Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin

img
AMED - Leyla Taş ku polîsan li Amedê bi ser mala wê de girtibûn û çekê kiribûn serê wê, diyar kir ku polîsan 60 hezar TL pere û zêrên wan dizîne û ji wan pirsa, 'Çi karê ewqas pere li vê malê heye?' kirine. 
 
Di 28'ê nîsanê de li taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, polîsan bi ser mala Leyla Taş de girtin. Polîsan derê mala Taş şikandibûn û li mala wê lêgerîn pêk anîbûn. Taş, tiştên polîsan bi serê wan de anîbûn qeyd kir û li ser hesabên medya sanal parve kir. Taş, di dîmenê ku parve kir de bi gotina "Çek kirin serê me, pere û zêrên me dizîn" bertek nîşan dabû. 
 
Leyla Taş û Bediha Taş, derbarê serdegirtin û binçavkirinê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
DERÎ ŞIKANDIN
 
Taş, diyar kir ku polîsan bavê wê Mevlut Taş û birayên wê Ensarî, Ferhat û Mazlûm Taş binçav kirine û derbarê serdegirtina mala wan de ev agahî dan: "Di 5 îlonê 2021'an de qeyûmê Şeradariya Yenîşehîrê dest danî ser tezgaha birayê min Ensarî. Ensarî jî ev qebûl nekir û bertek nîşan da. Dozgerî ji bo berteka wî lêpirsîn da destpêkirin. Ji ber vê lêpirsîn bi ser mala me de girtin. Wexta paşîvê bi ser malê de girtin û deriyên mal û axura me şikandin. Bi solên xwe ketin hundir. Ji bo birayê min Ensar hatibûn, ew avêtin erdê û lêdan. Xwişka min û dayika min ji tirsê wan ketin erdê. Em hemû li malê li erdê dirêj kirin, çek xistin serê me. Mal ser û bin kirin û ketin hemû odeyan. Li malê dergûş hebû, heta sibehê  ji tirsa giriya. Dîwarên me şikandin odêyên me li hev xistin û ji paşîvê heta nîvro çêr û zilmeke giran li me kirin.”
 
'ME GOT QEY BIRAYÊ MIN KUŞTIN'
 
Di berdewama axaftina xwe de Taş, destnîşan kir ku her yek ji wan xistine odeyekê û wiha got: "Li ser serê me bi çekan sekinîn û gefa kuştinê xwarin. Ensar ji mal derxistin û derî bi ser me de girtin. Me got qey birayê min kuştin. Li derva li birayê min dan. Ji me re gotin, 'heke hûn gavek bavêjin em ê we bikujin'. Di lêgerînê de dest danîn ser zêrên me û bi qasî 60 hezar TL pereyê me. Pereyê me hê jî li cem wan e. Te digot qey ji bo talanê hatibûn. Pirsa  pereyê me dikirin û digotin, 'ev pere çi digere li vê malê'. Em pazarcî ne. Ji ber vê timik pere li malê heye. Em dixwazin ku ev zilma li ser birayê min bi dawî bibe û were berdan. Pereyê ku me bi keda xwe kom kiriye bila bidin.”
 
‘EM KIRIN HEDEF’
 
Piştî Taş dayika wê Bedîha Taş jî axivî û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Zilma tirkan her tim li ser zarokên min e. Dema borî zilamê min jî 7 salan di zindanê de mabû. Min zarokên xwe bi hêsîrî û feqîri mezin kir. Niha hevjînê min berdane, bi zarokên min re mijûl dibin. Her sal bi ser mala me de digirin. Ev 4-5 car e derê me dişikînin. Em kirine hedef û ji me re dibêjin terorîst. Em dibêjin êdî me rehet bihêlin, bes e ewqas zext, bila zarokê min berdin."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/05/2022
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN