Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xelef Şengalî anî ziman ku li herêmê şerekî taybet tê meşandin û got: "Divê êzidî ji Rêveberiya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin." 

Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) di 17'ê Nisanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrîşên berfireh dabûn destpêkirin. Bi van êrişan bi hevkariya PDK'ê re artêşa hikûmeta Iraqê jî di 2'yê Gulanê de bi hejmareke zêde esker, wesayîtên zirxî, tank û obusan xwest bikeve navenda Şengalê. Ev êriş li Şengalê rastî berxwedana Asayîşa Êzidxanê û hêzên YBŞ û YJŞ'ê hatin û şengaliyan ew pûç kirin.
 
Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de Xelef Şengalî der barê statuya Şengalê û êrişên Hikûmeta Iraqê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
'EW NIKARIN WEKÎ BERÊ DI ŞEVEKÎ DE HILWEŞÎNIN' 
 
Şengalî, diyar kir ku PDK ji bo ku hikûmeta Iraqê êrişî Şengalê bike derdora xwe birêxistin dike û got: ""Careke din xuya bû ku peymana 9'ê Cotmehê ne  tenê ji aliyê Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû îmzekirin. Beriya demekê Hulusî Akar di daxuyaniya xwe de aşkere got ku tiliya wan jî di vê peymanê de heye. Jixwe beriya ku nehatibû ragihandin jî me dizanî. PDK bi hinceta PKK'ê dixwaze bikeve Şengalê. Kesî negotibû bila PDK ji Şengalê derkeve ew bi xwe reviyan, çûn. Tu caran jî civaka êzidî negotiye bile PDK'ê ji Şengalê hêzên xwe vekêşe. Wan êzidî tenê hiştin û reviyan. Her kesî jî ev bi çavên xwe dît. 2 hezar pêşmerge hebûn û hemû jî paş ve vekişandin. Li hemberî dijmin yek ji wan jî fîşek neteqandin. Heger îro aramiyek li Şengalê hebe, dixwazin wê têk bibin. Lê êdî nikarin têk bibin. Çimkî êzidî ne êzidiyên sala 2014'ê ne. Di nav êzidiyan de siyasetmedar hene, rojnamevan hene, şervan hene û Xweseriya Şengalê bi xwîna ciwanên êzidiyan hat avakirin. Kes nikare wekî sala 2014'an xweseriya Şengalê di şevekê de hilweşîne."
 
'EW KESÊ KU KOLETIYA DIJMIN BIKE RÊZ Û HÛRMETA ME JÊ RE NÎN E' 
 
Şengalî, bal kişand li ser helwesta Hikûmeta Iraqê û diyar kir ku PDK bi van kirinan dixwaze ji êzidiyan re dijminan çêbike û wiha domand: "Dijmin gelek caran di siyaseta xwe de nezan e. Ew wisa difikirin ku êzidî wekî sala 2014'an de nezan in, bêtifaq in û nikarin parastina xwe bikin. Lê ew dem çûn û em di sala 2022'yan de ne. Kes nikare vîna ku li vir hatiye avakirin tune bike. Îro ev tişt hemû bi xwîna êzidiyan hatiye avakirin. Jiholêrakirina Asayîşa Êzidxan tasfiyekirina êzidiyan e. Lê tu dijminê me nikare êzidiyan têk bibe. Em 1460 salin li ber xwe didin. Hêzên ji van mezintir jî hatin ku êzidiyan tune bikin, lê nekarîn. Hikûmeta Iraqê niha tune ye. Ev qas dem di ser re derbas bû, lê hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Êdî di nava wan de kom çêbûne. Her kes li gor berjewendiyên xwe dixwest tevlî yên dîtir bibe. Lê negihîştin astekê û tasfiye bûn. Dinya hemû dizane ku hikûmeta hatiye avakirin ne li gorî berjewendiyên xelkê Iraqê ye. Civaka êzidî ne li dijî hikûmeta Iraqê ye. Di sala 2014'an de li çiyayê Şengalê yek kesî, hem leşker û hem jî siyasetmender, nekarî bibêje em iraqî ne. Dîsa jî yê ku xwedî li Iraqê derket êzidî bûn. Iraq deyndarê êzidiyan e. Êzidiyan tu caran xwe ji Iraqê dûr nekirin. Em rêzeke taybet ji hikûmeta Iraqê re digirin. Lê yê fermî ku xwedî li soza xwe derdikeve û yê ku dilsozê Iraqê be. Ew kesê ku biçe koletiya dewletên dijminê êzidiyan bike, em ê tu caran rêzê jê re negirin."
 
 
'PROPAGANDAYA VALAKIRINA ŞENGALÊ DIKIN' 
 
Xelef Şengalî di berdewama axaftina xwe de got ku li Şengalê propagandaya valakirina Şengalê tê meşandin û wiha domand: "Dibe ku zêdetirî salekê ye li ser vê êrîşê fikirîbin. Her derfetên xwe yên teknîkî bi kar anîn. Armanca wan a yekemîn ew bû ku êzidî koçber bibin, lê êzidî koçber nebûn. Dibe ku hin kesên xwefiroş propaganda kiribin û gotibin, 'Em direvin Şengal ne aram e.' Lê tiştekî wisa tune ye. Şengal aram e. Duh hevalên me û hikûmeta Iraqê bi hev re rûniştin û yekbiryarî û yeknêrîn li ser Şengalê dan. Kesek nikare wekî berê fermanekê bîne serê me. Hemû tişt ne kuştine. Êdî dinya û alem êzidiyan nas dike. Heger kesek aştîxwaz hebe, ew jî êzidî ne. 
 
'LI ŞENGALÊ ŞERÊ TAYBET DIDIN MEŞANDIN'
 
Şengalî, destnîşan kir ku li herêmê şereke taybet tê meşandin û wiha berdewam kir: "Heger ku gelek daxwaza azadiyê bike helbet wê bedelên giran bide. Êzidî ji hemû wextan re amade ne. Êzidî ne dijî kesî ne. Êzidiyan tu caran dijatiya însanan nekiriye. Em çawa ji xwe re başiyê dixwazin, em ji hemû gelan re vê daxwaz dikin. Lê heger kesek destdirêjiyê bike, êzidî qebûl nakin û ji bo xwe biparêzin her tim amade ne. Îro li ser êzidiyan şereke taybet tê meşandin. Divê êzidî xwe nezan nebînin. Heger êzidî heqîqetê bizanibin, rêveberiya xweser heye. Malperên xweseriyê hene û parvekirinên wê çêdibin. Heger ku bişopînin wê bizanibin ku heqîqet çi ye. Lê ew propagandaya li dijî êzidiyan û Şengalê tê kirin ne rast e. Di wan 15-16 saetan de gelek tişt ji me re hatin gotin. Ew kesê ku vê propagandayê jî dikin, bi 15 dolaran dikin. Ev jî perçeyeke şerê taybet e. Divê ku baweriya êzidiyan bi kesî neyê. Heger bixwazin ku heqîqetê bizanibin, bila Xweseriya Şengalê guhdar bikin. "
 
'DERIYÊ ME JI HER KESÎ RE VEKIRIYE' 
 
Şengalî, bi lêv kir ku ji bilî xiyanetkaran deriyê wan ji her kesî re vekiriye û ev bangawazî kir: "Deriyê me Xweseriya Şengalê ji her kesî re vekiriye. Li aliyê dîplomasî, danûstandinê deriyê me ji wan re vekiriye. Me tu caran deriyê xwe ji tu kesî re negirtiye. Lê belê deriyê me ji kesên ku destê xwe dirêjî xwîna keç û ciwanên êzidiyan kirine re girtiye. Banga me ji civaka êzidî re ev e; ji Rêveberiya xweser pêvtir ji tu kesî bawer nekin."

Sernavên din

10/05/2022
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin
10:02 Hêj qedexeya 6 mehan bi dawî nebûyî qedexeyeke din danîn
10:00 Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e
09:37 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve
09:31 Du hevrêyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Sedsala 21’emîn bûye sedsala ji rastiya xwe dûrketin
09:18 Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin
09:18 Wezaretê biryara DMME'yê bibîr xist, dadgeh berevajî biryarê tevgeriya