RIHA - Pismamên Şaredarê Serêkaniyê Feyyaz Soylu yê AKP’yî ji “qaçaxtiya mirovan” hatin binçavkirin.
Leşkeran vê sibehê avêt ser gundê Hûmêra Jêr a bi ser navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve. Di serdegirtina malan de Azîz, Ubeyt û Mahmût Uçar ên pismamên Serokê Şaredariya Serêkaniyê ya AKP’yî Feyyaz Soylu hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkirin bi hêceta “qaçaxtiya mirovan” pêk hatiye û van kesan li gundê xwe yê li ser sînorê Rojava Kurdistanê qaçaxtiya mirovan kirine.
Hat ragihandin dibe ku hejmara binçavkirinan zêdetir be û yên hatin binçavkirin birin fermandariya leşkeriyê ya navçeyê.