COLEMÊRG - Hat diyarkirin ku li herêma Marînosê şerekî dijwar diqewime. Her wiha gundê Marînosê jî hatiye dorpêçkirin.
Şerê ku duh êvarî li Çiyayê Stûnê û Çiyayê Seddanê yên li derdora gundê Marînosê yê Colemêrgê di navbera gerîlayên HPG'ê û TSK'ê de rû dabû, didome. Li gor agahiyên bi dest ketin, gelek ambulans sewqî herêmê hatine kirin.
Eskerên ku gundê Marînosê dorpêç kirine jî nahêlin kes ji gund derkeve û kes biçe gund.