hewldaneke 'dagirkeriyê' kiriye." 
 
DÎROKÊ BI BÎRA BARZANIYAN XIST
 
Tûncelê destnîşan kiriye ku kurd divê polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û Iraqê rast binirxînin û divê rê li ber polîtîkaya înkar, tunekirin û bişavtinê ya tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê venekin û gotiye: "Ev ji bo pêşeroja gelê kurd pir girîng e. Rêvebirên Kurdistana Federe ya Iraqê çi bi zanebûnî an jî çi bi nezanî piştgiriya plana osmanî ya Tirkiyeyê dikin. Ev siyaseta bûrjûvayê ya ji bo berjewendiyên xwe çendî ji bo demeke kurt bibnador be jî, lê dê ji bo demeke navîn û dirêj zirareke mezin bide gelê kurd û gelê Herêma Kurdistana Federe. Gelê Kurdistanê ev rastî dîtiye û ji ber vê li ber poltîkaya dagirkirinê ya Tirkiyeyê û hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re radibe û bi tund bertek nîşan dide. Qewimînên dîrokî bi xwe jî rê me didin ku bê ev civak çi qasî mafdar e. Ger PDK, Kek Mesûd û malbata Barzanî li dîroka xwe ya nêz mêze bikin dê bibînin bê ka ketine nava xefleteke çawa û ev bêbextî dê rê li ber encameke çawa vebike." 
 
'KURD JI BO JIYANEKE AŞTIYANE TÊDIKOŞIN'
 
Tûncelê di berdewama nivîsa xwe de gotiye: "Mele Mistefa Barzanî gava di 1943'yan de li ber hikûmeta Iraqê rabû, ev daxwaz bi rêz kiribûn; bi awayekî berfireh esasgirtina xweseriya çandî, aborî û siyasî ya Kurdistanê, bi awayekî fermî qebûlkirina zimanê kurdî û cihgirtina di nava hikûmeta Iraqê de. Ev û daxwazên kurdan ên li Tirkiyeyê çi qas dişibin hev du ne wisa? Kurdên li Tirkiyeyê jî di pergala siyasî û îdarî ya Tirkiyeyê de doza reformekê dikin û dixwazin xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin û ew û gelên Tirkiyeyê bi awayekî wekhev û azad û aştiyane bi hev re bijîn û pêwendiyê bi hev re deynin. Dixwazin zimanê kurdî, nasnameya kurdî esas bên girtin û bi awayekî qanûnî bên mîsogerkirin. Ji bo vê yekê projeya Xweseriya Demokratîk û Komara Demokratîk pêşniyar dikin. Kurd li ku derê cîhanê dibin bila bibin dixwazin zimanê wan, nasnameya wan û çanda wan bê naskirin û ji bo jiyaneke bi hev re, jiyaneke wekhev û azad têdikoşin." 
 
'BÊBEXTÎ LI PROJEYA MELE MISTEFA TÊ KIRIN
 
Tûncelê bibîr xistiye ku Mele Mistefa Barzanî jî ev yek li navenda siyaseta xwe bi cih kiriye û gotiye: "Lê serîhildana Mele Mistefa hem ji ber siyaseta îngilîzan, polîtîkaya bi destê kurdan qirkirina kurdan hem jî ji ber ku Tirkiyeyê sînorên xwe li Mele Mistefa girtin, bi ser neket. Ez bawer im rêvebiriya Kurdistana Federe ji min bêtir bi vê rastiya dîrokî dizane. Di civîna 1945'an a li Barzanê de Partiya Hîvayê şikilek nû da rêvebiriya nû, bername û tuzuka wê. Partiyê biryara ragihandina xweseriya kurdan, bi tu awayî nedanîna pêwendiyê bi hêzên biyanî re, di bin banekî de yekîtiya eşîran, bi rêyên siyasî serbixwebûna Kurdistana Iraqê, pêwendîdanîna bi partiyên ji bo azadiyê têdikoşin û rabûna li ber polîtîkayên dagirkeriyê yên Iraqê hatiye girtin. Piştî vê civînê Mele Mistefa li Akrê, Seyhan, Behdînan, Bradost û herêmên din hevdîtinan bi eşîran re dike û ji bo yekîtiyê bang li wan dike. Ji nêz ve pêwendiyê bi rêxistinên kurdan ên li Iraqê û Xoybûn a li Sûriyeyê re datîne. Di dawiya vê xebata Mele Mistefa de ji eşîra Zhorî, Mizûrî, Zherî, Berazî, Şervanî, Dolamarî û Bradostê konfederasyonek tê çêkirin. Îro ro hemû rêxistinên kurdan û siyaseta kurd xwedî li vê ked û hewldana ji bo yekîtiya neteweyî ya Mele Mistefa Barzanî dertên. Lê belê wer xuya ye ku rayedarên Kurdistana Federe, kesên dibêjin em nûnerên Mele Mistefa ne, bêbextiyê li dîroka xwe dikin." 
 
'PDK WEKÎ ŞÎRKETEKÊ TEVDIGERE'
 
Tûncelê di berdewamiyê de nivîsiye ku kesên Kurdistana Federe bi rê ve dibin berjewendiyên eşîrî yên berteng esas digirin û daxwaz û xwestekên gelê kurd bi tu tiştî nahesibînin û gotiye: "Îro PDK ji dêvla ku siyaseteke li ser asasê mîsyona xwe ya civakî û dîrokî, siyaseteke li ser hîmê wekhevî û azadiya kurdan û yekîtiya neteweyî esas bigire, wekî şîrketekê tevdigere. Şîrketek ne li ser berjenwendiyên civakekê û gelekî, tenê li ser berjewendiyên xwe yên aborî hûr dibe. Lê partiyeke siyasî, li ser gelê xwe, şert û mercên jiyanê yên gelê xwe yê xizan û kedkar, li ser rûmeta neteweya xwe, li ser rêvebiriyeke azadîxwaz û demokratîk hûr dibe. Berjwendiyên gel di ser ên xwe re dibîne." 
 
'DAWÎ LI BIRAKUJIYÊ BÎNIN'
 
Siyasetmedar Tûncel diyar kiriye ku axirê hewldana dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistana Federe bi tu awayî nayê qebûlkirin û gotiye: "PDK, divê nebe şirîkê van polîtîkayên ku dê bandorê li pêşeroja gelê kurd-Herêma Kurdistana Federe jî di nav de- bike û hewl didin hebûna gelê kurd ji holê rabikin. Birêz Mesûd Barzanî divê li ser soza xwe be û dawî li birakujiya di navbare kurdan de, birakujiya siyasî bîne û ji bo  yekîtiya neteweyî ya kurdî ya ku Mele Mistefa Barzanî hewl dida pêk bîne tevbigere. Çendî em ji bêgavî di nava sînorên welatê cuda de bin jî, lê axirê em ferdên heman gelî ne û dîrokê rê me daye ku heya em nebin yek em ê nikaribin bi ser bikevin. Îro ro tekane rêya parastina destkeftiyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê yekîtiya neteweyî ye."
 
RABÛNA LI BER DAGIRKERIYÊ
 
Tûncelê di dawiya nivîsa xwe de gotiye: "Em siyasetmedarên kurd ên girtî, ji ber van geşedanan nerihet in û bifikar in. Ez wisa difikirim ku dê Birêz Mesûd Barzanî, jinên PDK'î van fikarin me fêm bikin. Bi rastî jî ger PDK dixwaze tevkariyê li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bike û xwedî li dîroka xwe derbikeve, nexwe tişta divê bike ev e; divê li ber poltîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê rabe û ji bo dawî li êrişên Tirkiyeyê yên li ser siyaseta kurd, vîna gelê kurd û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê û ji bo muzakere cardin dest pê bikin û meseleya kurdî bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin tevbigere.
 
DÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELÊ ME BI SER BIKEVE
 
Ez hemû rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar, dostên me û gelê me yê di vê pêvajoyê de ji bo yekîtiya neteweyî tevdigerin silav dikim. Em dixwazin bê zanîn ku ev ked û hewldan hêviya me û gelê me bilind dike û em ê tu carî vê kedê ji bîr nekin. Teqez wê gelê me di vê têkoşîna azadiyê de bi ser bikeve. Yeqîniya min ji dil û can bi vê heye. Silav û hezkirin ji bo her kesî." 

Sernavên din

20/05/2022
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe