STENBOL - Li ber avahiya Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê teqîn pêk hat.
Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, li ber avahiya ku her du qatên wê yên destpêkê di destê Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) de ne teqîn pêk hat. Sedema teqîn hê nehatiye aşkerakirin. Di teqînê de kes nemir lê camên avahiyê şikiyan. Polisan, li cihê bûyerê ewlehî girtin û li herêmê dest bi lêkolînê kirin.
Di Lîjneya Şewra Bilind a TUGVA'yê de kurê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, Bîlal Erdogan û Şaredarê Esenlerê Mehmet Tevfîk Goksû hene.
Her wiha di heyeta wê ya mutevellî de jî biraziyê Erdogan Ûsame ErdoGan heye.