Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin

  • rojane
  • 09:14 13 Gulan 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Ayşe Hezer, dayika Endama YJA STAR'ê Bişeng Hezer ku li Avaşînê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku divê her kes li dijî vî şerî û bikaranîna çekên kimyewî rabe.

Bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Bı van êrişan re bertekên tên dayîn jî her diçe zêde dibin. Ji xeynî van êrişan çekên kîmyewî yên li herêmê tên bikaranîn jî di rojeva gelê kurd de ye. Ayşe Hezer, dayika endama YJA STAR'ê Bişeng Hezer ku li herêma Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê di 3'yê Gulana 2021’an de bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû, bertek nîşanê êrişan da û destnîşan kir ku divê hemû kurd li dijî vê yeke bibin yek.
 
Ayşe Hezer a 64 salî, li gundikê Cirahî yê girêdayî navçeya Hezexê hatiye dinê. Malbata Hezer beriya 40 salan ji ber zilm û zexta dewletê ji neçarî koçber bûye. Du birayên Hezerê di destpêka avakirina PKK’ê de tevli nava PKK'ê bûne û di salên 90’î de jî jiyana xwe jidest dane. Cenazeyên birayên Hezerê hê jî nehatiye dayîn. Hezer wiha behsa wê pêvajoyê kir: “Zilm û zexta ku li ser malbata min hatiye kirin zilmeke wisa ye nayê gotin. Em ji ber zilma dewletê çûn Mersînê û nêzî 12 salan li wir man. Lê pişt re dîsa vegeriyan ser axa xwe. Birayên min di nav PKK’ê de cih girtin û di salên 90'î de şehîd ketin û gelek ji wan jî di girtîgehên dewleta tirk de hatin îşkencekirin. Di dawiyê de du biraziyên min man û wan jî vê zilm û neheqiya li ser kurdan qebûl nekir û beşdarî tevgera azadiyê bûn.”
 
'DI AZADIYÊ DE ISRAR KIRIN'
 
Dayika 10 zarokan Hezer, di gelek şert û mercên giran de ji bo jiyanê têdikoşe. Hezer got: “Di sala 2004 an de kurê min ê mezin tevli nava tevgera azadiyê bû. Piştî ku ew çû, polîsan bela xwe ji me venedikirin. Ew çaxê zarokên min hûr bûn, hewl didan zarokên min çavtirsandî bikin. Min dikir nedikir dewlet zexta xwe li ser me bi dawî nedikir. Tim davêtin ser mala me û her roj tahde li me dikirin. Di sala 2010’an de kurê min Abdullah Hezer li ser pira Cizîrê bi guleya polîsan hat qetilkirin. Kurekî min jî li Stenbolê di 13 saliya xwe de hat girtin. Li girtigehê bi awayekî dijwar hat îşkencekirin. Pişta wî şikestibû û gelek xesar di laşe wî de çêbûbûn. Piştî ku ji bo demekê serbest hat berdan dîsa biryara girtinê jê re hat dayîn û 125 sal ceza lê hat birîn. Ew jî çû Ewropayê. Li wir hê jî ji ber îşkenceyên lê hatine kirin derman dibe. Kurekî min jî 5 salan di girtîgehê de ma û pişt re serî li ber zilmê rakir û beşdarî refên PKK’ê bû. Keçeka min jî di sala 2014 an de beşdarî tevgera azadiyê bû. Di dawiyê de keçekê min tenê ma. Ew jî qeza kir û laşê wê gelekî xesar dît. Ji bo dermankirinê ew jî çû Ewropayê.”
 
ÎŞKENCEYA LI SER CENAZEYAN
 
Li herêma Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê di 3'yê Gulana 2021’ê de endama YJA STAR'ê Bîşeng Hezer bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû. Dayik Hezer diyar kir ku gelek îşkence li cenazeyê keça wê Bişeng hatiye kirin û tevî hemû hewldanên jî dîsa cenazeyê wan nedane wan. 
 
Dayik Hezer got: “Bîşeng 7 salan di nava tevgerê de ma. Gava şehîd ket haya min jê nîn bû. Rojekê di televîzyonê de min lê temaşe kir. Min got, qey hema nîşan didin. Pişt re min bihîst ku şehîd ketiye. Lê gelek îşkence li cenazeyê keça min kirine. Dewlet bi xwe di hesabên xwe yên dîjîtal de parve kiribû. Keça min tazî kiribûn û bi erdê ve kaş kiribûn. Pişt re îşkence li keça min kirine. Hingî ew kêlî dikevin bîra min dile min dişewite û rondik ji çavên min dibarin. Ez gelek li ser keça xwe êşiyam. Heta dawiyê jî ez ê doza keça xwe bikim.”
 
ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Hezer bal kişand li ser êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê jî û destnîşan kir ku divê hemû kurd li dijî vî şerî bisekinin û ev tişt anîn ziman: “Gava Bişeng hê şehîd neketibû, 11 rojan li ser keça min û hevalên wê şer hebûye. Di wan rojan de jî li dijî wan çekên kimyewî hatine bikaranîn. Hem bi çekên kimyewî êrişî wan kirin hem jî êriş birin ser cenazeyê wan. Niha jî li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi çekên kimyewî êrişê dikin. Bikaranîna çekên kimyewî qedexe ye û bi vî şiklî sûc tê kirin. Çima tu dewlet an jî  sazî li hemberî vê dengê xwe bilind nakin? Çima hemû kes di mijara kurdan de dibe şirîkê dewleta tirk? Ya duyemîn jî Mesûd Barzanî alikariya dewleta tirk dike û bi wî re li dijî kurdan şer dike. Heke mijar ne PKK be dewleta tirk xwe nade ber PDK’ê. Gava DAIŞ’ê êrişê kir, PKK'ê pêşiya wan êrîşan girt û hemû kes ew tişt dît.”
 
'BIBIN YEK'
 
Hezer di dawiya axaftina xwe de got: “Dayik tene aştiyê dixwazin. Çi mafê wan heye ku ew qas dilê me dişewitînin. Em naxwazin xwîn birije û kes jiyana xwe ji dest bide. Bes êdî ji vê zilmê re. Ez bang dikim ku bila li hemberê vî şerî hemû kurd bibin yek û ji bikaranîna çekên kimyewî re bibêjin bes. Bila hemû dewlet li dijî vî sûcî derkevin û bêdeng neminin.”

Sernavên din

15/05/2022
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN
13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê