Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin

  • rojane
  • 09:33 17 Gulan 2022
  • |
ŞIRNEX - Welatiyan nêrazîbûn nîşanî derketina cenazeyan a li girtîgehan dan û gotin:" Li dijî vê zilmê divê ku kes xwe bêdeng neke." 
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê, binpêkirina mafên girtiyan berdewam dikin. Girtiyên ku ji mafên xwe yên herî însanî bêpar tên hiştin, rêveberiyên girtîgehan pirtûkan nadin wan û lêgerîna tazî li wan ferz dikin. Her wiha girtiyên nexweş ku li girtîgehan rewşê wan giran bûne jî nayên tedawîkirin û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Tevî hemû hewldanên li dijî van pêkanînan jî zilm û îşkenceya li girtîgehan berdewam dike. Li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Ji meha çileyê ve herî kêm 17 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Herî dawî girtiyê nexweş Abdûllah Ece (73) li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê jiyana xwe ji dest da û li gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê hat veşartin. 
 
Li Şirnexê, welatiyan bertek nîşanî îşkenceya ku li girtiyan tê kirin û cenazeyê wan ji girtîgehan derdikeve dan û bang kirin ku kes li dijî zilma li ser girtiyan bêdeng nemîne.
'HETA DAWIYÊ EM LI PEY WAN IN' 
 
Fatma Erden (55), diyar kir ku bi salan e li girtîgehan zilm heye û wiha axivî: "Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Ev zilm ne tenê li ser girtiyan li ser me hemûyane. Dema ku cenazeyên me derdikevin jî em nikarin veşêrin. Veşartina cenazeyê Aysel Dogan jî asteng kirin. Êdî hatine rewşeke wisa ku nahêlin gel tev li cenazeyan bibe. Divê ku li dijî van polîtîkayan divê em li cenazeyên xwedî derkevin. Zilm û zora wan li ser me heye. Bijî berxwedana zindanan, her bijî kurd û Kurdistan. Heta ku em saxbin em ê dev ji doza xwe bernedin û heta dawiyê li pey doza xwe û girtiyên xwe bin."
 
BANGA LI DEWLETÊ
 
Cevahîr Îmre (70) jî bertek nîşanî pêkanînên li girtîgehan dan û ev tişt got: "Em di bin zilm, zordarî û îşkenceyê de ne. Cezayê wan xelas dibe jî bernadin. Dema ku cezayê wan xelas dibe ew dikujin. Piştî ku dikujin jî dibêjin werin cenazeyê xwe bibin. Dewlet ji însanê zana ditirse. Gelê me di bin zilmê de ye. Banga me li dewletê; dema ku cezayê van kesan xelas dibe, divê ku berdin."
 
'ME ÇI KIRIYE VÊ ZILMÊ LI ME DIKIN?'
 
Nafya Çaylak (70), bi lêv kir ku hemû pêkanînên nemirovane li ser girtiyan pêk tên û wiha got: "Ew şehîdên Kurdistanê ne. Em tu caran wan ji bîr nakin. Zindan îro bi egîd û xweşmêran têje bûye. Ma me çi kiriye ku me digirin. Salek û 9 mehên Abdûlla mabûn û me digot wê bê berdan. Em li benda berdana wî bûn. Bi zanebûn bernedidan. Me çi kiriye ku vê zilmê li me dikin? Însanetî nemaye. Ez bi xwe ketime girtîgehê. Ez dizanim ku di çi şert û mercan de tên girtin. Destê me kelemçekirî dibin nexweşxaneyan, bi kelemçekirî me tedawî dikin. Ma mafê însanetiyê ewqas e? Bang dikim; bila gelê Kurdistanê li xwe xwedî derkeve û êdî bes e."
 
BANGA SERÎRAKIRINA LI DIJÎ ZILMÊ 
 
Gulİstan Demîr (65) jî ev bang kir: "Divê li dijî vê zilmê gel serê xwe rake. Heta ku aşitî çênebe wê ji girtîgehan cenaze derkevin. Heger însanetî hebûya wê girtiyên nexweş berdana."
 
'XWE BÊDENG NEKIN'
 
Îzzettîn Çaylak (55), banga hêstiyariyê kir û got ku divê herkes erka xwe ya ji bo girtîgehan pêk bîne û ev tişt got: "Girtiyan terkî mirinê dikin. Tedawiya wan nakin û nabin nexweşxaneyê. Banga me li gel ew e ku li dijî vê zilmê li ber xwe bidin. Divê ku civak hemû rabe ser piyan û pêwîst bike biçin Enqerê. Divê tu kes li dijî cenazeyên ji girtîgehan derdikevin xwe bêdeng neke."
 

Sernavên din

17/05/2022
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê