Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe

  • rojane
  • 10:10 20 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Hevserokên DBP û HDP’ê yên Amedê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya di operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Başûr dan. Hevserokan diyar kir ku heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe û ziyaneke mezin bigihîne destkeftiyên gelê kurd. 

Şerê ku li başûrê Kurdistanê bi hevkariya AKP û PDK’ê hat destpêkirin di roja 3’yan de berdewam dike. Li hemberî şer li gelek deverên Kurdistanê û cîhanê bertek hatin nîşandan. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyyat Ceylan û Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê Hayrettîn Altûn jî bertek nîşanî şerê li Başûr dan û gotin ku ne gelê Bakur û ne jî yê Başûr vê hevkariya PDK’ê qebûl nake. 
 
Têkildarî mijarê Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan anî ziman ku wek partî her tim li hemberî şer derketine û bertek nîşanî şerê bi hevkariya AKP-PDK’ê li başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin da. Ceylan got ku dewlet di şerê li dijî kurdan de bi sed sala ye neçareseriyê esas digire û wiha dom kir: “Enerjiya ku ji bo şer tê xerckirin heke ji bo aştiyê xerc bikira, niha ji zû ve aştî pêk hatibûya. Ji ber wê jî em ê her tim li Başûr, Bakur, Rojava û li her deverê li dijî şer seknekî xurt raber bikin. Şer bi xwe qeyran e. Şer tenê ziyanê nade kurdan. Niha berbiçav e bê ka ji ber polîtîkaya şer a AKP-MHP’ê rewşa Tirkiyeyê di çi halî de ye. Di vî şerî de ne tenê destê Tirkiye û PDK’ê lê tiliya dewletên ewropayî û Amerîkayê jî tê de heye. Dewleta Iraqê nikare bêyî agahiya NATO’yê êrişî Şengalê bike. 6 sal berê civaka êzdî rastî komkujiyê hatibû û niha jî komkujiyeke din li ser wan tê ferzkirin.” 
 
‘DIVÊ PDK BI AŞKERE WERE REXNE KIRIN’
 
Di berdewamê de Ceylan bal kişand ser hevkariya PDK û Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Divê sekna PDK û malbata Barzanî bi aşkere were rexnekirin. Bi vî şerî re kurd dê gelek tiştên mezin winda bikin. Herî zêde jî PDK dê winda bike. Bila tu kes ne bêje hincet filan partî bû. Di mijara Kerkûkê de jî me dît ku ji ber stratejiya xelet a PDK’ê, gelek dever ji dest çûn. Wê demê jî PKK li Başûr bû lê hincet kirin partiyên din. Em nabêjin ku bila PDK bi dewleta tirk re têkiliyan nedeyne. Lê bila van têkiliyan ji bo çareseriyê lê ne ji bo şerê li dijî kurdan pêş bixe. Zilma ku Sedam dikir çi be ya ku niha dewletên din li kurdan dikin jî heman tişte. Nabe ku tu li dijî zilma Sedam bî lê li aliyê din li zilma dewleteke din xwedî derbikevî. Ev nakokiyeke pir mezin e. Em bang li PDK û partiyên din ên ku beşdarî vî şerî bûne dikin ku di vê mijarê de baş hizra xwe bikin. Divê PDK jî li ser vê sekna xwe hinek bifikire da ku ziyanê negihîne berjewendiyên kurdan. Ev sekn, dê di heman demê de ziyanê bigihîne destkeftiyên PDK û xelkê Başûr jî.” 
 
ÇARESERÎ BI AŞTIYÊ PÊKANÊ
 
Ceylan, destnîşan kir ku çareserî tenê bi rêya aştiyê pêkane û ev bang li Tirkiye, PDK û dewletên navneteweyî kir: “Em dibêjin edî bes e û vê derê nekin gola xwînê. Em dibêjin yek çareserî heye ew jî aştî û muzakere ye. Nikarin me tevan bikujin û yên di şer de israr dikin dê winda bikin. Xelkên vê erdnîgariye pir zor û zehmetî dîtine. Lê li hemberî van zor û zehmetiyan xwedî sekneke berxwedêr in. Bangawaziya ku em dikin ne tenê ji bo berjewendiyên kurdan lê ji bo berjewendiyên tirkan, ereb û faris û neteweyên din jî ye. Divê her miroveke ku ji xwe re dibêje demokrat hewceye li dijî vî şerî xwedî seknek be. Tu dê ji bo şerê Rûsya û Ûkraynayê behsa aştiyê bikî lê dê xwedî li şerê ber deriye xwe derkevî. Ev nakokiyeke pir mezin e.”
 
‘GELÊ BAŞÛR Û BAKUR VÊ YEKE QEBÛL NAKE’
 
Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn jî anî ziman ku Tirkiye, PDK û hikûmeta Iraqê li dijî kurdan ketin nava tevgereke hevpar û wiha pê de çû: “Tirkiye bi salane ji xwe re li hevkaran diğere. Yek ji wan hevkaran jî PDK ye. Partî û saziyên bakurê Kurdistanê di ferqa hevkariya wan de ne û bertek nîşan didin. Dema em dikevin nav gel, dibînin ku gel jî bi bertek e. Gelê Bakur vê yekê qebûl nake ji ber ku Başûr êşa Helebçe ye. Barzanî her çiqas bi helwestekî malbatî nêz bibe jî, Helebçe di dilê hemû kurdan de ye. Ev êriş dê yekitiya kurdan xurtir bike. Ji ber ku gelê Başûr jî liv û tevgera malbata Barzanî dizane. Mala Barzanî bi hezên hegemonîk re hevkariyê dikin û kurd jî vê yeke qebûl nakin. Tirkiye li benda Peymana Lozanê ye û dixwaze Başûr dagir bike. Lê xelkê Başûr vê yekê qebûl nake. Ez di wê baweriyê de me ku dê yekitiya kurdan çêbibe. Ji bo yekitiyê her çiqas PDK asteng be jî lê gelê Başûr dê li dijî vê yekê derbikeve.”
 
 ‘PDK DEV JÎ SIYASETA QIRÊJ BERNEDE VÊ TEK BIÇE’
 
Altûn, bi lêv kir ku Tirkiye hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevkariya Tirkiye û PDK’ê dê ziyaneke mezin bide kurdan. Lewma divê PDK dev ji vê hevkariya qirêj berde û li pêşiya yekitiya kurdan nebe asteng. Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede, dê têk biçe.”
 
 
 

Sernavên din

20/04/2022
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor
15:47 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan beraet bû
15:14 Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
14:47 Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin
14:38 YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye
14:03 Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze
13:46 Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye!
13:34 Malbata Şenyaşar: Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike
13:25 Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû
13:16 14 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:51 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:39 Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike
12:31 Li Qilêbanê karkerek hat binçavkirin
11:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:24 BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda
11:23 ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’
11:21 Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye?
11:15 Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin
11:09 Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin
10:58 Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
10:29 MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin
10:02 Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke
09:41 Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da
09:24 Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî
09:19 Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin
18:20 HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye
16:43 'Heta edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
16:41 Li Amedê ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
16:20 Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin
15:53 Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike
15:27 Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
15:21 Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
15:20 Zaroka ku bi ceyranê ve zeliqî jiyana xwe dest da
15:04 ‘Ya girîng azadiya gelê me ye’
14:41 Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin
14:10 Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
13:55 Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
13:41 Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin
13:28 Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan
13:21 Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar
12:56 Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne
12:50 Li gorî Konjonkturê dozê vekirine
12:31 Derbarê rojnamevan Şahîn de wê mutalaa were amadekirin
12:27 Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin
11:44 Bi hevkariya AKP-PDK'ê operasyoneke nû dest pê kir
11:32 ‘Dozger ji bo girtina Karabaş sûc afirand’
10:52 Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire
10:51 Li ser sînorê Îranê du welatî bi îşkenceya tazî re rûbirû man
10:51 Înfaza Sîncar ji ber cezayê dîsîplînê yê beriya 17 salan hate şewitandin
09:14 PDK hêzên xwe sewqî Kurêjaro dike