* Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle bertek nîşanî êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê da û got: “Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye.”
* Hevserokên DBP û HDP’ê yên Amedê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya di operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Başûr dan. Hevserokan got ku kurd dê bi vî şerê mezin winda bikin û gelê Bakur jî dê vê hevkariyê qebûl neke.
* Rojnamevan Denîz Aydin ku êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê nirxandin, got di vê operasyonê de heya niha gelek leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.
* Xelkê Wanê bertek nîşanî polîtîkayên PDK'ê dan û gotin: "Haya wê jê tune ku xwe qedandiye. Dê gelê kurd bi ser bikeve û PDK jî winda bike."
* Xelkê Amedê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinên demên dawî dan û wiha gotin: “Ev kiryarên dewletê, nîşaneya dijminatiya dewletê ya li hemberî gelê kurd e. Dewlet, bi van kiryaran dixwaze gelê kurd bêvîn bihêle.”
* Girtiyê nexweş Siddik Guler 82 salî ye û tenduristiya wî her ku diçe xirabtir dibe. Hevjîna Guler, Hesîme Guler bertek nîşanî neberdana wî da û wiha got: “Ji bo min her roj mirin e û çavê min her tim li rê ye.’
* Înfaza Erdal Tûncel, birayê Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel, bi hinceta "dev ji hevalên xwe bernedaye" hat şewitandin.
* Hevserokê DFG’ê Serdar Altan diyar çapemeniya azad di nava zor û zextan de ava bûye û wiha got: “Berxwedêriya wê, bû nasnameya wê. Rojnamegeriya kurd ruhekî nû da rojnamegeriya cîhanê.”
* Sewalvan Yûsûf Solak ku got fiyetê lîtreya avê bi 8 TL û ya şîr bi 5 TL'yan e, diyar kir ku sewalvanî li ber qedandinê ye, ji lew re 45 hezar TL mesref kiriye lê 12 hezar TL bi dest ketiye.
* Bi operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê, çûna zozanan a koçeran jî tê astengkirin. Koçerên ku çûna wan a zozanan hatiye astengkirin destnîşan kir ku wisa bidome dê heywanên wan zerikî bibin û bertek nîşan dan.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 408'emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza ferdên malbata Keleş û Çalik ku beriya qetlîamê êrişî malbata Dedeogullari kiribûn dê li Dadgeha Cezayê Girana a Konyayê ya 8'emîn bê lidarxistin. (09.00)
* Endamên Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê yên HDP'yî dê têkildarî pirsgirêkên li girtîgehan diqewimin li Meclisê daxuyanî bidin. (13.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)
* HDP dê di çarçoveya xebatên 1'ê Gulanê de li Meydana Esenyûrtê ya Stenbolê belavokan belav bike û xelkê vexwîne mitîngê. (14.00)
* Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê di meha 81'emîn a Komkujiya Pirsûsê de li Cadeya Halîtaga ya Kadikoyê daxuyanî bide. (18.00)