Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihand ku tevî hemû hewldanên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî hikûmeta Kazimî û PDK li pey dek û dolabên nû ye û got: “Niha jî PDK hewl dide şandeyek bi navê Şengalê û xwepêşenderan bişîne Bexdayê. Ev şande ne nûnertiya civak û saziyên Şengalê dike ne jî nûnertiya xwepêşenderan dike. Em şandeyeke bi vî awayî nas nakin.”
 
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî aloziyên li Şengalê, provakasyonên PDK’ê û hikûmeta Kazimî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya de Rêveberiya Xweser de îşaret bi hewldanên kûrkirina aloziya li Şengalê ya hikûmeta Mistefa Kazimî û PDK’ê kir.
 
Rêveberiya Xweser da zanîn ku tevî hemû hewldanên wan ên çareseriyê û diyalogê jî hîn hikûmeta Kazimî li pey lîstokên nû ye û got: “Li Şengalê piştî ku di 18’ê Nîsanê de artêşa Iraqê bi fermana hikûmeta Kazimî bi ser Asayîşa Êzidxanê ya Dîgurê girt, rewşeke aloz peyda bû. Ev rewş di 2’yê Gulanê de veguherî êrîşeke berfireh a artêşa hikumeta Kazimî ya bi tank û topan. Ji bo rewşa şer a li Şengalê kûr nebe û belav nebe di serî de Rêveberiya Xweser a Şengalê, hin aliyên siyasî yên Iraqê jî hewl dan deriyê diyalog û hevdîtinan car din vebin. Me berê jî got û niha jî dibêjin ev şer ne di berjewendiya Iraqê û Şengalê de ye.”
 
Rêvebiriya Xweser destnîşan kir ku di encama hewldanên wan ên diyalogê de şer rawestiyaye, lê alozî hîn jî li herêmê berdewam e û got: “Ji 2’yê Gulanê ve şer û pevçûn sekiniye û hewldanên siyasî û civakî berdewam in ji bo ku ev pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin. Gelê Şengalê jî ev çend roj in li ser piyan e û daxwaz dikin ku artêşa Iraqê ji nav gund û bajaran derkeve, dest ji polîtîkayên şer berde. Em jî li gel daxwaza gele xwe ne. Lazim e rê li ber zext, gef û êrîşên li ser Şengalê werin girtin û îradeya Şengalê were naskirin.”
 
Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku hevdîtinên wan ên li gel alî û saziyên cuda yên Iraqê berdewam in û ev zanyarî hatin dayîn: “Wekî raya giştî jî dizane, bi alî û saziyên cûda yên Iraqê re diyalog û hevdîtin berdewam dikin û em dixwazin çareseriyeke bingehîn ji bo Şengalê peyda bikin. Lê ruxmê ev sekin û helwesta me jî di serî de PDK û hikumeta Kazimî dest ji polîtîkayên li dijî Şengalê bernadin. Li şûna ku bi nûner û saziyên Şengalê re hevdîtin bike û civaka Êzidî muxatab bibîne, hikumeta Kazimî car din berê xwe daye PDK’ê û dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê berdewam bikin.”
 
Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku ew hewl didin pirsgirêkên çareser bikin, lê PDK jî her hewl dide aloziyên li Şengalê kur bike û got: “Em dixwazin vê jî destnîşan bikin ku piştî di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewldan destpêkir, PDK’ê ji aliyekî ve hewl da ku şer bide berdewamkirin, ji aliyekî ve jî dest bi propagandaya reş û şerê taybet kir. Destpêkê xwest bi agahiyên derew gelê me ji şengalê bide koçberkirin, piştî ku ev plana PDK’ê têk çû vê carê di nav gel de dest bi provokasyonan kir. Û niha jî bi hevdîtinên bi vî rengî û lîstikên siyasî provokasyonên xwe berdewam dike.
 
Di destpêkê de civaka Êzidî, em dixwazin ji raya giştî re ragihînin, amadekarî tê kirin ku heyetek li ser navê Şengalê û civaka Êzidî li Bexdayê bi hikumeta Kazimî re hevdîtin bikin. Ev heyet ji aliye Qaîd Ameliyatê Mûsilê û PDK’ê ve hatiye amadekirin û zehfê kesên di vê heyete de endam û alîgirên PDK’ê ne. Niha dixwazin vê heyetê li ser navê civaka Êzidî û Şengalê bidin naskirin. Ev lîstikeke nû ya PDK’ê ye ku bi alîkariya Qaîd Ameliyatê Mûsilê dixwazin cardin bimeşînin. Ev heyet di heman demê de xwe wekî nûnerê çalakgerên Şengalê jî dide naskirin lê çalakgerên ku pêşengiya van çalakiyên medenî dikin bi daxuyaniyekê ragihandin ku ev heyet wan temsil nake û nikare li ser navê wan biçe hevdîtinê.”
 
Rêveberiya Xweser şandina şandeyek ji Şengalê jî wekî parçeyeke peymana 9’ê Cotmehê hesibandiye û bertek nîşanî vê da: “Em ji hemû civaka êzidî û raya giştî re radigihînin ku ev lîstika nû ya PDK’ê berdewama Peymana 9’ê Cotmehê ye. Tiştê ku bi êrîşên leşkeri û şerê taybet bidest nexistin niha jî dixwazin bi lîstikên siyasî pêk bînin. Em ji raya giştî re dibêjin ku em vê hevdîtina ku dixwazin li ser navê Şengalê bikin bi tu awayî nas nakin.”
 
Rêveberiya Xweser bang li Hikûmeta Kazimî kir û niyeta xwe ya çareseriyê dûbare kir: “Em bang li hikumeta Kazimî re jî dikin. Ji bo pirsgirêkên heyî çareser bibin lazim e helwesteke samîmî û zelal hebe. Lîstikên bi vî rengî zemîna diyalog û çareseriyê xurt nake lê jahrî dike. Eger niyetek wan a çareseriyê hebe lazim e dest ji van dek o dolaban berdin, civaka Êzidî muxatab bigirin û îradeya Şengalê nas bikin. Bi lîstikên bi vî rengî rewşa Şengalê aram nabe, pirsgirêk çaraser nabin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li xelkê Şengalê jî hat kirin û wiha hat gotin: “Em bang li hemû gelen Şengalê jî dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Lazim e rê û destûr nedin ku tu kes û alî li ser navê wan hevdîtinên bi vî rengî bikin. Ji ber ku em baş dizanin, kesên bi vî rengî berjewendiyên Şengalê nafikirin, malbatî û eşîrî ne.”

Sernavên din

10/05/2022
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin
10:02 Hêj qedexeya 6 mehan bi dawî nebûyî qedexeyeke din danîn
10:00 Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e
09:37 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve
09:31 Du hevrêyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Sedsala 21’emîn bûye sedsala ji rastiya xwe dûrketin
09:18 Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin
09:18 Wezaretê biryara DMME'yê bibîr xist, dadgeh berevajî biryarê tevgeriya