Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye

  • jin
  • 09:19 17 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL -Ji avakarên Hewldana Ji Bo Aştiyê Nebîle Irmak Çetîn diyar kir ku li dijî şerê AKP'ê yê li hundir û derve barekî mezin dikeve ser milê jinên û got, pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye. 
 
Operasyona Tirkiyeyê ya bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. 
 
Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎG) ku di Gulana 2009'an de ji aliyê jinan ve li dijî serdestiya mêr û şer hatibû avakirina heya dawiya sala 2015'an jî li qadan li dijî şer têkoşiyabû. Lê di demên dawî de xebatên xwe dabû sekinandin. Ji avakarên BÎG'ê Nebîle Irmak Çetîn bilêv kir ku şer û tahde cardin zêde bûne û got, pêdivî pê heye ku jin li dijî vê tahdeyê û şerî dengên xwe bilind bikin. 
 
DÎROKEKE MIŞT ŞER
 
Irmak, bibîr xist ku jinên ji komên cuda, ji derdora kovar, partiyên siyasî û saziyên cuda li dijî şer BÎG'ê ava kirine. Irmak, diyar kir ku piştî hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adara 2009'an li hev kom bûne û got: "Em ji bo aştiyê li hev kom bûn, ji lew re ev 40 sal in em bi şerekî qirêj re rû bi rû ne. Gava mirov dîroka Tirkiyeyê tev bide, dê bi dîrokeke mişt şer re rû bi rû bimîne. Şerekî li ser înkarkirina hebûna gelan tê kirin." 
 
Irmak ku got "Şer rûxandin, tahde û destdirêjî ye" anî ziman ku ev polîtîka hem jinên kurd hem jî jinên tirkiyeyî ber bi xetereyeke mezin ve dibe. Irmak, destnîşan kir ku li hemberî jinên li ber kedxwarî û pergala serdest li ber xwe didin êrişeke pir cidî heye û got: "Jina kurd tê koçberkirin. Li cihê ku diçê bi pirsgirêkan û xizaniyê re rû bi rû dimîne. Jinên li rovajayê jî tên kuştin an jî xizankirin. Ew jî bi awayekî cuda fatûreya vê yekê didin." 
 
ZEXT Û XIZANÎ ZÊDE DIBIN
 
Irmak, destnîşan kir ku polîtîkaya şer a Tirkiyeyê pirsgirêkeke dîrokî ye û meseleya sereke jî girêdayî meseleya kurdî ye û got: "Her ku şer didome, em jin êşê dikişînin, hêstiran dibarînin. Zext zêde dibin û jin ji karê xwe dibin, xizanî zêde dibe. Şer dijminê mirov, dijminê xwezayê û herî zêde jî dijminê jina ye. Ji lew re bedena jinê di şeran de tê talankirin. Bi taybetî jî me dît bê hêzên statukoparêz ev yek çawa anîn serê gelê kurd. Bedena jinê hatiye perçekirin, wê davêje heps û zindanan. Me ev tişt dîtin. 30 sal berê me digot 'ji şer re na' an jî 'budçeya ji şer re tê veqetandin bila ji kedkaran re bê veqetandin.' Niha em dibînin bê em çi qas mafdar bûne." 
 
Irmak, destnîşan kir ku polîtîkayên tahde û şer ên tên meşandin welêt têk dişikînin û wiha berdewam kir: "Ger meseleya kurdî hatibûna çareserkirin û nêvengeke aştiyane hatibûna afirandin, dê Tirkiye niha ne di nava vê krîza aborî û siyasî de bûna. Bi taybetî jî desthilata AKP'ê hêvî da ber hemû derdoran. Lê wekî tê dîtin ev yek ji bo zexmkirina desthilata xwe kiriye. Di sala 2011'an de îmze danîn bin Peymana Stenbolê. Lê îro ew îmze rakirin. Rakirina îmzeya li bin Peymana Stenbolê tê wateya qetilkirina jinan. Her wiha ji bo kesên jinan qetil dikin û destdirêjiyê dikin neyên cezakirin ji dixebitin. Yanî bi kurtasî şer xizanî, betalî, bêaramî û nekêfxweşî ye. Li hemberî vî şerî divê aştî bê danîn." 
 
HÊZA JINAN 
 
Irmak, diyar kir ku yeqîniya wê bi hêza jinê heye û vê hêzê di têkoşîna aştiyê ya jinên kurd û jinên Rojhilata Navîn de dîtiye. Irmak, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jî pêdivî bi yekîtiyeke wiha heye û wiha axivî: "Îro ro di nava jinan de çêkirina yekîtiyeke wiha pêdiviyeke sereke ye. Emîne Şenyaşar diviyabû di têkoşîna xwe ya ji bo edaletê de ne bi tenê bûna, diviyabû li cem wê bi hezaran jin hebûna. Emîne Şenyaşar tenê ji bo edaletê li ber xwe nade, di heman demê de ji bo aştiyê jî têdikoşe. Aştî, daxwazeke pir mafdar e. Aştî, pêdiviyeke sereke ye. Gava aştî hebe dê jiyanek me ya bikonfor, rihet û aram hebe. Niha yên pereyên wan hene jî ne aram in û yên tune ne jî. Tekane sedema vê yekê budçeya ji bo şer tê veqetandin û desthilata ku li ser xwîna mirov û hêstirên çavan hatiye avakirin." 
 
Irmak, bilêv kir ku Tirkiye hatiye ber qedandinê û ji bo sedema vê jî got, ev girêdayî şer e. Irmak, destnîşan kir ku li ser esasê netewperestî û nijadperestiyê "rizaya" ji bo şer tê afirandin û hemû çavkanî ji bo vê tên xerckirin. 
 
Irmak, bal kişand ser operasyonên Tirkiyeyê yên li derveyî sînor jî û wiha got: "Sedemeke êrişên li erdnîgariya Kurdistanê jî, ew e ku Tirkiye dixwaze ser rûxandina xwe bigire. Tekane sedema şer tenê ne aborî ye, paşperdeya dîrokî jî heye. Yanî hûn radibin ji yekî re dibêjin' dîktator, komkujer.' Hûn çûna Rûsyayê ya ber bi Ûkraynayê ve şermezar dikin, lê hûn radibin bi xwe diçin axa welatekî din. Bi salan e ji xwe re xeyalên osmanîtiyê çêdikin. Diçin ku li wir feraseteke talankirinê û çetewarî ava dikin. A herî girîng jî înkarkirina gelekî." 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Irmak, destnîşan kir ku bi vî şerî re înkarkirina kurdan û nijadperestî pir zêde bûye û got: "Tekane rêya li hemberî şer têkoşîna hevpar e. Hemû derdorên Tirkiyeyê ji vê rewşê ne razî ne." 
 
TEKANE RÊ ÇARESERKIRINA MESELEYA KURDÎ
 
Irmak got: "Xirabî li gelên Tirkiyeyê tê kirin. Yanî tu radibî di şer de israr dikî, lê budçeyeke vî şerî heye. Niha li Tirkiyeyê 10 milyon betal hene, lê hûn radibin pere ji bo şer xerc dikin. Gelên cîhanê êdî doza pergaleke nû dikin. Herî zêde pêdiviya Tirkiyeyê bi vê pergala nû heye. Lewma Tirkiye ewilî divê meseleya kurdî çareser bike, ji lew re wekî din tu rê tune ye. Mecbûr e hiqûqa gelê kurd çêbike." 
 
DIVÊ BÎG ÇALAK BIBE
 
Irmak, destnîşan kir ku bi şer re êrişên li ser jinan jî zêde bûne ûbal kişand ser cezayê ku di Doza Geziyê de li Mucella Yapiciyê hat birîn û gefên li li Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran hatin xwarin. Irmak, bilêv kir ku lewma cardin pêdivî bi çalakbûna Hewldana Jinê ya Ji Bo Aştiyê heye û pê de çû: "Ji bo ji nû ve çalakbûna Hewldanê pêdivî bi pêşengên xurt heye. Bi ya min ev pêşengtî jî dikeve ser milê jinên di nava HDP'ê de. Ev jin jî divê bi piranî jinên ji metrepolên rojavayê hatine hilbijartin bin. Em van mijaran nîqaş dikin, heta dê hefteyên bê du civînên me çêbibin. Em ê karibin careke din tiştekî wiha çêbikin? Pêvajo dibe ku dijwar be, lê polîtîkayeke şer a ku êrişê dibe ser kevirên me û axa me heye. Hebûna me, keda me wekî budçe didin ber şer. Lewma jin li ku dibin bila bibin divê li her derî li hemberî şer rabin." 
 
Irmak, di dawiya axaftina xwe de li ser têkoşîna hevpar sekinî û got: "Ji bo bidawîbûna şer pêşî barê mezin dikeve ser milê çepgiran. Siyaseta kurd vê dike û li ber xwe dide. Lê bi rastî jî divê ji rojavayê, ji Behra Reş jî ev deng bilind bibe." 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

17/05/2022
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê