* Xelkê Cizîrê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hatine destpêkirin da û gotin: "Êdî baweriya me bi Barzanî nemaye. Divê ku em li dijî şer bisekinin.”
* Hevseroka Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Rîham Hesen anî ziman ku li dijî êrişeke gengaz e ew ji parastina civaka êzdî re amade ne û got: "Em îradeya gel in. Em ji parastina civaka xwe re amade ne."
* Akademîsyen Dr. Haşim Zebarî destnîşan kir ku bi vî şerî armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina stuya Kurdistanê ye û got, rabûna li ber van êrişên bi hevkariya PDK'ê erkeke neteweyî ye.
* Parêzera OHD’ê Seda Zengîn anî ziman ku Wezîrê Edaletê bi gotinên xwe rê li ber polîtîkayên bêcezakirinê vedike û wiha got: “Ev polîtîka jî dike ku îşkence û zexta li ser girtiyan zêdetir bibe.”
* Nûnerên jin ên partiyên siyasî, diyar kirin ku dêdi 1'ê Gulanê de daxwazên xwe yên li dijî betalî, kedxwarî, şer û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bînin ziman û gotin: "Ji Newroza bihara gelan, ber bi bihara karkeran 1'ê Gulanê ve."
* Waniyan diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên desthilata AKP'ê ne û gotin, ji ber vê krîzê nikarin debara xwe bikin.
* Berdevka Maseya Dîn û baweriyan a HDP'ê Sabahat Înal Acar, destnîşan kir ku armanca vîlayên ku tê xwestin li Newala Qesaba bên çêkirin, binpêkirina rûmeta gel e.
* Li Komirê Îsê Aslan a 70 salî ku bi gopalê xwe di refa pêşî ya berxwedana li dijî kana mermeran de cih girtiye got: "Mirin jî tê de be, heya ew dest ji xwezaya me bernedin em ê li ber xwe bidin."
* Derheqê 80 kesên tevli bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û Komkujiya Roboskiyê bûne, doz hat vekirin û di îdianameyê de hat xwestin ku 19 kesên hatine tayinkirin bên îxrackirin.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 412’emîn de berdewam dike.
* HDP wê kongreyên xwe yên Aydin û Mûglayê pêk bîne. Di kongreya Mûglayê de wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar biaxive. (10.00-12.00) ZINDÎ
* Ji ber salvegera 107’emîn a qirqirina ermenan wê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn (11.00-18.00)