NAVENDA NÛÇEYAN - Gundê Til Tewil û Til Demşic ên Til Temirê hatin bombekirin. Di bombebaranê de 3 kes birîndar bûn.
Êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Herî dawî gundên asûrî Til Tewil û Til Demşîc ên Til Temirê hatin bombekirin.
Li gor agahiyên bi dest ketin, di bombebaran li gundê Demşicê 3 kes birîndar bûne û kesên birîndar rakirine nexweşxaneyên li derdorê.