Emîne Şenyaşar: Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e

  • jin
  • 09:02 6 Gulan 2022
  • |

RIHA - Emîne Şenyaşar ku dê îsal jî li ber Edliyeya Rihayê Roja Dayikan pêşwazî bike got: "Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e." 

Her sal yekşema dudoyan a meha gulanê wekî Roja Dayikan tê pîrozkirin. Lê ev roj li Tirkiyeyê bi êş û azaran dibe rojev. Ji dayikên ku vê rojê bi xemgînê pêşwazî dikin yek jê jî Emîne Şenyaşar e ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên wê û hevjînê wê kuştibûn. Emîne Şenyaşar ku ji bo kurê wê Fadil Şenşayar ê ji ber xwe parast hatiye girtin û 38 sal ceza lê hatiye birîn bê berdan, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar 424 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, dê îsal jî Roja Dayikan li ber Edliyeya Rihayê pêşwazî bike. Dayika Emîne têkildarî Roja Dayikan bi ajansa me re axivî.
Dayika Emîne Şenyaşar, rojên borî yên Roja Dayikan bibîr xist û wiha got: "Berê zarokên min Roja Dayikan pîroz dikirin. Lê ew ji min stendin. Ez pir ji wan razî bûm. Zarokên min li gund baxçeyek danîn, lê bêyî fêkiyên wê bibînin çûn. Ez dixwazim kurê min ê girtî bê berdan. Tenê ne kurê min, ez dixwazim hemû kesên belasebeb hatine girtin bên berdan. Dixwazim vê rojê di nava zarokên xwe û neviyên xwe de pîroz bikim. Dixwazim kurê min Fadil bê destê min maç bike." 
 
'HEYA EW BÊ EZ Ê LI VIR BIM'
 
Şenyaşar, diyar kir ku kurê wê Fadil Şenyaşar di girtîgehê de û ew jî li ber Edliyaya Rihayê "riziyaye" û wiha domand: "Kurê min belasebeb 4 sal in girtiye. Ez jî 424 roj in li ber edliyeyê li bendê kurê xwe me. Heya ew derê ez ê li vira li bendê bim. 2 kurê min û hevjînê min kuştin. Malbata min belawela kirin." Şenyaşar, destnîşan kir ku dê tu carî dev ji "edaletê" bernede û wiha pê de çû: "Ez ji bo her kesî doza edaletê dikim. Dayik ji bo zarokên xwe yên girtî doza edaletê dikin. Divê hemû zarok di roja dayikan de destên dayika xwe maçî bikin. Di vê roja dayikan de jî çavê min li rêya Fadilê min e. Me di meha Remezanê de fitariya xwe li ber edliyeyê kir. Me fitariya xwe bi hêviya ku edalet bê kir. Qey wijdanê vê dewletê qet tune ye?" 
 
'DIYARIYA HERÎ MEZIN'
 
Bi domdarî Şenyaşar destnîşan kir ku ji roja Nobeda Edaletê dane destpêkirin heya niha yên herî zêde piştgiriya wan kirine dayikên aştîxwaz û jin in û her cara ku dayik serdana wê dikin hestiyar dibe. Şenyaşar, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êşa min êşeke giran e. Xwedê neyne serê tu kesî. Ez bi şev ji bo karibim rakevim dermanan dixwim. Dê li axretê çawa hesabê vê êşê bidin? Li vî welatî edalet tune ye. 4 sal in li benda edaletê me. Êdî bila dayik negirîn. Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e." 
 
Şenyaşar di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: "Yê ku dibe sedema giriyê dayikekê bihûştê bi çavên xwe nabîne. Ez her roj digirîm. Malbata min li ber çavên dewletê hat qetilkirin. Di roja dayikan de divê dilê dayikan hênik bikin. Roja dayikan a hemû dayikan pîroz be. Bila edalet pêk bê ji bo hemû dayikan. Ez hemû dayikên edaletxwaz silav dikim. Keça Fadil, gava bavê wê hat girtin 3 mehî bû, niha 4 salî ye. Her cara ku derî vedibe dibêje 'bavê min hat.' Di cejnê de zarokan şekir berhev dikirin lê neviya min ji ber ku bavê wê ne li cem wê bû digiriya." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

07/05/2022
09:16 ‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin'
09:15 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz pirtûkeke çîrokan
09:13 Belgefîlma 'Demans' dê li Êlihê bê nîşandan
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2022'YAN
06/05/2022
20:08 DAKAP: Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike
19:35 Ji bo meşa Geverê bang kirin
16:39 Rojnameger Halîs Taşgir jiyana xwe ji dest da
16:32 Li Garê droneya PDK'ê hat xistin
16:24 AYM: Qeydkirina hevdîtina girtî binpêkirina maf e
15:50 Bertekên li dijî êrişa ser HDP’ê zêde dibin: Em ê bi mezinkirina berxwedanê bersiv bidin
15:46 Îşkence û muameleya xerab ên li girtîgehên Wan, Îdir û Panosê ‘asayî’ ne!
15:45 Li ser bertekan cih dan kurdî
15:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:22 HDP’ê Kongreya Jinan a Herêma Behra Reş li dar xist
15:17 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî dest ji xiyanetê berde
15:13 Raportorê AP’ê yê Tirkiyeyê Amor ji bo HDP’ê peyam piştgiriyê da
15:12 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn
15:11 KCDK-E Başûr ji bo Şengalê nameyek ji Nûnerê NY ê Iraqê re şand
14:43 Başaran: Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike
14:42 Malbata Yilmaz li pêş Girtîgeha Sîlîvriyê ye: Faîlan derxînin holê
14:27 6 partiyan banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:23 Sancar: Em bi hevpariya mîrasa Denîzan serbilind in
13:55 Koma Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî êrişa ser HDP’ê da: Divê Soylu îstîfa bike
13:09 Malbata Şenyaşar 424 roj in Nobeda Edaletê digire
13:08 Di teqîna tersxaneya Tuzlayê de 5 karker birîndar bûn
12:47 Gelek doktorên pispor birin nexweşxaneyên Sahrayê
12:43 Siddik Guler terkî mirinê hate kirin: Xwe bi dîwaran ve girt û hate hevdîtinê
12:16 Fatûreya polîtîkaya şer: 70 milyar bo parastina neteweyî û 200 milyon lîre jî bo dîwarên sînor xerc kirin
11:45 Siyasetmedara kurd a ducanî li Girtîgeha Ûrmiyê di greva birçîbûnê de ye
11:44 Hemo: Baş e lê dema DAIŞ’ê êrişî me dikir hûn li ku bûn?
11:08 Tevî astengkirina PDK’ê êzdî vegeriyan Şengalê
10:55 Penaberê kurd di pêşbirka wêneyan a Awûstralyayê de bû fînalîst
10:53 Leşker sîxurtiyê li şêniyên gundê Marûnîsê ferz dikin
09:58 Doz li dayika Pinar Gultekîn hate vekirin
09:42 Çalakgera Nobeda Edaletê Tîmûr: Em netirsiyan, em ji niha pê ve jî natirsin
09:31 Du kesên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:28 Piştî 30 salan hatin berdan: Berdana me ne azadî ye, divê roja me û hemû girtî azad bibin
09:03 Li Girtîgeha Kilîsê 7 girtî 15 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:03 Endama Koordînasyona TAJÊ Heco: Wê berxwedana jinên êzidî rê nede dagirkeriyê
09:03 ‘Divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike'
09:03 10 çawîşên ku di şer de derûniya wan xirab bû îstifa kirin
09:02 Emîne Şenyaşar: Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2022'YAN
05/05/2022
23:03 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
21:41 Îvrendî yê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazî kirin
21:03 Beştaş: Ne hedê we ye ku hûn êrişê bibin ser navenda me ya giştî
20:06 Ji 6 partiyan daxuyanî: HDP ne bi tenê ye
19:03 Jin Bi Hev Re Bihêz in: Başaran hevrêya me ye, em serî natewînin
18:12 Li Stenbolê provakasyona li hemberî HDP'ê tê şermezarkirin
17:14 Jinan provokasyona li dijî HDP’ê şermezar kirin
17:14 ‘Divê mamosteyên nîjadperest bên darizandin û cezakirin’
17:06 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
16:57 Ji Yenî Akît a heqaret li Garîbe Gezer kirin re biryara neşopandinê hate dayîn
16:44 PDK nahêle xelkê Şengalê vegere malên xwe
16:39 Başaran: Serkêşê provokasyonê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye
16:24 Koma Êzdiyan a li Parlamentoya Iraqê daxuyanî da
16:00 Cehdeyên Amedê di bin avê de man
15:45 Nobeta Edaletê: Çelengekî deynin ber deriyê mala Erdogan
15:32 Akgun ê ku ev 30 sal bûn girtî hate berdan
15:25 Li Cûdî 8 leşker hatin kuştin lê 2 hatin aşkerekirin
15:22 HDP’ê ji bo elewiyan kampanya da destpêkirin: Çareserî welatîbûna wekhev e
15:18 Gunay: Bi destê çeteyên ku ji xwe re dibêjin polis provakasyonan derdixin.
15:09 Li Qamişlo ‘Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê’
15:06 Provokasyona polîsan a li pêş HDP’ê didome
14:38 Malbatan gazî Wezîrê Dadê kirin: Zarokên me berdin
14:28 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
14:28 Akman û Çîftçî ku Nobeta Edaletê didomînin hatin binçavkirin
14:03 Parlamenterên Îskoçyayê ji bo HDP’ê pêşniyazname dan parlamentoyê
13:27 Polîsan Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin, gef li parlamenter xwarin
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:06 Ferît Şenyaşar: Gavek hiqûqî hat avêtin lê daxwazên me nehatin cih
12:42 'Tirkiye dixwaze xeta nokeriyê ya kurd çalak bike’
12:06 Jinnews: 31 jin û 3 zarok hatine kuştin
11:38 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê jinek revandin
11:33 Li Amedê dê rojên filmên ekolojiyê bên lidarxistin
10:50 Cerdevanên ku tev li êrişê bûyîn: Pêşketin tune ye û psîkolojiya me xerab bû
10:33 Li ser sînor bang kirin: Divê kurd li dijî xiyanetê rabin ser pêyan
10:32 Rêya Armûşê ya Navneteweyî veguheriye rêya mirinê!
10:31 Dayika Cemîle Çagirga: Yên ku Cemîle kuştin niha jî êrişî Başûr dikin
10:06 Botaniyan banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kir
09:46 Tevgera Azadî: Ya wê ev pergal hilweşe yan jî wê bi ser bikeve
09:05 Hunermendên kurd dê li dijî êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê çalakiyan li dar bixin
09:03 OÇAV: Em baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin
09:03 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Dest ji şer berdin
09:03 Şaredariyê şêniyên taxê mexdûr kirin
09:03 Rojnamevan Oynaş: Ji ber ku min poşmanî qebûl nekir înfaza min hat şewitandin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'YAN
04/05/2022
23:59 Aksal bi stand-up’a xwe amedî kenandin
18:14 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin: Pozê mêvanê li malê jî şikandin
16:38 Xizma girtî: Me vê cejnê jî zarokên xwe nedît
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike