COLEMÊRG - Li gundê Kadyan ê bi ser navçeya Geverê ve brûskê li birê karikan da û nêzî 40 karik mirin.
Li zozanên gundê Kadyan ê bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve serê sibehê brûskê li birê karikên ku li zozanan diçêriyan da. Di encamê rûdana brûskê de nêzî 40 karik mirin.